Rojnameger Bêrîtan Elyakut: Dixwazin rastiya li welat tune bikin 2022-06-30 09:05:50   Şehriban Aslan   AMED - Rojnameger Bêrîtan Elyakut ku heval û hevpîşeyê rojnameger Razaman Gecîken ê hat girtin e, diyar kir ku wê şahidiya rojnamegeriya hemû rojnamegerên hatine girtin kiriye. Berîtanê wiha dirêjî dayê: “Êrîşa li hember çapemeniyê bi armanca bêdengkirinê ye, bi armanca ku rastiya welat tune bibe û di çapemenya xwe de bi gotinên xwe derkeve pêş e.”     Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes binçav kirin û 8 rojan di bin çavan de man. Di 15’ê Hezîranê de derxistin dadgehê û 16 kes bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kirine, hatin girtin. Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Safiye Alagaş, Azîz Oruç, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.   Piştî girtina rojnamegeran ji malbat û hevpîşeyên wan bertek hat nîşandan. Hevpîşeyên wan diyar kirin ku wê pênûsa wan li erdê nehêlin û ala wan dewr bigirin.   Yek ji rojnamegerên hatiye girtin Ramazan Gecîken bû. Rojnameger Berîtan Elyakut heval û hevpîşeyê Ramazan bû. Navê din ê Ramazan Mazlum bû. Bêrîtan da zanîn ku bi salane Mazlum nas dike.   Bêrîtan da zanîn ku sibeha 8’ê Hezîranê saet di 05.00’an de derî lê ketiye û got: “Polîs bûn. Ez matmayî mam. Got ev mala Ramazan e. Min got belê û ketin hundir. Min got zarok li hundir heye û radizê. Piştre wek şahid cîran anîn. Lêgerîn kirin û Mazlum girtin û birin. Piştre min fêm kir ku operasyon heye. Em fêr bûn ku gelek hevpîşeyên me hatine girtin.”   ‘Zext dijhiqûqî ye’   Bêrîtanê wiha dirêjî dayê: “Dema bi ser mal û şîrketan de girtin bi ser JINNEWS’ê de jî girtin. Lêgerîn kirin. Harddîsk û gelek alav girtin. Ev lêgerîn dijhiqûqî bû. Midûra karê nivîsê Safiye Alagaş hat giritn. Em nizanin ku çi kirin nav alavên ku desteser kirin. Delîlên sexte afirandin û danîn pêş Safiyeyê. Ji bilî pêvajoya binaçvkirinê jî lêgerîna şîrketan didomiya. Avahî xistin bin dorpêçê. Hîna jî dorpêç neqedyaye.”   ‘Ajans hatin girtin lê me xebat berdewam kir’   Bêrîtanê diyar kir ku pêvajoya binçavkirina Mazlum û hevpîşeyên wê hatiye dirêjkirin û wiha daxuyand: “8 rojan dirêj kirin. Ev jî nîşaneya ku tu delîl nedîtine. Di pêvajoya binçavkirinê de piştgiriyek mezin hebû. Lê vê têr nekir. 22 rojnameger hatin binçavkirin. 16 heb hatin girtin. Ev qanûna ji meclîsê derbas bû û girtina rojnamegeran peyamek bû. Lê ev ji bo me ne polîtîkayek ku em şûnde gavê bavêjin. Saziyên me hatin bombebarankirin em bi KHK’yan hatin girtin lê me xebatên xwe domand.”   ‘Çapemenî bêdeng be her kes bêdeng e’   Bêrîtanê bi lêv kir ku ew jî rojnameger e û di pêvajoya 2015’an de li her derê bi tehdîdan re hatine rû hev, saziyên wan girtinê re hatine rû hev û wiha dirêjî dayê: “Me peyama ‘em natirsin’ pir zelal da. Hevalên me peyamek zelal dan. ‘Em natirsin û çiqas zêde bin jî em li vir in. Em ê bi kamera û pênûsên xwe rastiyan binvîsin’. Lê me dîtin ku ji kamerayan jî ditirsin. Ew dibêjin qey wê bi van zextan me têk bibin lê em têk naçin. Ez çûm hevdîtina Mazlum û peyamek zelal da û got ‘Me karê xwe kir. Di dosya bê amadekirin de tiştek tune ye. Hemû li ser faliyetên rojnamegeriyê ne. Divê rayagiştî piştgiriyê bide me. Çapemenî bêdeng bibe wê her kes bêdeng be. Ji ber vê divê kes bêdeng nemîn.’”   'Nûçeyên me wekî sûc datînin ber me'   Bêrîtanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê bi hevalên xwe yên hatine girtin re li qadê xebat meşandine û wiha dawi lê anî: “Her kes jîrbûna Mazlum a li ser kar baş dizane. Tiştê herî zêde jê hez dikir bikaranîna Jimmy jîp bû. Operatoriya wê dikir. Xebatên xwe bi dilxwaziyek mezin dikir. Ji bo pîşeya xwe baş bike her tişt dikir. Ez bi taybet bi Safiyeyê re pir zêde xebitîm. Ez di JINHA, Gazete Şujin û JINNEWS’ê de xebitîm. Ez her tim bi Safiyeyê re li qadê bûm. Em bi hev re xebitîn. Safiye herî zêde li edliyeyan xebitî. Nûçeyên me çêkirin wek sûc tînin hemberî me.”