Clare Baker bang kir: Şer rawestînin 2022-06-15 09:01:17     Oznur Deger   ENQERE - Dîrektora  Unîte the Unîon ku sendîkaya herî mezin a Îngîlîstanê ye Clare Baker got Tirkiye ji ber ji fikrên Abdullah Ocalan ditirse tecrîdê giran dike û divê êrîşên leşkerî bi dawî bibin. Clara wiha vegot: “ Tirkiye dewletek NATO’yê ye û welatan dagir dike. Li van welatan qirkirinê dike. Em bang dikin ku vê terorê rawestînin û dest bi muzakereyan bikin.”   Dîrektora Unîte the Unîon ku sendîkaya herî mezin a Îngîlîstanê ye Clare Baker ku piştgirî da kampanyaya "Ji Ocalan re azadî" der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li hember herêma Federal a Kurdistanê de axivî. Clara her wiha yek ji jinên ku nameya der barê êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdistanê îmze kiribû û şandibû NY’ê ye.   ‘Tevgera kurd gelek fedekarî kir’   Clarayê da zanîn ku tevgera wan a sendîkal her tim piştgirî dabûn têkoşîna kurd lê çalak bûn û got: “Kampanyaya 'Ji bo Ocalan Azadî', naskirina tevgera Kurd û îlhama ku mirovan jê girt, têkoşîna siyasî û çandî ya Kurdan gelek tişt bi min re guhertin. Gelek tiştên der barê aştî û wekheviyê de fêr kir. Kurdan ji bo mirovahiyê gelek fedekarî kirin.”   ‘Nivîsên li ser jinê gelek bandor li min kir’   Clarayê bal kişand ser fikr, nêrîn û felsefa Abdullah Ocalan û wiha dirêjî dayê: “Mixabin min hîna hemû nivîsên wî nexwendine. Pirtûkên min amade ne lê beşên min xwendine bandorek mezin li min kirin. Evînek min a dîrokê heye. Vegotina dîroka vê axê ya Ocalan ez gelek bandor kirim. Lê di alî polîtîk de ya herî zêde bandor li min kir nivîsên li ser rizgariya jinê bû. Gelek tiştên ji wan nivîsan bê fêrkirin hene. Ez bawer dikim ku bikevin jiyanê wê gelek tişt jê bên fêrkirin.”   ‘Ji bo piştgiriyê em tevli kampanyayê bûn’   Clara der barê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya ku sendîkaya wan jî piştgirî dayê de jî wiha got: “Belê yek ji saziyên ewil ên kampanya rêxistin kirin sendîka Unîte the Unîon û GMB bûn. Sedema destpêkirina kampanyayê ev bû ku em bibin bersiva tiştên li Kobanê pêk hatine. Wê demê DAIŞ’ê êrîşê Kobanê dikir, mirov qetil dikirin û Erdogan alîkariya mirovan a ji bo Kobanê asteng dikir. Piştre hemû cîhanê dît ku Erdogan piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Wê demê bertekên têr nedihatin kirin. Yanî DYA hinek bû alîkar lê ji bo kurdan pir kêm bû. Ji bo bersivê em wek sendîka tevli kampanyayê bûn. Kampanya niha baş dimeşe. Niha federasyona ku 17 sendîka û hemû sendîkayên Îngîlistanê tê de ne TUC (Trade Unîon Congress) tevli kampanyayê bûye. Ji ber kovîdê her tişt hinek rawestiya. Ev bû asteng hinekî. Lê niha tevlibûn didomin.”   ‘Bêdengiya Ewropayê nikare bê qebûlkirin’   Clarayê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û di vê mijarê de jî nirxandina xwe wiha kir: “Tirkiye dixwaze fikrên Ocalan di bin tecrîdê de bigire. Naxwaze fikrên wî bigihêjin gel û hewl dide pêşî lê bigire ku negihêje gel. Ocalan jî fikrên wî di bin tecrîda giran de ye. Em bên ser welatên Ewropayê. Ew jî destûrê didin ku Tirkiye van bike. Car caran derdikevin û şermezar dikin û diqede. Saziyên Ewropayê ku nirxên wek azadiya fikir û demorkasiyê mezin dikin, li dijî tiştên ku li Tirkiyeyê tên jiyîn çavên xwe digirin. Ev bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. CPT di vê mijarê de gelek qels dimîne. Tiştekî şênber nakin. Bi dehan carî gazî kirin ku biçin Îmrali lê wan xwe dan alî. Niha tecrîd li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye. Rewşa girtiyên siyasî qet ne baş e.”   ‘Tecrîdê bandor li ser hemû aliyên civakê dike’   Clarayê daxuyakirin ku tecrîd her çiqas bandorê li ser kurdan bike jî li ser hemû rêxistinên jinan, sendîka, partiyên siyasî yên muxalîf û hemû hêzên demokratîk dike. Êrîşkariya wan a li hember kurdan heta tevgerên leşkerî yên li Ermenîstan, Azerbeycan, Lîbya û Rojhilatê Behrareş dike. Bi tevlibûna Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê me dît. Hemû kesên li dijî dewletê dertên terorîst tên îlankirin. Girankirina tecrîdê polîtîkayên şer derdixe holê. Li hember Rojava û Herêma Federal a Kurdistanê êrîş didomin. Armanca dewleta tirk ev e ku kesên li wir di alî etnîk de paqij bikin û penaberên Ereb li wir bi cih bikin. Tiştên li Rojava tên jiyîn ji aliyê dewleta tirk ve nayê qebûlkirin.”   ‘Êrîşên li hember kurdan bandorê li ser siyaseta cîhanê dike’   Clarayê destnîşan kir ku êrîşên li hember kurdan bandorê li ser siyaseta cîhanê jî dike û bêguman ev êrîş wê hejmara penaberan zêde bike û got: “Wê penaber zêdetir berê xwe bidin Ewropayê. Em dibînin ku şerê li hember kurdan heta NATO’yê jî dirêj bûye. Tirkiyeyê îtîrazê serlêdana Swêd û Fînlandiyayê kir. Ev hemû xwe dispêrên şerê li hember gelê kurd. Di êrîşên Tirkiyeyê de bêguman berpirsyariya NATO’yê jî heye. Tirkiye welatekî NATO’yê ye û welatan dagir dike. Li van welatan hewldana qirkirinê dikin. Welatên NATO'yê têgehên azadî, demokrasî, mafê mirovan û dewleta hiqûqî mezin dike. Lê dîroka NATO’yê nîşan daye ku ev têgeh di gelek rewşan de hatine piştguhkirin."   Clarayê balkişand ser nameya 16 sendîkayên Îngilîz tê de di 18’ê Gulanê de ji Seferatxaneya Îngilîstanê ya Tirkiyeyêre hatiye şandin û di vê mijarê de jî wiha bi lêv kir: “Me ev name bi sedema operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li sînorên Iraq û Rojava bi lez tê meşandin şand. Wê demê çavê hemû cîhanê li Ukraynayê bû. Tirkiye di mijara Ukraynayê de bû navbeynkarê aştiyê. Lê li aliyê din jî sivîlan terorîze dike. Ji bo diyaloga bi Ocalan re di nameyê de me bang kir. Me ji sendîkayên Îngilîstanê re şand. Lê ji ber em êdî ne YE ne me ji saziyên Ewropayê piştgirî nexwest.”   ‘Divê em nivisandinê bidomînin’   Clarayê her wiha ev tişt bi lêv kir û wiha daxuyand: “Her wiha me 75 jinan ji Rêxistina Jinan a NY’ê re nameyek vekirî şand.  Me jinan ev name nivîsî. Ji ber Ocalan jî her tim di nivîsa xwe de dibêje parçeyekî herî girîng ên tevgera kurd jin û azadiya jinê ye. Me name şand ji rêxistina jinê re ji ber ev şer li dijî jinan hatiye destpêkirin. Em bi hêvî ne ku wê jin vî şerî rawestînin. Me hîna bersivek ji nameyê negirtiye. Lê divê em nivîsandinên xwe yên ji bo saziyan bidomînin. Divê bi vî awayî ew jî ji Tirkiyeyê hesab bipirsin. Daxwaza me ev e ku êrîşkariya Tirkiyeyê ya li hember kurdan bê lêkolînkirin. Em bibin şopdarê nameya xwe. Tiştê ku Tirkiye dike dagirkirinek dijqanûnî ye. Divê Neteweyên Yekbûyî bi awayekî xurt li dijî vê bisekinin.”   Clarayê wiha dawî lê anî: “Ev şer encax bi diyalogê dikare bi dawî bibe. Bi çekan û zorê nabe. Tirkiye çend sal berê bi tevgera kurd re rûnişt û pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Her wiha rewşeke wisa li Îrlandaya Bakur jî hat jiyîn. Ev rewş bi muzakereyê hat çareserkirin. Ji bo aştiyeke mayînde divê muzakere hebe. Divê hikûmeta tirk ji nû ve bikeve nava hevdîtinên aştiyê.”