‘Divê kurd li dijî êrişan bibin yek’ 2022-06-20 09:13:02   ŞIRNEX - Malbatên ku xizmên wan di pêvajoya qedexeya derketina derve ya 2016'an de jiyana xwe jidest dane, êrişên Tirkiyê yên li dijî kurdan şermezar kirin ku divê kurd li dijî êrişên Dewleta Tirk bibin yek.   Êrişên Tirkiyê yên bi hevkariya PDK’ê li hemberî Herêma Federal a Kurdîstanê 2 meh li pey xwe hiştin. Piştî ku Tirkiyê tevî van êrişan nekarî encamek wergire êrişên xwe berfirehtir kirin û li dijî Rojava jî dest bi êrişan kir. Her wiha li dijî êrişên Tirkiyê bertek û nerazîbûnên gel jî berdewam dikin. Malbatên ku xizmên wan di qedexeya derketina derve ya Şirnexê de jiyana xwe jidest dan, êrişên Tirkiyê şermezar kirin û banga aştiyê kirin.   Yek ji welatiyên ku di qedexeya derketina derve ya Silopiyê ya di sala 2016’an de jiyana xwe ji dest da Hasan Sanir ê 75 salî bû. Hasan di nava xelkê de wek Mele Hesen jî dihat nasîn û yek ji rûspiyên Silopiyê bû. Hasan dema derdikeve qata duyemîn a mala xwe tê kuştin û cenazeyê wî 13 rojan ji ber qedexeyê nayê girtin. Hevjîna Hasan, Ayşe Sanir anî ziman ku êdî ew naxwazin xwîn were rijandin û pevçûn çêbibe. Ayşe, destnîşan kir ku Gelê Kurd gelek berdelên giranbûha dane û hê jî li ber xwe dide. Ayşe, got: “Ji bo nasnameyekê azad û doza aştiyê têkoşînek mezin tê dayîn. Ew zilma ku me dîtiye êdî bes e. Li her devera cîhanê mafên mirovan heye. Lê belê tenê mafên me yê kurdan nîn e.”   ‘PDK li pêşiya Gelê Kurd asteng e’   Ayşe, destnîşan kir ku heke kurd tîfaqa xwe ava bikin dê azadî û serxwebûn jî pêkan be û wiha pêde çû: “Ji ber PDK’ê pêşiya kurdan hatiye girtin. Di dîrokê de gelek pêşmerge ji ber şer hatibûn vê derê û xelkê me alikariya wan kir. Lê îro PDK bûye hevalê dewleta Tirk. Şerm e. Banga min ew e ku bila hemû kurd tîfaqa xwe ava bikin û welatê xwe biparêzin. Em aştîyek mayînde û edaletê dixwazin. li  me kurdan  gelek neheqî tê kirin.”   ‘Kurd ji zilmê re serî natewînin’   Her wiha di qedexeya derketina derve ya Şirnexê de jî xebatkarê tendurîstiyê Cemal Uygur(35) di sala 2016’an de jiyana xwe ji dest dabû.  22 gule reşandibûn bedena Cemal. Dayika Cemal, Kumru Uygur diyar kir ku Cemal 13 salan di nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de xebitî û wiha axivî: “Gava Cemal li Şirnexê hat qetikirin em li Silopiyayê bûn. Piştî ku kurê min jiyana xwe ji dest da, xaniyê me yê Sîlopiyê jî şewitandin û me xwe bi zorê jê xelas kir. Piştre em hatin Şirnexê bi cîh bûn. Gelek zilm li me hate kirin, em wê zilmê tu carî ji bîr nakin. Heta em sax bin ji vê zilmê re serê xwe natewînin. Heke hemû kurdan biqedînin jî kurd ji doz û mafê xwe venagerin.”   ‘Ji bilî yekitiyê xelasiyek nîne’   Kumru, di dawiya axaftina xwe de banga yekitiyê kir û got: “Zilma li ser me tu carî neqediya û niha jî berdewam dike. Em ji vî şerê ku niha li herêmên kurdan tê kirin nerazî ne. Em kengê dibêjin aştî û wekhêvî ew dibêjin kuştin û neyartî. Li dijî van êrîşan divê kurd bibin yek. Ji xeynî wê çareyek nîne.”