Dîcle Muftuoglu: Wê îktidar negihêje armanca xwe 2022-06-22 09:02:19   Medya Uren   AMED - Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu derbarê girtina 16 rojnamevanan de nirxandin parve kir û got: "Ev êrişên pêk tên ne nû ne. Lê belê berxwedana çapemeniyê ev 30 sal in domdar e. Îktidara dixwaze bi bêdengkirina çapmeniyê û civakê re îqtidara xwe li ser lingan bihêle wê negihêje armanca xwe. Em bêdeng nabin em ê li vir bin."   Li Amedê di 8'ê Hezîranê de bi ser malan de hat girtin û 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin. Di 16'ê Hezîranê de 16 rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Rojnamevan bi hinceta karûbarên rojnamevaniyê, naveroka nûçeyan, zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê hatibûn girtin. Di derbarê êrişên bi ser rojnamevanan de pêk hatiye Hevseroka Komeleya Rojnamevanan ya Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu axivî.   'Hewl didin civakê bê deng bikin'   Dîcle Muftuoglû dema qala êrişên bi ser çapemeniyê de hatine nirxand diyar kir ku ev êrişeke ne nû ye ku bingeha wê heta avabûna komarê jî dirêj dibe. Dîcleyê wiha berdewam kir: "Niha cardin êrişên îktidarê yên li ser rojnamevanan di rojevê de ne. Bi ser çapemeniyê de êrişeke pir alî tê meşandin. Yek ji wan sedemên herî girîng jî veşartina rastiyê ya ji gel e. Em li vir jî dibînin ku cihê îqtidarê diheje, ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj binixumînin rojnamevan girtin. Di eslê xwe de dixwazin beşa muxalîf bê deng bikin. Bi vê ve girêdayî bi ser rojnamevanan de tên. Bi civakek bêdeng re wê hewl bidin îktidara xwe dirêjtir li ser lingan bigirin."   'Bi girtin û sansuran dixwazin bibin asteng'   Dîcleyê qala salên 90'î û sîstema wê kir û wiha lê zêde kir: "Di salên 90’î de gelê kurd tune dihat hesibandin. Li hemberî wê jî gelê kurd berxwedanek mezin ji bo nasnameya xwe dida. Rastiya îqtidarê ya êrişker jî li holê bû. Bi qirkirin û bişaftinê polîtîkayeke mezin a tunekirinê didan meşandin. Çapemeniya azad jî ji bo deşîfrekirina van zextan lingekî girîng bû. Di heman demê de jî çapemeniya azad nasnameya têkoşîna gel jî ji gelên cîhanê re vedigot. Gelek îqtidaran cihê xwe ji hev re hiştin lê belê çi kêm, çi zêde ferqa wan ji hev nebûye. Rêbaza wan a êrişê tê guhertin, modelên wan ji hev cuda dibin lê belê hişmendiya wan nayê guhertin. Her tim ji bo bêdengkirina rojnamevanan, ji bo nûçeyan çênekin hewldanek hebû. Di salên 90'î de buroyên çapemeniyê hatin bombebarankirin, gelek kes hatin qetilkirin an jî di bin çavan de hatin wendakirin. Îro jî bi girtin, dorpêçkirin û sansuran dixwazin bibin asteng. Dîmenekî wiha li pêşberî me ye mixabin. Wê bi bêdengkirina me îqtidara xwe bidin birêvebirin."   'Pîşeya rojnamevaniyê tê darizandin'   Dîcleya ku qala îqtidarên armanca wan nayên guhertin, kir wiha diyar kir: "Me qala salên 90'î û êrişên bi ser kurdan dihatin meşandin kir. Di roja îro de jî bi heman rengî êrişek piralî li ser kurdan tê meşandin. Bi êrişên ji derveyî sînor re, bi qeyranan re rewşa wan a birêvenebirina dewletê eşkere ye. Çapemeniya azad di roja îro de jî van rastiyan baş dide xuyakirin. Dîmena heyî bi raya giştî re parve dikin. Ji ber vê yekê jî di hedefa îqtidarê de ye. Dema em li binçavkirina hevalên xwe û girtina wan temaşe bikin em ê bibînin ku ne tenê rojnamevan pîşeya rojnamevaniyê jî tê darezandin. Pirsa tu çima rojnamevaniyê dikî ji rojnamevanan tê kirin. Lê rojnamevan ji her rojê bi hêztir derdikevin kolanan. Bi girtinan nikarin çapemeniyê bêdeng bikin."   'Em paşve gav navêjin'   Dîcleyê bi lêv kir ku ji salên 90'î ve çapmenî bêdeng nebû û wiha pê de çû:"Dema rojname hate bombebarankirin jî roja din cihekî din hate vekirin û xebatê berdewam kir. Di salên 2016'an de gelek pêkhateyên çapemeniyê hatin girtin. Lê çapemeniyê bi alternatîfên ava kiriye re bi awayekî rêya xwe berdewam kir. Îro jî wê heman tişt biqewime. Çalakiyên li dijî girtina 16 kesan pêk tên jî vê nîşan dide. Tora piştevaniyê jî vê yekê nîşan dide. Hevalên me piştve gav navêtin. Her roj ji bo zêdetir nûçeyan çêbikin daketin kolanan. Her roj rojnamevan li ser wê çawa barê hevalên xwe hilgirin, diaxivin. Bi vê re herkes jî dibe şahid ku çapemenî bêdeng nabe. Hevalên me bêdeng nabin. Soza me heye û em ê heta dawî li pey soza xwe bin."