Jinên siyasetmedar: Çapemeniya kurd tevî hemû zextan têdikoşe 2022-06-19 09:04:26   Medya Uren   AMED - Jinên siyasetmedar li dijî girtina 16 rojnamevanan bertek nîşan dan û gotin: “Ev demek dirêj e li dijî çapemeniya kurd êrişekê didin meşandin. Di salên 90’î de rojnamevanan, îro jî rojnamevaniyê qetil dikin. Lê belê çapemeniya kurd tevî hemû zextan têdikoşe û paşve gavê navêje.”   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di 8’ê hezîranê de hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina 8 rojan jî ji 22 kesan 16 rojnameger hatin girtin. Di derbarê girtina rojnamegeran de ji partiyên siyasî saziyên sivîl bertek bilind dibin. Derbarê mijarê de jinên siyasetmendar jî bertek nîşan dan û gotin ew ê nikaribin bi zextan çapemeniya azad bêdeng bikin.   ‘Em ji dîroka çapmeniyê dizanin ew piştve naçin’   Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran diyar kir ku dema îktidar dikeve tengasiyê dest bi şer û êrişan dike. Beycan wiha berdewam kir: “Li gel van êrişan bi taybetî jî zexteke mezin li ser çapemeniya kurd dikin. Ev êriş ji hev ne qût in. Saleke em ji tevgera girseyan fêm dikin ku hêrsa gelê kurd, kedkaran, rêxistinên jinan û hemû beşên ku têkoşîna azadiyê didin li dijî îktidara faşîst a heyî zêde bûye. Li beramberî van bertekan astengiyan derdixin. Di vî alî de çapemenî di cihekî krîtîk de cih digire. Gotina rastiyê ragihandina nûçeyan a ji bo gel xeta rojnamegeriya gel e. Ev girtin jî ji bo bêdengkirinê êrişek bû. Lê em dizanin ev êrişên li dijî çapemeniya kurd wê encamê negirin. Em ê li ser navê wan, bi wan re, di hundir de û ji derve hewl bidin bibin dengê wan û bi wan re têbikoşin.”   ‘Çapemeniya Kurd bi hêz e’   Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy jî wiha êriş nirxand: “Hevalên me xistin bin çavan û ji bo çi hatin binçavkirin me di destpêkê de nizanîbû. Li gel wê studyoyên wan xistin bin ambargoyê. Nêzîkatiyên wan ên ku li hember çapmeniyê jixwe ji serî de girtina rojnamevanan nîşanî me dikir. Ji girtina rojnamevanan re zemîn ava dikirin. Divê em bibînin ku tirsa herî mezin a faşîzmê rastiya wan bixwe ye. Ji bo civak rastiyê nebînin, ji bo hegemonyaya îdeolojîk a afirandine cihê xwe bibîne divê heqîqet dîl bigirtana. Bi van operasyonan azadiya ragihandina rojnamevanan û azadiya agahîgirtina civakê tê dîlgirtin. Di salên 90’î de rojnamevan qetil dikirin, îro jî rojnamevaniyê qetil dikin. Lê belê di hemû şert û mercan de kedkarên çapemeniya azad ji salên 90’î ve dev ji têkoşîna xwe bernedane.  Me bi van êrişan re careke din hêza wan dît. Êdî çûyîna li pey vê heqîqetê erka me hemûyan e. Ev ne tenê erka kedkarên çapemeniya kurd e, erka hemû beşên ku xwe demokrat dibîne ye. Divê em ji bo welatekî azad bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin.”   ‘Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin’   Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun jî bi van gotinan piştgiriya xwe ya ji bo çapemeniyê wiha bi lêv kir: “Min jî di salona dadgehê de danişîna rojnamevanan şopand. Dema em li qanûn û birayên wan binêrin em ê bibînin ku li Tirkiyeyê edalet nema ye. Me ev di rûyê serdozger de jî dît. Çawa ku di salên 90’î de çapemenî hate astengkirin îro jî bi heman rengî rastî astengiyan tên. Li Tirkiyeyê çapemenî ne azad e. Hemû jî di bin bandora îqtidara AKP û MHP’ê de ne. Yên ne di bin emrê wan de ne jî bi awayekî bê hiqûq hatin girtin. Tu wijdan vê qebûl nakin. Karê rojnamevanan nivîsandina nûçeyan e lê belê çapemeniya kurd çibike sûç tê dîtin. Di derbarê wan de delîlek tune ye. Girtina wan bi awayekî keyfî pêk hat. Ev nêzîkatî jî nayê qebûlkirin. Em ê li gel çapemeniyê bin û îro bibin dengê wan.”