Ji bo serlêdana 775 parêzeran hîna bersiv tune ye: Wê biçe DDB’ê 2022-07-04 09:06:00   Rozerîn Gultekîn   STENBOL- 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê re, serî li serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn û hîna bersiva parêzeran nehatiye dayîn. Yek ji parêzerên ku serlêdan kiribû  Necla Mizgîn Argiş da zanîn ku hevdîtinên bi dozgerî û midûriyeta girtîgehê re didomin di rewşa bersivek neyînî bê dayîn de wê serî li Dadgeha Destura Bingehîn bidin.   Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)  der barê qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din Vesyî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar, têde 775 parêzer ku ji 29 baroyan bûn di navbera 10 û 17’ê Hezîranê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn.  Di ser serlêdanê re 15 roj derbas bûn lê hîna bersivek nehatiye dayîn.   Sê meh cezayê dîsîplînê   Di vê pêvajoyê de parêzerên Buroya Hiqûqê jî  fêrbûn ku Serokatiya Lijneya Dîsîplîna Îmraliyê ji 31’ê Gulanê şûnde sê meh cezayê dîsîplîna nû daye muvekîlên wan. Ev agahî jî di 23’ê Hezîranê de di serlêdana parêzeran de diyar bû. Yek ji 775 parêzerên OHD’î  Necla Mizgîn Argiş der barê cezayê dîsîplînê, serlêdan û bersiva nehatiye dayîn de nirxandin kir.   Divê mekanîzmayên navneteweyî însiyatîfan bi kar bînin   Mizgînê da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ev saleke agahî ji wan nayê girtin û li Îmraliyê polîtîkayek taybet tê meşandin û naveroka pergala hiqûqê tê valakirin. Mizgînê wiha daxuyand: “Tirkiye li dijî qanûnên xwe û peymanên navneteweyî yên îmzekiriye, tevdigere. Ev rewş hema wisa di rojekê de derneketiye holê. Birêz Abdullah Ocalan 23 sale girtî ye. Li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û gelek cihên din yên cîhanê li dijî vê dijhiqûqiyê çalakî pêk tên lê ev têr nake. Bêdengiyek heye. Ji ber vê ev têr nake.  Mekanîzmayên navneteweyî însiyatîfên xwe bi kar bîne wê çareserî leztir pêk bê. Lê mekanîzmayên navneteweyî peywira xwe naynin cih.”   Divê CPT Îmraliyê ziyaret bike   Mizgînê destnîşan kir ku CTP jî têde divê mekanîzmayên navneteweyî li dijî tecrîdê peywira xwe bînin cih û wiha daxuyand: “Ne tenê ji bo Îmraliyê divê ji bo hemû girtîgehan CPT setdanê pêk bîne. Ji bo CPT serdanê pêk bîne tevî me vexwend jî CTP li ser rewş û hevdîtinên bi wezaret û girtîgehê re dike nirxandinan dike. CPT sekneke di çarçoveya mîsyona xwe de nîşan nade.”   Cezayên dîsîplînê yên kêfî   Mizgînê got dewlet ji bo parêzer pîşeya xwe îcra nekin astengiyên cuda derdixe û di meşa 12’ê Hezîranê ya Gemlîkê de nehişt parêzer biçin cem kesên hatine binçavkirin. Mizgînê wiha bi lêv kir: “ Di vî alî de li Îmraliyê pêkanînek taybet heye. Cezayên dîsîplînê dikin hinceta hevdîtinê. Em ê bibin şopdarên cezayên dîsîplînê yên li muvekîlên me hatine birîn.”   Serlêdana 775 parêzerî   Mizgînê balkişand ser serlêdana 775 parêzeran û ev tişt bi lêv kir: “Malbat û parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Herî dawî hevdîtina telefonê ya bi Birêz ocalan re di çar deqeyan de bêyî hincet hat birîn. Di demên dawî de di çapemeniyê de derbarê tenduristiya Birêz Ocalan de nûçe derketin. Fikarên Gelê Kurd hene. Hemû rêxistinên netewî û navneteweyî şopdarê rewşê ne. Di rewşa ji bo serlêdana me bersiva neyînî bê em ê serî li DDB’ê bidin.”