Rûniştina biryarê sibehê ye: Em têkoşîna edaletê ya Pinarê bigirin ser milê xwe 2022-06-19 09:07:11   Rozerîn Gultekîn-Safiye Alagaş   STENBOL - Rûniştina gumanbarên ku Pinar Gultekîn qetil kir sibehê tê dîtin û beriya rûniştinê endama Jinên Ciwan a Azad Berfîn Polat axivî û got: “Em bang li hemû kesî dikin ku di 20’ê Hezîranê de xwedî li têkoşîna edaletê ya Pinarê derkevin.”   Li Muglayê di 21’ê Tîrmeha 2020’î de xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn ji aliyê gumanbar Cemal Metîn Avci ve bi îşkencê hatibû qetilkirin. Der barê gumanbar Cemal Metîn Avci, birayê wî Mertcan Avci, dayika wî Ayten Avci, bavê wî Selîm Avci, hevjîna wî ya dest jê berdabû Eda Karagun û hevkarê wî Şukru Gokhan Orhan de doz hatibû vekirin lê tenê gumanbar girtî dihat darizandin. Ev du sal in jî hîna biryarek ji dozê derneketiye.   Di 12’emîn rûniştinê de merciya dadgehê mutala aşkera kir û der barê gumanbar de ji sûcê ‘plankirî kes kuştin’,  der barê birayê wî Mertcan Avci de ‘alîkariya sûc’ de cezayê muebeta giran hat xwestin, der barê dayika wan Ayten Avci, der barê bav Selîm Avci, Eda Karagun û hevkarên wî Şukru Gokhan Orhan de ji sûcê reşkirina delîlan di navbera 2 û 5 salan de ceza hat xwestin.   Endama Jinên Ciwan a Azad Berfin Polat der barê polîtîkayên bêcezahiştinê yên desthilatdariyê de axivî û got heta ji bo Pinarê edelet neyê wê têbikoşin.   Gumanbar nayên darizandin, jin tên lepirsînkirin   Berfînê destnîşan kir ku dema jin tên qetilkirin rastî êrîşan tên dewlet û daraz li şûna jinan biparêzin gumanbaran bi polîtîka bêcezahiştinê xelat dikin û gumanbar ji vê cesaretê digirin û wiha dirêjî dayê: “Li şûna gumanbar bên darizandin li salonên edliyeyê terza jiyana jinan tê lêpirsînkirin. Li dibistan, zanîngehan rektorên qeyûm, li kargeriyan karsaz, li kolanan notirvan û polîs, li salonên dadgehan jî  dozger gumanbaran diparêzin.  Dewlet bi vî awayî dixwaze jinan hepsê malê bike. Jin li dijî polîtîkayên dewletê têkoşîna edeletê didin. Dewlet jî di ferqa vê têkoşînê de ye û ji bo pêşî lê bigirin serî li her rê didin.”   ‘Dayik, bav û bira hevkarên vê komkujiyê ne’   Berfînê daxuyakirin ku piştî qetilkirina Pinarê tenê gumanbar Cemal Metîn Avci wek gumanbar hat nîşandan û wiha pê de çû: “Lê jinan di her derfetê de got gumanbar ne tenê Cemal Metîn e. Dayik, hevjîna berê, bira û bav jî hevkarên vê qetilkirinê ne. Di encama têkoşîna jinan û parêzeran de hat tespîtkirin ku roja qetilkirinê sînyalên telefona Cemîl Metîn jî cihê qetilkirinê nîşan dide. Li şûna Cemal Metîn bê lêpirsînkirin Pinar hat lêpirsînkirin. Ger gumanbar bihata darizandin wê gumanbaran cesaret negirtiba.”   Gumanbar ji serokomar cesaret girt   Berfînê daxuyakirin ku gumanbar Cemal Metîn Avci li salona dadgehê fehskirina Peymana Stenbolê bi kêfxweşî pêşwazî kiriye û gotiye ‘baş e ku hatiye feshkirin’ û wiha pê de çû: “Gumanbar ji serokomarê ku peyman fehskiriye cesaret girtiye. Ger Peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 pêk bihata wê mêran wisa jin qetil nekiriba, tacîz nekiriba, şîdet pêk neanibûna. Peyman mertala jinan bû.”   Dayika Pinarê hedefa dewleta mêr e   Berfînê diyar kir ku li salonên ku gumanbar dihat darizandin dayika Pinarê, Şefîka Gultekîn bi hinceta bertek nîşanê kujer daye bi sûcdariya ‘tehdîd û heqeret’ doz lê hatiye vekirin û ev tişt anî ziman: “Jin gumanbaran li salonên dadgehê didarizînin. Yek ji van jinan dayika Pinarê bû. Dayika wê têkoşîna edaletê dide. Ji ber dewleta mêr kujer diparêze, jin kujeran didarizînin. Dayika Pinarê  ji ber têkoşîna keça xwe dimeşîne dibe hedefa dewleta mêr.”   Em xwedî li têkoşîna Pinarê derkevin   Berfînê destnîşan kir ku heta ji bo Pinarê edalet pêk neyê wê dengê xwe bilind bikin û wiha dawî lê anî: “Ji bo edalet pêk bê em xebatên cuda dimeşînin. Gelek xwendekarên zanîngehê tê de wek Jinên Zanîngehê daxuyanî tên dayîn. Em wek Jinên Ciwan a Azad bi wêneyên Pinarê çalakiyên ajîtasyonî pêk tînin. Em belavokan belav dikin û ji bo doza 20’ê Hezîranê ya li Muglayê tê dîtin bang dikin. Em banga xwedîderketinê li hemû jinan dikin.”