30 salên bi hesretê derbas bûn, 3 lawê wê di girtîgehê de bûn 2022-06-30 09:13:01   Melike Aydin   ÎZMÎR - Dayika girtiyê nexweş Abdulkadir Aksu, Hedla Aksu di kêliya dawiyê ya jiyana xwe de nehat hiştin ku zarokê xwe yê girtî bibîne. Xerîbe Erdem a ku bû şahida hesreta 30 salî ya dayikekê ya ji bo zarokên xwe daxwaza tehliyekirina girtiyên nexweş kir û wiha got:"Bila deriyên zindanan vebin. Bila zarokên dayikan li hundur jiyana xwe ji dest nedin."   Hedla Aksu ya ku li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayik bû wekî her welatiyên li herêmê yên kurd mecbûrî koçberiyê hat hiştin û berê xwe da metropolan. Di emrê xwe yê 84 salî de her tim bi hesreta zarok û memleketê xwe jiya. Hedlayê li Îzmîrê jî çanda xwe parast. Keça Hedlayê, Xerîbe Erdem xwest deriyê zindanan vebin.    Koça ber bi Îzmîrê ve û zextên nîjadperest   Hedlayê ji bo zewaca bi Ahmet Aksu re di dawiya sala 1950'î de diçe Sûriyeyê. Çar sal şûnde tê Dêrikê. Xizanî û zextên sîstematîk bû sedem ku Hedla û malbata xwe di 1980'ê de biçin Îzmîrê. Xerîbeyê da zanîn ku ew wekî karkerên demsalî li Torbaliyê di konan de diman. Xeribeyê da zanîn ew carinan vedigireyan Mêrdînê lê belê di sala 1984'an de êdî tim li Îzmîrê man. Xerîbeyê anî ziman ew di nava şerdên dijwar de jiyane û wiha got:"Hem ji bo me hem jî ji bo gelekî zor bû. Lê em mecbûr bûn. Ji ber em kurd bûn em bi cihêkariyê rû bi rû man. Dayikan min bi tirkî nizanîbû. Ji ber em pê re bi kurdî diaxivîn tirkan bi me re şer dikirin. Me jî digot 'ev zimanê me yê dayikê ye hûn dema bi zimanê xwe neaxivin hûn dikarin rehet bikin?"    30 salên bi hesretê derbas bûn, 3 lawê wê di girtîgehê de bûn   Xerîbeyê bi lêv kir ku Hedlayê di jiyana xwe de ji aliyekî xizanî dît ji aliyekî ve jî bi hesreta zarokên xwe jiya û wiha lê zêde kir:"Em 5 kur du keç in. Birayê min Abdurrahman di sala 1992'yan de ji ber faliyetên siyasî muebbet xwar, 36 sal ceza lê hat birîn. Ramazan jî piştî wî salekê hat girtin. Ramazan di Girtîgeha Şakranê de tevî pirsgirêkên xwe yên derûnî jî tê girtin. Abdurrahman jî di Girtîgeha Tîpa T a Denizliyê de tê girtin. Birayê min Abdulkadir jî di Girtîgeha Kiriklar a Bucayê de tê girtin. 12 sal ceza lê hat birîn, hîn 3 sal maya bê berdan. Ew bi pençeşêra prostatê ye tansiyonê wî bilind e û aliyekî bedena wî jî pûç e. Lê nayê tehliyekirin jî. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên tehliyekirin."   Ji bo gelê kurd azadî xwestibû   Xerîbeyê bi lêv kir ku ji ber birayên wê azadiya gelê kurd xwestine hatine girtin û wiha pê de çû:"Wan xwestin wekî însanan bijîn. Dayika minjî tenê dixwest wan bibîne. Li dû zarokên xwe li hemû girtîgehan geriya; Kırklareli, Mêrdîn, Amed, Şakran, Bolu, Nigde Antalya Denizli, Trabzon, Nazilli… Tu girtîgeha ku neçûbiyê tune ye. Her tim li dû zarokên xwe çû lê rojekê jî negot of."   Nexweşiya wê ji ber zarokên wê di girtîgehê de bû zêde bû   Xerîbeyê anî ziman ku nexweşiya Hedlayê ya tansiyon, dil hebûye lê ji ber hesreta zarokên wê nexweşiyên wê zêdetir bûne û wiha got:"Bavê min jî du sal berê ji ber nexweşiya dil bi felcê ket û jiyana xwe ji dest da. Dayika min herî dawî hatibû hinda min. Du rojan li gel me ma. Dema nexweş ket me bir nexweşxaneyê. Çar rojan li nexweşxaneyê ma. Gelekî dixwest zarokên xwe herî dawî bibîne. Birayê min ê mezin 57 salî ye û du salên wî mane. Yê din 50 salî ye û 3 salên wî mane. Yê Abdulkadir jî 6 sal mane. Jiyana her sêyan jî di zindanan de derbas bû. Tu jiyan ji me re jî nema. Em tim bi hesreta wan dijiya û me ew meraq dikirin."   Di kêliya jiyana xwe ya dawî de zarokên xwe nedît   Xerîbeyê diyar kir ku ji bo birayên wê werin şînê ji hesabên wan her herkê 5 hezar, 2 hezar û 3 hezar razandine û got wan ji bo dayika xwe li nexweşxaneya dewletê cih nedîtine loma li nexweşxaneya taybet razandine. Her wiha Xerîbeyê got belgeya li vir ne derbasdar e û loma jî birayên wê herî dawî dema ku dayika wan nexweşbûye ew nedîtine.    Bila deriyên zindanan vebin   Xerîbeyê herî dawî wiha got:"Bila tu dayik wekî dayika min li ber deriyên zindanan nesekine. Bavê min jî du sal berê bi hesreta zarokên xwe qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Bila deriyên zindanan vebin. Bila zarokên dayikan li hundur jiyana xwe ji dest nedin."