'Li dijî îktidara dixwaze li gor xwe teşe bide civakê, jin têdikoşin' 2022-06-23 09:01:34     Medya Uren   AMED - Endama Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê Gulîzar Îpek derbarê polîtîkayên îktidarê yên li dijî jinan wiha got: "Îktidar dixwaze li gor xwe teşe bide civakê. Bi zimanê xwe yê cudakar û zayendperest re dibe sedema zêdebûna tundiyê. Lê belê jin li dijî vê têdikoşin. Wê bi mezinkirina tora xwe ya têkoşînê jî biguherin."   Polîtîkayê qirkirina jinan bi taybetî li bajarên kurdan bê navber didome. Jin tên qetilkirin, tecawiz li wan tê kirin, lê belê li beramberê  vê sûcdar nayên cezakirin û bi polîtîkayên bêcezahiştinê re tên xelatkirin. Endama Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê Gulîzar Îpek derbarê qirkirinên jinan û polîtîkayên li dijî jinan tên meşandin nirxandinên xwe parve kir.   'Zimanê îktidarê cudakar e'   Gulîzarê bi rêjeya zêdebûna qetlîamên jinan re dest bi axaftinê kir û wiha diyar kir: "Tenê di meha gulanê de 30 jin û 7 zarok hatin qetilkirin. 17 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Di derbarê wan de lêpirsînek baş nayê destpêkirin û tên nixumandin. Mirina gelek jinan weke întîxar an jî jibanketinê hatin binavkirin. Lê em baş dizanin ku bersûcên van komkujiyan diyar in û yên bi întîxarê serê wan hatine girtin jî komkujî ye. Ev jî nîşan dide ku her roja diçe li welat qetilkirina jinan zêde dibe. Sedema vê jî bê guman polîtîkayên îktidarê yên dijminahiya jinan dike ye. Mêrê ku serokwezîrtiya vê sîstemê dike diare ji jinan re gotina 'surtuk' an jî 'kesa qirêj bûye' bi kar bîne. Tenê bi vê re jî sînordar namîne. Ji jinan re dibêjin 'Jin e an keç e ne diyar e', 'Jin pêwîst e herî kêm 3 zarokan mezin bike', 'Jin û mêr ne wek hev in',  ‘Jin divê li mala xwe rûnê'. Bi vî rengî jî zimanê civakê yê tundiyê zêde dibe. Newekheviya di nava zayendan de jî zêde dike. Li cihê kû pêşî li tundiyê û newekheviyê bigirin, rê li ber van qirêjiyan vedikin."   'Dixwazin bi zimanê dadê êrişan rewa nîşan bidin'   Gulîzarê dema qala zimanê îktidarê kir bandorên din ên ku tundiya li ser jinê zêde dike bi vî rengî rêz kir: "Li dijî tundiyê û newekheviyê polîtîka nayên pêşxistin. Betalkirina Peymana Stenbolê, cudahiyên ku dixwazin di TCK 103'yan de pêk bînin, pêkneanîna qanûna 6284'an, bi pakêta darezê ya 6'emîn re destkeftiyên jinê kirine hedef. Ev hemû jî nîşaneyên polîtîkayên îktidarê yên dij jinan tên meşandin e. Bi guhertina TCK 103 re dixwazin tecawuza ser zarokan rewa bikin ango hemû êriş û tundiya li ser jinê bi zimanê dadê re dixwazin rewa bikin. Li aliyekî bêcezatî li aliyekî jî zimanê wan ê dij jinan dibe sedema zêdebûna qetilkirina jinan. Hema bêje me bi temamî baweriya xwe ya bi darezê wenda kiriye. Ji ber ku daraza mêr biryarên ku mêr diparêze dide."   'Daraza mêr bi bêcezahiştinê sûcdaran bi xelat dike'   Gulîzarê bi taybetî bal kişand ser bûyerên li herêmên kurdan rû didin û got: "Di demên dawî de li bajarên herêmê bi destê polîs, leşker, çawişên pispor an jî xebatkarên dewletê ve tecawizî gelek jinên kurd tê kirin. Car din ji aliyê heman kesan ve jî çeteyên bi zorê fihuşê bi jinan didin kirin derketin holê. Di meha derbasbûyî de qetilkirina Sakîne Kultur û Remzîye Apaydin jî ji van re mînakeke şênber e. Ev kesên qetil dikin, fuhuşê ferz dikin, bi rehetî dikarin bêjin tiştek bi me nayê. Di bûyera Îpek Er de jî, Musa Orhan ê tecawuz kiriye, digot tiştek bi min nayê. Bi vê piştgermiyê kesên bi unîforma bi rehetî her tiştî dikin û car din dizanin ku wê daraza mêr wan bi bêcezahiştinê bi xelat bike."   'Li ser nasnameya jinê êrişek piralî heye'   Gulîzarê diyar kir ku sîstem ji hêza jinê ya guhertin û veguherandinê ditirse ji ber vê sedemê jî timî jin di hedefa wan de ye. Gulîzarê êrişên sîstemê yên piralî nirxand û got: "Êrişî mafê jinan dikin, jinên li berxwe didin dixin girtîgehan. Me ev bi girtina Leyla Guven, Ayşe Gokkan, Canan Kaftancioglu re dît. Di demên dawî de li hemberî hunermendan êrişên zayendperest û nîjadperest tên meşandin. Tehemula wan ji ziman û hebûna kurdan re tune ye. Me bi qedexeyên wan re ev dît. Li hemberî nasnameya jinan êrişeke piralî tê meşandin."   'Em ê tora têkoşînê mezin bikin'   Gulîzarê herî dawî wiha axivî: "Em ê dev ji destkeftî û mafên xwe bernedin. Em ê destûra polîtîkayên cudakar ku dijminatiya jinan dike nedin. Em ê ji bo jiyanek wekhev û demokratîk tora xwe ya berxwedanê mezin bikin. Li hember sîstema ku dixwaze li gorî xwe şekil bide civakê em diguherin û em ê biguherînin jî. Wê tu qanûn û êriş nikaribin me ji vê daxwaza me paşve bibin. Binçavkirin, girtin wê me ji têkoşîna me neke. Em ji azadiyê hez dikin û em ê dev ji azadiyê bernedin."