Li Gemlîkê gelan îradeya xwe îfade kirin 2022-06-15 09:02:50     ÎZMÎR - Îdîl Ugurlu da zanîn ku di meşên Gemlîk û Kadikoyê de ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye xwestin de gavek hatiye avêtin û got Meşa Gemlîkê îfadeya îradeya gel e.   Bi dirûşma ‘Li dijî pergala tecrîdê ji bo parastina azadiyê em dimeşin Gemlîkê’ li Gemlîk a Bursayê û Kadikoy a Stenbolê meş pêk hat. Di meşê de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwestin. Endama Meclîsa jinan a HDP’ê Îdîl Ugulu da zanîn ku di meşê de îradeya gel derketiye holê û desthilatdarî nikare vê ji nedîtî ve bê û wiha anî ziman: “Êrîşên li hember welatî, parlamenteran ên di çalakiyên hatine kirin de jî tirs û bêtehemuliyê nîşan dide. Meşa Gemlîkê îfadeya îradeya gel e.”   Meşa Gemlîkê meşeke dereng mayî ye   Îdîlê daxuyakirin ku meşa Gemlîkê meşek dereng mayî ye û wiha got: “Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê hemû hêza dewletê ji aliyê hikûmetê ve hatiye bikaranîn. Bi vêre jî tecrîd hat girankirin, nehiştin Ocalan bi parêzeran re hevdîtinê bike. Ev tecrîd li civakê jî pêk hat. Hewldana wan a ku rejîma xwe mayînde bikin bê navber domiya. Dema ev kir jî bi berxwedanê re hat rû hev. Her roj ji bo polîtîkayên şer pere ragihand û gel xizan kir.”   ‘Paradîgma li her derê belav bû’   Îdîlê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Desthilatdarî çareseriyê baş dizane. Desthilatdarî gelên Rojhilata Navîn bê çareserî dihêle û paradîgmaya ku hêviya gelan bû, hedef digire.Vê paradîgmayê yekîtiya gelan derdixist holê. Ji roja pergala kapîtalîst heyî bûye tiştek neafirandiye. Hemû hewldanên wan ji bo revîzekirina xwe bû. Hemû kes di standardek jiyanê de dihewandin. Hemû gel ji qadên jiyanê tên qutkirin û dibin penaber.”   ‘Meşa Gemlîkê îradeya gelan e’   Îdîlê daxuyakirin ku paradîgmaya HDK û HDP’ê ku Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn pêş xistiye, di encama têkoşîna gelan û muxalîfan de ava bûye û wiha dirêjî dayê: “ Gelan di 21’ê Adar, 8’ê Adar, 1’ê gulanê de îradeya xwe îfade kirin. Gotin hêza çareseriyê Birêz Ocalan e û divê deriyên Îmraliyê vebin. Îradeya di meşa Gemlîkê de derketiye holê jî pratîka vê bû. Her kes xwedî li vê paragîdmayê derketin. Li Kadikoyê jî tevî hemû astengiyan çalakiyek pêk hat û li hember parlamenteran êrîşek pêk hat. Ev jî nîşaneya bêtehemulî û tirsa desthilatdariyê ye. Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat bilindkirin û gavek mezin hat avêtin.”   ‘Divê bibînin ku nikarin li pêş vê îradeyê bisekinin’   Îdîlê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdariya dixwaze her tiştî bigire dest vê nîşanî gel jî dide. Desthilatdarî dixwaze civakê dîzayn bike. Dema vê dike jî her tiştî bi kar tîne. Tevî her tiştî dibînin. Divê bizanibin ku nikarin li pêş îradeya gel bisekinin.”   ‘Gelo wê îradeya li Gemlîkê derketiye tune bihesibînin?’   Îdîlê da zanîn ku desthilatdarî di salên dawî de dixwaze têkiliya kurdan bi hêzên demokratîk re qut bike lê rewş berovajî bûye û ev tişt   daxuyand: “Welatiyan her tişt da ber çavên xwe û bûn yek deng. Binçavkirin û girtin dan ber çavên xwe. Aliyên siyasî çûn wir. Hêza Geziyê li wir bûn. Şerek li Rojhilata Navîn heye. Hêzên emperyal Stenbol û Gemlîk ji nêz ve şopandin. Gelo wê vê îradeyê tune bihesibînin?”