Malbat ji ber êrişa gardiyanan bi fikar in 2022-06-29 09:01:24   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Ahmet Kasirga ê girtî bi rêya telefonê bi dayika xwe Kudret Kasirga re axivî û bal kişand ser rewşa Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê. Kudret, derbarê rewşa girtiyan de fikarên xwe anî ziman û got: "Gardiyan şev nivê şevê bi ser qawişan de girtine û êrişê wan kirine. Em ji jiyana zarokên xwe bi fikarin û em banga xwedîderketina li girtiyan dikin."   Tecrîda li girtîgehan roj bi roj girantir dibe. Ligel tecrîdê li girtîgehan berxwedan jî berdewam dike. Malbatên girtiyan jî bi çalakiya "Nobeta Edaletê" yên li Amed, Îzmîr, Stenbol û Wanê dixwazin balê bikişînin ser rewşa girtiyan.    Ahmet Kasirga, li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê girtiyê. Di 23’yê hezîranê roja pênşemê bi rêya telefonê malbata xwe geriyaye û ragihandiye ku gardiyanan bi ser qawişên wan de girtine û êrişê li wan kirine. Dayika Ahmet, Kudret Kasirga, derbarê rewşa kurê xwe de ji ajansa me re axivî.    37 sal ceza lê hatiye birîn   Kudret, anî ziman ku kurê wê Ahmet di sala 2020’an de hatiye girtin û 37 sal ceza lê hatiye birîn û got: “Kurê min Ahmet di sala 2020’an de li Nevşehîrê hat binçavkirin û girtin. Kurê min nêzî salek û nîv di girtîgeha wê derê de ma. Li wir du hevalên wî jî hebûn. Lê piştî ku ew çûn kurê min bi tenê ma. Nêzî 5-6 mehan tenê ma. Piştre kurê min sirgûnê Girtîgeha Aksarayê hat kirin û ev 6 meh in li wir e. Kurê min dema di Girtîgeha Nevşehîrê de bû zext û zilmek mezin û îşkence li wî dihat kirin.”   ‘Gardiyanan gef li zarokên me kirine’   Kudret, da zanîn ku kurê wê di roja pênşemê êvarê saet dora 21.30’an bi rêya telefonê li wê geriyaye û wiha behs kir: “Dema ez bi kurê xwe re axivîm dengê wî ne baş bû. Min got tiştek bûye. Kurê min piştre got gardiyanan bi ser qawişa wan de girtiye û êrişê li wan kirine, xwestine alavên wan belav bikin, bavêjin. Lê ji ber ku kurê min û girtiyên din qebûl nekirine êrişê wan kirine. Piştre 3 hevalên wî avête hûcreya yek kesî. Kurê min û girtiyên din bertek nîşan dane û piştî wê yekê carekedin girtiyan anîne. Alavên zarokên me jî avêtine. Gardiyanan gef li zarokên me dikin. Gardiyanan ji zarokên me re gotine ‘Bêdeng bin. Ji xwe hûn di binçavên de ne, em dikarin hemû derên we bişkînin’. Ew vê mafê ji xwe dibînin û gef li zarokên dikin. Her wiha dîsa wê rojê sê girtiyên dinê jî ji Girtîgeha Edîrneyê anîne li cem wan.”   ‘Bazirganiya xwe li ser kurdan didin meşandin'    Kudret, destnîşan kir ku vê zilm, gef û îşkenceyê qebûl nakin û wiha bi lêv kir: "Me zarokên xwe mezin kir ji bo ku ew bikin girtîgehan û îşkenceyê li wan bê kirin? Ji xwe zarokên me di nava çar dîwaran de ne û ev yek jî îşkenceye. Ev têr nake, bi ser qawişên wan de digirin û îşkenceyê li wan dikin. Em nizanin ku zarokên me têr in an birçîne. Zarokên me ji bo ku em zêde nêşên ji me re zêde tiştek nabêjin. Ji ber vê zilmê û îşkenceyê dilê me dayikan diêşê. Em şev û roj ji bo zarokên xwe digirîn. Bila cîhan li hember vê zilm û îşkenceya li ser girtiyan bêdeng nemîne. Heta kengî ev bêdengî berdewam bike. Ewropa bila xwedî li girtîgehan derbikeve û biaxive. Lê karê Ewropayê tenê bazirganiye. Bazirganiya xwe li ser me kurdan didin meşandin. Ger ku em kurd dev ji menfeat û îxanetê bernedin em ê nikaribin dawî vê zilmê bînin. Em ê heta kengî bigirîn û dilê me bişewite. Ne şeva min şev e, ne jî roja min roj e. Ez êvarê ji ber kurê xwe nikarin rakevim."   ‘Xwedî li girtiyan derkevin’   Kudret, dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî kir ku xwedî girtîgehan derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê çapemenî bibe dengê girtiyan. Mafê mirovan li tu cihê nemaye. Ger ku mafê mirovan hebûya dê zarokên me îro bê sûc û sedem nedihatin girtin. Zarokên me çi kirine ku vê zilmê dikin? 37 sal ceza dane kurê min. Di dema şerê qedexeya derketina derve de kurê min ne li vir bû, li Antalya dixebitî. Çawa dikarin vê cezayê li kurê min dibirin. Yekem dema derbarê kurê min de doz vedikin 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Lê dadgeha bilind bi hinceta cezayê kurê min kême cezayê wî xira kir. Carekedin doza wî hat dîtin û vê carê 37 sal ceza lê hat birîn. Bila ev zilm û zext bi dawî be. Kîjan dayik dixwaze zarokên wan girtî be. Min kurê xwe di bin şert û mercên giran de mezin kir. Lê dewletê girt kiriye nava çar dîwaran. Em dixwazin demildest ev zilm bi dawî be û zarokên me bên berdan. Em ji ber rewşa zarokên xwe bi fikarin.”