‘Ya tecrîdê pêk tîne AKP ye’ 2022-06-29 09:07:13   WAN - Jinan bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku çareserî bi têkoşînê û hatine aştiyê pêkan e.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê girtiye sê sal in bi parêzeran re nikare hevdîtinê bike û 15 meh in agahî jê nayê girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi armanca hevdîtina bi muwekîlê xwe re her hefte serlêdanê dikin lê bi awayekî sîstematîk tê astengkirin.    Li girtîgehan tecrîd didome   Polîtîkayên neçareseriyê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê li aliyekî jî tecrîda li girtîgehan jî didome. Herî dawî li gundikê Sersulê yê  Xaşkanê ya Elbakê ya Wanê di 20’ê Hezîranê de bi dehan leşkerî li jin û zarokan dabûn û di 26’ê Hezîranê de jî li Şîşemzînan a Colemêrgê di dema amadekariya operasyonan de li gundiyan dan. Jinan bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku azadî encax bi têkoşînê pêkan e.   Kevser Fîdan da zanîn ku pirsgirêka kurd li şûna bê çareserkirin şer tê ferzkirin û wiha got: “Em dixwazin aştî pêk bê û pevçûn rawestin. Aştî çawa dikare pêk bê. Bêguman bi xebatê. 22 sal in Abdullah Ocalan girtiye. Malbat û parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Li dijî vê berteka me tune ye. Wisa nabe. Divê tecrîd bê rakirin. Ji bo rakirina tecrîdê divê em bertek nîşan bidin. Maf, hiqûq û azadî bi têkoşînê pêkan e.”   ‘Bila girtî bên berdan’   Jina bi navê Muzzeyen Butun jî der barê binpêkirin û tecrîda li girtîgehan bang li serokomar û wezareta dadê kir û wiha daxuyand: “Bila deng bidin dayik û jinan. Bila deriyên girtîgehan vekin û girtiyên nexweş berdin. Girtî nayên dermankirin. Gelek girtî tevî cezayên wan qediyane jî nayên berdan. Divê aştî pêk bê. Em wekhevî û edaletê dixwazin.”    Muzeyenê bal kişand ser îfadeyên Abdulkadîr Selvî yên der barê ku Abdullah Ocalan dikare hevdîtinê bi malbatê re bike û wiha dawî le anî: “Bixwazin dikarin hevdîtinê bikin. Yên tecrîdê pek tîne AKP ye. Ji ber vê jî kengê bixwazin dikarin hevdîtinê bikin. Ji ber naxwazin jî tecrîd didome.  Xwezî malbatê hevdîtin bikariba bikara. Bendewariya me ev e. Em dest bidin hev wê aştî pêk bê.”    Bikaranîna çekên kîmyewî   Yildiz Seferoglu jî destnîşan kir ku dayik şer naxwazin û wiha dirêjî dayê: “Tirkiye û PDK di êrîşan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Çekan li ser zarokên me bi kar tînin. Ka çekên kîmyewî qedexe bû? Êdî bes e. Ez bang li Barzanî dikim. Biratî ne ev e. Yên zarokên me dikujin ne dostin, ne xwişk û bira ne. Em tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin. Siyasetmedarên me digirin. Dibêjin terorîst in. Tenê tirkan ev ax qezenc nekiriye. Her kes ji bo vî welatî têkoşiyaye. Mafê me jî ji bo jiyanek azad heye.”