‘Tirkiye di NATO'yê de qerta dijberbûna kurdan danî holê’ 2022-07-02 09:04:46   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Mûşê der barê endamtiya Swêd û Fîlandiyayê ya NATO’yê de axivî û got: “Bi taybet bloka DYA û Îngîlîstanê gelek qadên li Rojhilata Navîn wek qerekola NATO’yê Tirkiyeyê bikar tîne. Tirkiye her carê ji ser kurdan tawîz dide û polîtîkayeke navneteweyî ya ku kurdan dikin qurban  heye. Sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd jî pozîasyona NATO’yê ye."    Serokkomar û serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan, serokomarê Fîlandiyayê Saulî Nîînîsto, serokwezîrê Swêdê Magdelena Andersson û sekreterê Giştî yê NATO’ Jens Stoltenberg  di 28’ê hezîranê de hevdîtinek pêk anî. Di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de der barê pêvajoya endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO de memorandum (nivîsa hişyariyê) hat îmzekirin. Serokomarê Fînlandiyayê Saulî Nîînîsto qebûl kir ku Tirkiyeyê piştgirî daye endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê.  Sekreterê giştî yê NATO’yê Magdelena Stoltenberg ragîhand ki ku ji bo Swêd û Fînlandiya tevli NATO bibin, bi Tirkiyeyê re gihiştine mutabakatê û wê fikarên Tirkiyeyê ji holê rabin.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê mijarê de nirxandin.   ‘Qerta dijberbûna kurdan...'    Gulîstanê daxuyakirin ku Tirkiye her koza destê xwe de dijberê kurdan bikar tîne û hemû derfetên xwe ji bo mafên kurdan ji holê rabike dike dewrê û wiha daxuyand: “AKP û MHP li her derê cîhanê êrîşê maf û qezencên kurdan dikin. AKP bi dagirkirina axa kurdan, polîtîkayên zextê yên li hember kurdan tatmîn nabe dilê wan rehet nabe. Ji ber vê jî ji Swêdê bigirin heta Fînlandiya û Japonyayê li her çar alî cîhanê destkeftiyên kurdan hedef digirin. Em van nêzîkatiyên Tirkiyeyê baş dizanin em dizanin ku vê bi awayekî sîstematîk dike. Dagirkirina Grê Spî, Serêkaniyê û Efrînê jî di heman pêvajoyê de derbas bûn û naqokiya navbera Rûsya û DYA’yê de hat bikaranîn û hewldana dagirkirinê hat kirin. Niha jî bi hinceta şerê navbera Rûsya û Ukraynayê re li Ewropa nêrînek ewlehiyê ya cidî heye. Welatên biçûk yên wek Swêd û Fînlandiyayê de bi awayekî lezgîn biryar dan bikevin NATO’yê.  DYA û Îngîlîstan piştgiriyê dide vê. Lê Tirkiyeyê di vir de qerta dijberbûna kurdan danî holê.”   ‘DYA’yê navbeynkarî kir’   Gulîstanê destnîşan kir ku gelo Tirkiyeyê di hevdîtinên NATO’ê de bi ser ket? An neket? û got ev pirs bi nîqaşe û wiha pê de çû: “Ev ne serkeftineke. Tirkiye helwesta di NATO’yê de bi polîtîka hundir re ji bo bang aliyê netewperest bike bikar aniye. Erdogan wê bêje ‘Me got Ey Swêd ey Fînlandiya û bêje me qezenc kir.’ Lê em dizanin tiştek wisa tune. Ev nayê wateya ku Fînlandiya û Swêdê tawîz nedaya Tirkiyeyê jî. Tevî ku tu faliyetên YPG û PYD’ê li dijî Tirkiyeyê tune jî Tirkiye her tim terorîze dike û dagir dike. Piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê Swêdê çek nefirot Tirkiyeyê. Der barê vê firotina çekand e jî ambargo hat rakirin. Di vê peymana memorandumê de pêngava herî girîng jî navbeynkariya DYA’yê bû.”   ‘NATO’yê Tirkiyeyê wek qerekol li Rojhilata Navîn bicih dike’   Gulîstanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Tirkiye di alî NATO’yê de welatekî jeopolîtîke û ji ber vê girîngiya stratejîk NATO naxwaze Tirkiyeyê winda bike û wiha dirêjî dayê: “Bi taybet bloka DYA û Îngîlîstanê  gelek qadên li Rojhilata Navîn wek qerekola NATO’yê  Tirkiyeyê bikar tîne. Tirkiye her carê ji ser Kurdan tawîz dide û polîtîkayeke navneteweyî ya ku kurdan dikin qurban  heye. Sedema neçareserkirina  pirsgirêka kurd jî pozîasyona NATO’yê ye. NATO li şûna piştgiriyê bide rêbazên aştiyane piştgiriyê dide operasyonên leşkerî û her tim dibêje ‘em fikarên Tirkiyeyê fêm dikin.’”   'Rûsyayê wek tehdîd nîşan didin'   Gulîstanê, da zanîn ku dijminahiya Swêd û Fîlandiyayê li hember kurdan tune û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di alî nirxên demokratîk yên gerdunî de jî kesên neçar mane ji Tirkiyeyê derkevin jê re malovanî kirine. Ji bo her du welatan jî li aliyekî fikarên nirxên gerdunî li aliyê din jî yên ewlehiyê hene. Di navbera van her du tercîhan de jî wan didin zorê. Dibêjin ku hûn bixwazin bikevin NATO’yê hûnê fikarên Tirkiyeyê li ber çavan bigirin, na jî di rewşeke êrişa Rûsyayê de hûnê tenê bimînin. Em behsa van welatên biçûk dikin û ew jî ji ber van fikaran ketine rewşeke wisa. Rûsyayê wek tehdîd nîşan didin.”