'Me di êrişa li ser Xaşkanê îmha û înkara sed salî dît' 2022-06-23 11:51:04     Zelal Tunç    WAN - Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan biserdegirtina li Kuçeya Xaşkanê nirxand. Muazzezê diyar kir ku li herêmê ajalvanî û cotkarî bi rêya qedexeyan hatine xelaskirin û ji sed metreyî carekê kalekolek tê avakirin û wiha got:"Bi vî hawî bi birçîbûnê dixwazin terbiye bikin. Serdegirtina li Xaşkanê wekî dîmenên şer bû. Me hemû aliyên tundiya mêr dewletê di vê serdegirtinê de dît."   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan têkildarî serdigirtina leşkeran a li Kuçeya Xaşkanê ya Bajaroka Sersulê ya Elbaka Wanê nirxandin kir. Muazzezê bal kişand ser binpêkirina mafan bi rêya biserdegirtina bi dehan leşkeran pêk hat.    'Ji sed metreyî carekê kalakolan ava dikin'   Muazzezê bi lêv kir ku binpêkirina mafên li Kurdistanê ne nû ne lê belê bi serdegirtina li Xaşkanê bi rêya medyaya dîjîtal pîvana van binpêkirina mafan li raya giştî derket pêş û wiha got:"Berdana bi dehan caran a guleyan ya di serdegirtinekê de encax bi gotina hovîtiyê bê pênasekirin. Navçeya Elbakê bi zinaran hatiye dorpêçkirin. Sînorê Îranê ye. Heta pênc sal berê tenê jêderka debarê ya welatiyan bazirganiya li ser sînor bû. Ji ber qedexeya li zozanan, qeyrana aborî û îthalatê ajalvanî jî ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber şerdên avhewayê cotkarî nayê kirin. Ji ber deriyên sînor tên kirin ji sed metreyî carekê kalekol tên çêkirin loma jî bazirganiya sînor jî nikare bê kirin."   'Berê jî leşkeran wekî rêbaza tirsê bi kar anîne'   Muazzezê da zanîn ku îktidar li Elbakê polîtîkayên taybet dide meşandin û wiha pê de çû:"Welatiyên Elbakê yên îradeya wan nayê teslîmgirtin tê xwestin bi vî hawî bên teslîmgirtin. 3 sal berê ji ber erdheja li Îranê li ser gundên li sînor gelek kes kom bûbûn. Parlamenterên AKP'ê wê demê çûbûn gundan gef li welatiyan dabûn xwarin gotibûn 'Hûn ne razî bin em ê hemûyan bibin'. Leşkeran dîsa bi helwesta xwe rêbaza tirsê bi kar anîbûn. Li vir bi awayekî sîstematîk polîtîkayên çewisandinê tên bikaranîn."   Muazzezê da zanîn ku derdora mirovan bi qereqolan dorpêç kirine û welatî dikarin hema her demê bi tundiyê rû bi rû bimînin û wiha lê zêde kir:"Berdana guleyan a bi dehan caran ji bo zarokan dibe travmayeke mezin. Her wiha li herêmê ajalvanî û cotkarî bi rêya qedexeyan hatine xelaskirin û ji sed metreyî carekê kalekolek tê avakirin. Bi vî hawî bi birçîbûnê dixwazin terbiye bikin. Serdegirtina li Xaşkanê wekî dîmenên şer bû. Me hemû aliyên tundiya mêr dewletê di vê serdegirtinê de dît."   ‘Jinan hewl dan rê li ber bûyereke mîna helîkopterê bigirin'     Muazzezê bertek nîşanî daxuyaniya Waliyê Wanê jî da û got ku tundî rewa kiriye. Muazzezê avêtina Servet Turgut û Osman Şîba yên ji helîkopterê hatin avêtin jî mînak da û got: "Heman tundiyê dixwazin careke din bikin dewrê û rewa bikin. Ev kes ji ber ku nizanin wê ev dewlet çi bîne serê wan bertek nîşan didin. Jinan jî di vê çarçoveyê de bertek nîşan dan. Ji ber ku ji pêşeroja xwe bi fikar bûn xwestin bi qêrîna xwe rê li ber bûyereke mîna ya Osman Şîba û Servet Turgut ên hatin îşkencekirin bigirin."   'Gelê Elbakê bi van polîtîkayan nayê çewisandin'   Muazzezê diyar kir ku bi salan e bi zext û zoriyên ku tên kirin dixwazin Gelê Kurd bêdeng bikin û ev tişt got: "Dixwazin îradeya Gelê Kurd bi tundiya dewleta mêr radest bigirin. Dema ku di 3'yê Hezîranê de reberê me yê bajêr Omer Işik hatibû binçavkirin li korîdora mala wî gule teqandibûn. Îqtîdara AKP 'ê bi hêza çekê, dixwaze tundiya dewleta mêr bi taybet li ser Gelê Kurd û li ser tevahiya civakê misoger bike. Ev nayê qebûlkirin. Îro bi vê rêbaza li Elbakê  îradeya Gelê Kurd  hedefe hatiye girtin. Lê Gelê Kurd û şêniyên elbakê li hemberî van kiryaran wê serî netwînin û wê li îradeya xwe xwedî derkevin."   'Divê tecrîd bê bidawîkirin'   Muazzezê herî dawî diyar kir ku ew ê şopdarên bûyerê bin û ji salên 90'î û vir de tu tişt neguheriye, bi înkar û tundehesibandina bi sedan salan jî tu çareserî pêk nehatiye û tişta divê bê kirin vekirina rêya çareseriya demokratîk e. Muazzezê wiha dawî li axaftina xwe anî,:" Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê bidawîkirin û aştiya civakî bê misogerkirin."