Ji ber rengên kesk, sor û zer êrîşa nîjadperest 2022-06-20 09:03:37   Oznur Deger   ENQERE - Meseret Karakaya ya Etiyopyayî ji ber rengê kesk, sor û zer li ser tabeleya restoranta wê hebû rastî zexta polîsan hat û tabeleya wê bi rengê spî hat boyaxkirin. Meseret ev salek bi tehîd û êrîşên nîjadperest yên polîsan re tê rû hev. Li ser van êrîşan serî li CÎMER’ê daye û di bersiva hat dayîn de jî polîs tên parastin.    Desthilatdariya AKP-MHP’ê nîjadperstî kiriye îdeolojiya fermî li hemû welat, li bajar, kolanan vê dide xuyakirin. Di encama gotinên nijadperest de êrîş bê navber didomin. yek ji bajarên ku êrîş û gotinên nîjadperest lê giran bûne Enqere ye. Li hember Kurdan, Elewî û hemû penaberan dijminahî tê meşandin.   Li dijî rengan bêtehemulî   Di 17’ê Hezîranê de mînak dawî hat jiyîn. Li navçeya Çankayayê li taxa Kizilay di merasîma vekirina restoranta ku ji aliyê kesên Somalî û Etiyopyî ve hatibû vekirin de pêk hat. Emniyeta Enqereyê rengê kesk, sor û zer yên ser tabelayê kirin hincet û gotin ev rengên terorîst in û tabela bi rengê spî boyax kirin. Dîmen di çapemeniya civakî de hatin ditin. Parlamenterê partiya DEVA yê Stenbolê Mustafa Yeneroglu ku tevli merasîmê bû navbera wî û polîsan de alozî derket.    'Ev ne êrîşa ewil e'   Xwediya kargeriyê Meseret Karakaya der barê mijarê de axivî û da zanîn ku ev êrîş ne ya ewil e û ev saleke di bin êrîşan de ne. Meseret 10 sal berê hatiye Tirkiyeyê û bûye hemwelatiya Tirkiyeyê. Meseret diyar dike ku salek e êrîşa polîsan li ser wan heye û piştî êrişa li hember penaberên Sûriyeyê ya li Altindagê polîs her tim bi ser kargeha wan de girtine, bêyî destur û raye muşterî bi zor ji hundir derxistine.   Zexta aborî   Meseretê daxuyakirin ku ji ber zextan di alî aborî de jî bi bandor bûne û hatine asta îfîlasê, muşterî ji ber tirsê nayên kafeya wan. Meseret li dijî zextan di 4’ê Mijdara 2021’ê de serî li Navenda Ragîhandina Serokomariyê (CÎMER) dide.   CÎMER’ê  polîs parastin   Mehek piştî serlêdanê di 1’ê Kanûna 2021’ê de bersiv ji CÎMER’ê tê û hat parastin ku êrîş li gorî hiqûq û talîmatê ne.  Meseretê daxuyakirin ku bi îdiayên dijrastiyê yên wekê ‘bi kaçaxî kes xebitandin, alkol firotin’ gelek caran polîsan erîşî wan kirine.   Ev rengên ‘terorîst in’   Herî dawî polîs di 17’ê Hezîranê de bi ser merasîma vekirina restoranê de digirin û dibêjin ev ‘rengên terorîstin’. Meseretê berteka xwe wiha anî ziman: “Ev rengên ala welatê min in. Rengê welatê min e. Kesk, sor, zer û şîn jî di nav de heye. Komeke ciwanên dildar ji bo me kêfxweş bikin tabeleya me rengîn kirin. Bi rengên ala me boyax kirin. Gelo çima terorîst e. Em neçar man ku spî boyax bikin. Mudaxaleyê navê tabelayê jî kirin. Gotin ‘SAAB’ navê biyanî ye divê tu biguherî. Wateya SAAB xurtbûne. Belê em xurt in. Gelo çi gumana vî navî heye.”   AKP van êrîşan dike   Meseretê bertekên xwe wiha domand: “Polîsan got ‘Em we wek reşik li Kizilayê naxwazin, hun ji vir biçin’. Tevî her tişt qanûnî ye jî êrîş dikin. Ez çima kargeha xwe bigirim. Her tişt qanûnî ye. Ez wisa difikirim ku ev hemû ji aliyê AKP’ê ve tên kirin. Ji ber van zextan neçarim kargeriyê dewr bikim. CÎMER’ê  gotiye kar û barên pêwist tên kirin. Gelo bi serdegirtin û derxistina muşteriyan ev kar û bar tên kirin. Ev 10 sale li vir im. Lê ev saleke her tişt pir cuda bûye. Yên li gorî qanûnan dijîn jî nerehet dikin.”