Li dijî girtinan bertek: Em ê bi ser kevin 2022-07-04 09:11:58   STENBOL- Jinan diyar kirin ku  muxalefet di serî de çapemenî, berê xwe daye hemû aliyên muxalîf û ev ji hev serbixwe nînin û wiha vegot: “Têkoşîna hevalên me yên hatine girtin azadî û demokrasî ye. Em ê bi ser kevin.”    Bi destê daraza ku ketiye bin tekela desthilatdariyê di demên dawî de li hember muxalîfan êrîşên cidî pêk tên. Ji partiyên siyasî bigirin heta rêxistinên civaka sivîl, sendîka û rojnamegeran, kesên li dijî polîtîka desthilatdariyê ya yekparêz serî natewînin bi destê darazê tên girtin û cezakirin. Mînaka dawî jî em di doza Geziyê de dibînin. Bûyera Geziyê li Stenbolê di 27’ê Gulana 2013’an de dest pê kiribû û li welat belav bibû. Di doza Geziyê de hinceta piştgirî dane berxwedana Geziyê li Osman Kavala cezayê muebetê, li Çîgdem Mater, Can Atalay, Mucella Yapici, Mîne Ozerden û Tayfun Kahraman 18 sal ceza hat birîn. Hema piştî vê jî çapemeniya azad hedef hat girtin û di 16’ê Hezîranê de 16 rojnamegerên kurd hatin girtin.   Jinan diyar kirin ku ev tiştên tên jiyîn ji hev ne serbixwe ne.   ‘Encama pêvajoya siyasî ye’   Endezyara înşatê Rezan Bulut da zanîn ku biryara di doza Geziyê de hatiye dayîn dijhiqûqî ye û wiha dirêjî dayê: “Hevalên me ji ber têkoşîna edeletê  bi awayekî dijhiqûqî du caran hatin darizandin û girtin. Bi talîmata ji jor hatiye de dîsa doz li hevalên me hatin vekirin û biryara girtina demdirêj dan. Ne tenê hevalên me mixabin hemû siyasetmedar, rojnameger ji ber fikr û nêrînên xwe tên girtin. Ev encama pêvajoya siyasî ye.”   ‘Em bi hêvî ne’   Rezanê her wiha bi lêv kir ku hewcedarî bi civakeke ku bikaribe bi rehetî gotin û fikrên xwe bêje heye û wiha diyar kir: “Ji bo avabûna vê jî armanca me ev e ku em vê hewaya siyasî biguherin. Têkoşîna demokrasî û azadiyê hêviya  me ye. Têkoşîna hevalên me yên girtî jî demokrasî û azadî ye. Em ê bi ser kevin, wê başî û baş bi ser kevin.”   ‘Wê têkoşîna jinan neqede’   Rezanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdarî ji bo hebûna xwe her tim jinan hedef digire. Desthilatdarî dizane ku jin tu carî serî natewînin. Jin wê li tu devera cîhanê serî netewînin. Wê têkoşîna jinan neqede. Dixwazin jinan bi qedexe û sansuran bêdeng bikin. Lê têkoşîna jinan heta ku maf, hiqûq û edelet pêk neyê wê bidome.”   Divê yên hatine girtin bên berdan’   Jina femînîst Saniye Evren  jî nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku rihê yekitiyê yê berxwedana Gezî afirandiye desthilatdarî nerehet kiriye û ji ber vê jî hewl dide berxwedêran ceza bike û wiha anî ziman: “Ev girtin dijhiqûqî ne. Çîgdem, Mucella û kesên din yên hatine girtin divê bên berdan. Divê AKP demildest dest ji van polîtîkayên cezakirinê berde.  Femînîstên di Geziyê de gotina xwe û çalakiya xwe kirin wê ji vir şûnde jî ji bo girtin bi dawî bin têbikoşin.”   ‘Hemû parçeyên hev in’   Saniyeyê di dawiya axaftina xwe de got girtinên hatine jiyîn ji polîtîkayên êrîşa dewletê serbixwe nînin û wiha bi dawî kir: “Zexta li ser çapemeniya azad tê wateya zexta li ser me. Ev hemû parçeyên hev in. Divê rojnamegerên çapemeniya azad demildest bên berdan. Desthilatdarî jinan hedef digire. Dixsazin jinan ceza bikin. Bersiva herî mezin a li dijî van êrîşan mezinkirina têkoşînê ye.”