Ji jinan li dijî biryara doza Pinar Gultekîn bertek 2022-06-21 09:41:30   Melîke Aydin   MUGLA - Jinên ku bertek nîşanî daxistina cezayê kujerê Pinar Gultekîn dan, diyar kirin ku êdî baweriya wan bi edaletê nemaye û anîn ziman ku biryar bi taybetî wê jinên ciwan ji qada civakî dûr bike.   Daneşîna doza kujerê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avci yê ku bi îşkenceyê Pinarê kuşt, kesê ku pêr bû alîkar Mertcan Avci, dayika kujer Ayten Avci, bavê wî Selîm Avci, hevjîna wî ya ku jê veqetiya ye Eda Karagun û şirîkê wî  Gokhan Orhan ku ji ber reşkirina delîlan jê tên darizandin duh li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê hat dîtin.    Pişti guhdarîkirina parêzerên aliyan, heyeta dadgehê derbarê Metîn Avci de cezayê muebeta giran da, lê pişter ev ceza bi hinceta ku tahrîk bûye daxist 23 salan û derbarê gûmanbarên din de jî biryara beraetê da.   Ji gelek aliyan ve derbarê biryarê de bertek hat nîşandan û jinên ku 13  daneşînên dozê şopandin jî diyar kirin ku êdî baweriya wan bi edaletê nemaye.   'Doz neqedya ye û ji bo me nû dest pê dike'   Ji Partiya Kedkaran a Tirkıyeyê (TÎP) Îstem Akkoyunlu got, "Êdi jin ne di ewlehiyê de ne, di doza kuştina ku bi malbatî hatiye kirin û delil li ortê ne de biryareke bi vî rengi dayîn tê wateya ku êdî daraz têk çûye. Doz ji bo jinan neqediya ye û nû dest pê dike."   'Kesên peymana Stenbolê fesih kirin hevkarên sûc in'   Ji Weqfa Aştiyê Bariş Aydogan jî anî ziman ku ji bo jinan karaseta hiqûqê hat jiyîn û ev tişt got, "Li ser navê vî welatî biryara rüreşiyê hat dayîn. Kesên ku ev biryar dan û ên ku Peymana Stenbolê fesih kirin hevkarên vi sûcî ne."   'Em li zanîngehan jî ne di ewlehiyê de ne'   Ji Pîrebokên Kampûsê Zîlan Kubat jî got, "Bi salan me got em li zanîngehan ne di ewlehiyê de ne.  Em dibînin ku pergala serdest a mêr bandora xwe li ser zanîngehan jî dike û em li kampusa xwe ne di ewlehiyê de ne. Ji xwe ji aliyê pergalê ve her tundî li me tê kirin û ya nava malbatê jî lê tê zêdekirin. Di rewşa ku em xwe di ewlehiyê de his nakin jin ji qada civakî tên dûrxistin. Çawa ku me li 13 daneşîna ji bo jinan edalet xwest em ê wekî jinên ciwan vê pêvajoyê jî bişopînin. Ev cînayet ne tesadûf in. Em banga rêxistınê li jinan dikin."   'Pirsgirêka me ya girîng ew e ku mêr nünertiya me dikin'   Ji komeleya Piştevanî û Serlêdanê ya Jinan a Muglayê Gulsum Nazlioglu, bi bîr xist ku mudaxeleya jinan nayê qebûlkirin, parêzerên dozan mêr in û bi awayekî ji rêzê tevli dozên jinan dibin.  Zeynep wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em dozên Zeynep Şenpinar û Guleda Cankel bînin bîra xwe. Di doza Zeynebê de cezayê giran nehat dayîn. Tenê muebet hat dayîn. Lı gel ku delîlên şênber jî hebûn. Parastına hevpar a kujeran lêpirsînkirina jiyana jina ye û şopandina jiyana wan e. Ger ku parêzer jin bûna dikaribûn rewşa heyî ji civakê re vegota. Malbat dozan didin mêran. Lê di doza Zeynep de û ya Pinarê de jî parêzerên feminînst xwestin parastinê bikin lê daxwaza wan nehat qebûlkirin. Nûnertiya me mêr dikin."   'Jin dema red dike tê qetilkirin'   Gulsumê herî dawi ev tişt got, "Ji ber ku malbata kujerê Pinarê bi hêz e her kes dibêje 'çi karê Pinarê li gel mêrê zewicandi heye' lê tu kes nabêje ku 'çi karê mêrê zewicandî li gel Pinarê heye'. Li gel ku li pinarê zorî hatiye kirin. Jin ji ber ku red dikin jî tên qetilkirin. Ev qirkirineke ku bi malbatî hatiye kirinê ye."