Gulê Kaçar: Êdî bes e ji îxanetê re ez cenazeyê kurê xwe dixwazim 2022-06-20 09:04:51   COLEMÊRG – Malbata Suleyman Kaçar ê ku di encama îxaneta PDK'ê de di 2021'ê de hat qetilkirin nêzî salekê ye li cenazeyê kurê xwe digere. Dayîka Suleyman Gulê Kaçar, bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re û nedana cenazeyê kurê xwe da. Gulê got, "Êdî bes e ji îxanetê re û ez cenazeyê kurê xwe dixwazim.   Artêşa Tirk  bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17 nîsanê de operasyona leşkerî li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna ên giredayî Herêma Federe ya Kurdistanê da destpêkirin û van êrîşên xwe berdewam dike. Li ser xeta sînor ê di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin û heremên ku nêzî xeta sînor in jî ji êrîşan neyînî bi bandor dibin. Malbatên li ser sînor ji ber êrîşên tên kirin bi bertek in.   Yêk ji wan malbatên xwedî bertek jî malbata Suleyman Kaçar ê HPG'î ye. Suleyman di sala 2012’ande tevlî nava tevgerê dibe û di sala 2021’ê de ew û 4 hevalên xwe dema ku diwazin derbasî milê Colemêrgê bibin di encama êrîşa PDK'ê de jiyana xwe ji dest didin. Piştî ku Suleyman jiyana xwe ji dest dide ev salek e malbat li cenazeyê kurê xwe digere û hê jî tu agahî jê negirtiye.     Dayika Suleyman Kaçar Gulê Kaçar derbarê eqûbeta kurê xwe de axivî   Gulê da zanîn ku çuye Herêma Federel a Başûrê Kurdistanê li gel hemû peywirdaran têkilî daniye û got, li gel ku hemû îmkanên di dest xwe de bi kar anîne jî tu agahî di warê cenazeyê kurê xwe de negirtiye. Gulê diyar kir ku ew nêzî salekê ye ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne hewl did û wiha avivî: “Ev kesên ku kurê min kuştiye, ez cenazeyê kurê xwe ji  wan dixwazim. Daxwaza min ev e ku cenazeyê kurê min bidin û ez bikarim carna biçim ser gora kurê xwe. Meha Cotmehê me agahî girt ku kurê min jiyana xwe dest daye. Ji wê demê heta niha, ji bo ku em cenazeyê kurê min bigrin em di nav hewldanan de ne. Em ji hêzên PDK pirs dikin û ew jî, ji me re dibêjin, ‘Me ne kuştiye û me ne ditiye û ji me ne pirsin'. Em jî baş dizanin ku wan kuştiye û em bawer in jî. Em nizanin çi li cenazeyê me kirin, lê disa jî em cenazeyê xwe ji wan dixwazin. Dibe ku cenazeyê me şevitandibin û avetibin  cihekî jî.”   'Bi destê birayê xwe hat kuştin'   Gulê di domandina axaftina xwe de got, “Xwîna kurê min bi destê leşkerên Mesûd Barzanî ve ye.”  Gulê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ez baş di zanim ku lawê min wan kuştiye. Bila ji me re bêjin ‘me kuştiye cenaze di destê me de ye’ qet nebe bila dilê me rehet bibe. Şerm nake hêj jî îxanetê dike. PDK ji bo kurdan bê wicdan e. Bila bes xeletiyan bike, bese êdî bila birayê xwe nekuje. Heta kengî wê di nav îxanetê de be. Kurê min dewleta tirk kuşti ba, min ê fêm kiriba. Lê mixabin bi destê birayê xwe hat kuştin.  Ez ji ber vê gelek bi hêrs im.”   ‘Bila rê nedin dijmin’   Gulê Kaçar bertek nîşanî hevkariya PDK ya bi dewleta Tirk re da, operasyonên li ser herêma Zap, Avaşîn û Metîna şermezar kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heq nîne ku PDK tevlî operasyona kuştina birayê xwe bibe.  Ez bang dikim ku demlidest dest ji vê xeletiya xwe berdin. Mesûd Barzanî dê heta kengê bi Kurdan re şer bike? Bila demlidest cenazeyê me bide. Ev der axa Tirkiyeyê nîne, axa Gelê Kurd e. Barzanî axa me dide destê Tirkiyeyê. Ger ku PDK û Barzanî wiha berdewam bikin dê axa di destê xwe de jî winda bikin. Êdî bila rê nedin dijmin û bila dijmin ji axa me derke.”