Li Dêrsimê binçavkirina rojnamegeran hat şermezarkirin 2022-06-14 14:15:32     DÊRSIM -  Li Dêrsimê rojnamegeran bi daxuyaniyeke bal kişandin ser binçavkirina rojnamegeran û banga serbest berdana rojnamegeran kir.    Rojnamegerên li Dersimê ji bo piştgiriyê bidin 22 kesên 7 roj in hatine binçavkirin û 20 jê rojnamevan in û bi armanca şermezarkirina zextan li qada Seyîd Riza daxuyaniyek dan çapemeniyê.   Tevî rojnamevanan endamên Platforma Ked û Demokrasiyê, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsimê Alîcan Onlu û Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî di nav de gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Li ser navê rojnamegeran Cîhan Berk daxuyanî da.   Cîhan bal kişand ser zext û zordariya li hemberî rojnamegeran û got: "Em ê hînî van polîtîkayên zext û tepisandinê nebin. Li dijî van polîtîkayan em bang li rojnamegeran hemûyan dikin ku xwedî li pîşeyê xwe derkevin. Ji bo hempîşeyên xwe yên bi rojane li Amedê girtî ne em careke din bang dikin; rojnamegeran berdin, rojnamegerî sûc nîne."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.