'Em pênûsa heqîqetê li erdê nahêlin' 2022-06-18 09:01:45     Medya Uren-Şirin Çinar   AMED - Rojnamevanên kurd li dijî girtina 16 hempîşeyên xwe bertek nîşan dan û gotin: "Em pênûsa heqîqetê li erdê nahêlin."   Ji 22 kesên ku di 8'ê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin hatibûn binçavkirin de 16 rojnamevan jê hatin girtin. Li dijî girtina rojnamevanan ji her qadê bertek bilind dibin. Hempîşeyên rojnamevanan Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û edîtora Jinnewsê Roza Metîna, edîtora Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek û edîtora rojnameya Xwebûnê Medya Bal nirxandinên xwe parve kirin û gotin em pênûsa hevalên xwe li erdê nahêlin.   'Wê berxwedana me li her derê berdewam bike'   Roza Metîna bi van gotinan girtina 16 hempîşeyên xwe şermezar kir: "Bi girtina 16 hempîşeyên me dixwazin bêdengiyekê di nava civakê de ava bikin. Di heman demê de jî dixwazin çapemeniya azad jî bêdeng bikin. Loma têkoşîn girîng e. Malbat û hempîşeyên 16 rojnamegerên hatin girtin heta serê sibehê li ber edliyeyê li hêviya biryarê man û peyama piştevaniyê dan. Piştî biryara girtinê hat dayin malbat û hempîşeyên rojnamegeran bi dirûşmên 'Berxwedan jiyan e','Hûn nikarin çapemeniya azad bê deng bikin' bersiv dan biryara girtinê. Ji dîrokê ve ev wisa ye. Berxwedana çapemeniya azad her tim dewam kiriye. Çapemeniya azad tevî hemû zextan bêdeng nebû. Ji îro şûnde jî çibikin, bila bikin wê çapemenî bêdeng nebe. Wê nikaribin bi vî rengî û rêbazên cuda jî vîna gelê kurd bişkînin. Ew ê tucarî nikaribin bigihêjin armancên xwe. Di heman demê de jinên rojnamevan jî hatin binçavkirin, bi vî rengî jî em dibînin êrişeke taybet li dijî jinan jî tê meşandin. Dixwazin dengê jinan jî bibirin. Lê belê wê berxwedana me li her deverê bidome. Di heman demê de li hember bêhiqûqiyên li dijî çapemeniyê piştgiriyek mezin çêbû. Ji bo azadiya hempîşeyên xwe em banga piştevanî û mezinkirina têkoşînê dikin."   'Em ê li cihê wan binivîsin'   Arjîn Dîlek jî pêvajoya binçavkirinê û girtina 16 rojnamevanan bi bîr anî û wiha diyar kir: "Demek dirêj me nezanî ka hempîşeyên me ji bo çi hatine binçavkirin. Li gorî hinek nûçeyên di medyaya alîgir de derketibû em hîn bûn ku hevalên me ji ber nûçeyên çêkirine û ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine binçavkirin. Nûçe û bernameyên hevalên me çêkirine di dosyayên wan de weke sûc hatin bicihkirin. Belê 16  hevalên me hatin girtin. Bi vî rengî  em elimîn ka îktidara AKP û MHP'ê ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj binixumîne çiqas dikeve nava hewldanan. Lê belê em ê destûra vê yekê nedin. Em ê polîtîkayên wan ên qirêj derxin holê. Ew ê nikaribin binixumînin. Di van rojên ku hevalên me di hindur de ne em ê hewl bidin li cihê wan jî nûçeyan çêbikin. Bi vî rengî ew ê negihêjin armanca xwe. Li vî welatî heq û hiqûq ji hemû beşî re lazim e. Tiştên ku îro bi destên darazê bi me dikin wê sibehê bê serê wan jî. Em ê li cihê hevalên xwe binivîsin û bi têkoşîna xwe wan ji girtîgehan derxin."   'Em pênûsa heqîqetê li erdê nahêlin'   Medya  Bal jî binçavkirina rojnamevanan bi bîr anî û got: "Ji dema binçavkirinê heta niha çiqasî bêhiqûqiyek mezin li rojnamevanan tê kirin eşkere ye. Hûn li tu cihî nabînin ku rojnamevanek ji ber ku karê xwe dike, nûçeyan çêdike tê girtin. Ev rewş tenê li Tirkiyeyê tê kirin. Ev jî rastiya Tirkiyeyê nîşanî me dide. Gef û zextên li ser rojnamevanan rewşa civakê jî diyar dike. Dixwazin bi bêdengkirina rojnamevanan re civakê bê xeber bihêlin. Dixwazin civakek kor û lal ava bikin. Lê belê wê pênûsa 16 hempîşeyên me li erdê nemîne. Heta ew tên nav me  em ê di rêya wan de berdewam bikin. Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin. Em pênûsa heqîqetê li erdê nahêlin."