Rojeva jinan tecrîd û girtîgeh in 2022-06-20 09:01:37   Marta Somek   STENBOL- Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Yuksel Mutlu der barê komxebata TJA’yê ya ‘Li girtîgehê jin’ de axivî û got: “Bidawîbûna tecrîdê ji bo me wateya em di meşa azadiya jinê de pêş ketine ye.  Bi jinan re hêz û enerjiyek wisa heye. Jin dixwazin demildest çareserî pêk bê.   Rojeva jinan a rojên pêş wê tecrîd û girtîgeh bin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA), di 11’ê Hezîranê de komxebata bi navê ‘li girtîghê jin’ pêk anî û seranserê rojê çar runiştin pêk hatin. Ji rêxistinên civaka sivîl, hiqûqnas, rêxistinên jinan, siyasetmedar û meclîsên jinan, aktîvîst femînîst, rojnamevan, parêzvanên mafê jinan, dayikên aştiyê û xizmên girtiyan ku tevli Nobeta Edeletê bûne tevli komxebatê bûn.   Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Yuksel Mutlu ku di komîsyona amadekariya komxebatê de cih girt ji ajansa me re nirxandin kir.   Li erdnîgariyek bi êş girtin   Yukselê diyar kir ku girtîgeh bi salane birîna mezin a Tirkiyeyê ne û wiha vegot: “Yên siyasetê dikin, hêzên demokrasiyê, jin, ciwan û hemû ji rewşa girtîgehan bi bandor dibin. Tirkiye welatê darbeyan e. Ji ber van darbeyan her tim kesên demokrasiyê diparêzin yên muxalefetê dikin, yên rizgariya jinê diparêzin tên girtin, bi salan mafên wan tên binpêkirin. Li erdnîgariya bi êş her tim girtîgeh di rojeva girtiyan de ne. Girtiyan rojeva xwe kirin jiyana me.”   Mijarên komxebatê û nîqaş   Yukselê bi lêv kir ku mijarên komxebatên birîneke mezin a welat in û wiha dirêjî dayê: “Nasnameya me bawerî û her tişt dibe mijara nasnameyê û em di warê nasnameyan de jî ne azad in. Pergala Tirkiyeyê li ser yek netew dewlet li ser Tirkbûn û Sunîbûnê ava bûye. Ji bilî vê feraseteke ku hemû nasnameyan red dike heye. Di komxebatê de jî em li ser jinan ku di hundiran de hatine hespkirin axivîn.  Sernavê komxebata ‘Di girtîgehê de’ jin wiha bûn. Jinan di salên 70’yî de ev çawa kirine tecrube, di salên 80-90 û 2000'î de jinek ciwan vê çawa dike tecrube û çi dijî? Encamên vê, travmayên wê bandora li ser malbatan çi ye? Me seranserê rojê ev nîqaş kirin. Hema hema di her runiştinê de me tecrubeyên hatine kirin nîqaş kirin me hemû çîrokên trajîk û trajîkomîk bi hevalan re nîqaş kirin.”   Girtiyan tiştên jiyabûn vegotin   Yukselê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Tiştên li girtîgehên Amed, Metrîs û Mamakê hatine jiyîn me guhdar kirin. Binpêkirina mafan, şewitandina înfazan, rewşa girtiyên nexweş, ferasta li dijî Aysel Tugluk di komxebatê de hatin destgirtin. Ji her alî jin hebûn û di vê komxebatê de jinan xwe îfade kir.  Di encama nîqaşên rojekê de nêrîn û pêşniyar hatin girtin. di runiştina çaremîn de hemû jinan pêşniyarên xwe kirin. di encamê de derket holê ku girtîgeh qadên berxwedana jinan e û jin ji kîjan ferasetê fikrî dibin bila bibin li girtîgehan hiyerarşiyê li aliyekê dihêlin û  perwerda xwe pêk tînin, komunên xwe ava dikin û jiyaneke azad organîze dikin û li derve jî malabtên xwe birêxistin dikin.”    Li ser mezinkirina têkoşînê xebat   Yukselê destnîşan kir ku di komxebatê de li ser tiştên ku dikarin bikin sekinîne û wiha daxuyand: “Di encamê de pêşniyarên pir xurt derketin holê. Di nav pêşniyaran de pêkanîna kampanyayan, yekitiya jinan û der barê mijarê de jî pêşniyara organîzekirina însiyatîf û koordînasyonan hat kirin. Em ê pêşniyaran wek komîsyona amadekariyê kom bikin. Di demên pêş de dikare ev vegere konferansek navneteweyî. Em li ser mezinkirina piştevaniya bi jinên girtî re sekinîn. Li ser mezinkirina têkoşînê, rêxistin û meşandina faliyetan nîqaş hatin meşandin.”   ‘Em mijara me hemûyane’   Yukselê balkişand ser rewşa girtîgehan û diyar kir ku tu tişt ji silav û merhabeyeke ji hevalên girtî re tê şandin ne bi nirxtir e û wiha  bi lêv kir: “ Lê desthilatdariya serdest vê asteng dke. Silavek gelek bi nirx e. Dema hevdîtinên vekirî de nahêlin malbat silavekê bidin girtiyên din. Ji ber ew dizanin ku ew silav gelek bi nirx e. Pêşniyarek wisa jî hat. Ji bo hevalan name û pirtûk şandin. Me nîqaşên xurt di vê mijarê de jî kir û heqîqet derket holê. Di nava mîvanên me de jinên ku qet girtîgeh neketibû rojeva wan jî hebû. Bi matmayî temaşe kirin û gotin wan evqas nizanibûn. Divê em vê ji civakê re vebêjin. Divê em ve mijare bikin civakî. Ji ber ku ev mijar mijara me hemûyan e.”   ‘Tecrîdê em hemû dorpêç kirine’   Yuksel li ser tecrîda giran a li hemû derê belav bûye sekinî û wiha destnîşan kir: “Tecrîd ne tenê li girtîgehan li ser her alî civake ye. Ew tecrîd îro demokrasiyê jî tune dike. Dibe sedema neçareseriya pirsgirêka kurd. Dibe sedema kuştinên jinan. Ji ber vê  bidawîbûna tecrîdê tê wateya ku riya azadiyê vebe.   Divê em li dijî tecrîdê bêdeng nemînin, bertekek xurt nîşan bidin. Jin xwedî hêz û enerjiyek wisan e. Jin dixwazin ev demildest çareser bibe. Demên pêş de wê xebatên me di vê mijarê de bidomin.”