Serpil Kemalbay a bertek nîşanî biryara ji bo kujer da: Divê em hesab bipirsin 2022-06-22 11:52:52   Melike Aydin    ÎZMÎR - Serpil Kemalbay a HDP'yî ya bertek nîşanî biryara derbarê kujerê Pinar Gultekîn da wiha got:"Ger em vê rejîma otorîter hilneweşînin em ê nikaribin ne edaleta mêr biguherin ne jî têkevin pêş cinayetên jinan. Em ê yek bi yek dozan bişopînin û di heman demê de hesap ji vê pergalê bipirsin."   Daneşîna doza kujerê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avci yê ku bi îşkenceyê Pinarê kuşt, kesê ku pêr bû alîkar Mertcan Avci, dayika kujer Ayten Avci, bavê wî Selîm Avci, hevjîna wî ya ku jê veqetiya ye Eda Karagun û şirîkê wî  Gokhan Orhan ku ji ber reşkirina delîlan jê tên darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê hatibû dîtin.    Pişti guhdarîkirina parêzerên aliyan, heyeta dadgehê derbarê Metîn Avci de cezayê muebeta giran da, lê pişter ev ceza bi hinceta ku tahrîk bûye daxist 23 salan û derbarê gûmanbarên din de jî biryara beraetê da.   Ji gelek aliyan ve derbarê biryarê de bertek hat nîşandan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay jî bertek nîşanî biryarê da û derbarê dozê de nirxandin kir.    'Divê em zêdetir xwe bi rêxistin bikin'   Serpilê da zanîn ku biryara dadgehê tê wateya "Lidijderketina azadiya jinê" û wiha pê de çû:"Heta rejîma mêr neyê hilweşandin wê komkujiyên jinan neyê sekinandin. Jinên aktivîst di doza Pinar Gultekîn de têra xwe cih negirtin. Divê em zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Dadgehê di vê dozê de darizandineke adîlane nekir. Bersûc dikaribû di rûniştina ewil de bihatana cezakirin lê belê ev biryar li demê hat belavkirin. Tiştên ku di doza Pinarê de em pê rû bi rû man berê jî em gelek caran pê rû bi rû mabûn. Me dît ku li ser jiyana jinên hatine qetilkirin lêkolîn bi berfirehî tê kirin û ji bo komkujî rewa bê nîşandin jin hatin teşhîrkirin."    'Feshkirina Peymana Stenbolê hêz da bersûcan'   Serpilê da zanîn ku feshkirina Peymana Stenbolê hêz da bersûcan û wiha lê zêde kir:"Cemal Metin Avci di rûniştinê de ji bo Peymana Stenbolê gotibû 'Baş e hatiye ferskirin'. Em ji vê yekê dibînin ku bersûc ji feshkirina Peymana Stenbolê hêzê digirin. Dibêjin 'Ez ê bikujim û çend sal şûnde derkevim'. Ger Peymana Stenbolê di meriyetê de baya û pêk bihata wê demê kujer dê bi giranî bihatana cezakirin. Wê birayê wî yê hevparê vê cinayetê bihata cezakirin. Wê malbata wî ya nîvê şevê hatin û xwestin delîlan ji holê rakin bihata cezakirin. Lê belê ji ber Peymana Stenbolê qanûna hejmara 6284'an pêk nayê kujer dest û lingên xwe kil dikin û dimeşin. Bi bêcezahiştinê tên xelatkirin. Di her pêvajoya dozê malbata Pinarê êşiya. Li vir beyana mêr esast hat girtin û biryara tahrîka neheqî hat girtin."   'Biryar li dijî azadiya jinê ye'   Serpilê bi lêv kir ku sîstema otoriter bandorê li ser saziyan dike û wiha pê de çû:"Dadgeh ne azad in. Li dijî tevgeha jinan zext hene. Biryar li dijî azadiya jinê ye. Di dozê de me xwest parêzerên femînîst jî hebin lê belê tevî hewldanên me hat astengkirin. Piştevaniyeke jinê ya ji têkoşîna civakî re dibe mînak heye lê belê divê mirov vê yekê bêtir bi hêz bike. Ger em vê rejîma otorîter hilneweşînin em ê nikaribin ne edaleta mêr biguherin ne jî têkevin pêş cinayetên jinan. Em ê yek bi yek dozan bişopînin û di heman demê de hesap ji vê pergalê bipirsin."