Daxwaza darizandina kujerê Pinar Gultekin hat kirin 2022-06-20 13:17:44     MUGLA - Beriya danişîna doza kujerê Pinar Gultekin, jinan daxuyaniyek da û gotin: "Bi hincetên cuda dixwazin kujer biparêzin. Lê belê em dibêjin em ê ji bo kujer cezayê giran bigire em ê di nav têkoşînê de bin."   Xwendekara zanîngehê Pinar Gultekin li Muglayê di 21'ê tîrmeha 2020’an de hat qetilkirin. Derbarê Cemal Metîn Avci û malbata wî de doz hat vekirin. Beriya danişînê Platforma Ji bo Pinar Gultekîn Edalet li ber Edliya Muglayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta 'Ji bo jinan edalet, bila kujer bên cezakirin' hat vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Pinar Gultekîn sedema serî rakirina me ye", “Ne edaleta mêr, edaleta rasteqîh", “Şefîka Gultekîn ne bi tenê ye", “Ne jinan kujeran rawestîne" û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Daxuyanî ji hêla Zîlan Kubat ve hat xwendin.    Zîlan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser helwesta şandeya dadgehê û got: "Li vir ne kujer, jiyana Pinarê tê darizandin. Ne kuje rû ne jî kesên ku alîkarî dane kujer tên darizandin. Ev tişt tê wateya zîhniyeta serdest a mêr. Ev zîhniyeta bi polîtîkayên dewletê bandorê li darazê dike. Em jin tu carî vê tiştî qebûl nakin. Cemal bi tenê serê xwe Pinar nekuştiye, li malê birayê wî Mertcan Avci jî heye. Di windakirina delîlan de rola malbatê heye. Di nav 2 salan de ligel îtîrazên ku hatî kirin û delîlên heyî Mertcan Avci nehatiye girtin."   Zîlan, diyar kir ku betalkirina Peymana Stenbolê hêz daye kujeran û wiha axivî: "Kujer dibêjin min jinek kuşt lê tiştek nayê serê min. Ev tişt nîşan dide ku mêr ji hêla daraza mêr vê tê parastin û kuştina jinan jî dom dike. Ji bo jiyaneke bi ewle em ê li ber edliyê, li kolanan bin û em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Xwendekarên zanîngehê bi sîstematîk bi tacizê re rûbirû dimînin. Li Koteliya Muglayê dijminatiya li hemberî jinan didome. Li hemberî kesên ku têkoşîna jinan asteng dikin em ê bêtir têkoşîna xwe mezin bikin. Ne tenê Cemal Metîn Avci divê malbat bi tevahî ceza bigire."   Piştre jî Platforma Jinan a Datçayê, Jin bi Hev re bi Hêz in a Îzmîrê, Meclîsa Jinan a Mûglayê û Pîrebokên Kampûsa Muglayê jî daxuyaniyek dan.