MKGP û DFG'ê ji bo rojnamegerên di bin çavan de ne daxuyanî dan 2022-06-14 13:17:43     AMED - MKGP û DFG'ê bi armanca balkişandina ser operesyona di 8'ê Hezîranê de bi ser ajans  û avahiyên rojnamegeran de pêk hatine daxuyanî dan çapemeniyê. Rojnamegeran got wê çapemeniya azad bi gefan bêdeng nemîne.    Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî operesyona di 8'ê Hezîranê de li ser rojnamevanan û bîroyên wan pêk hatiye li ber deriyê avahiya JİNNEWS'ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser wêneyên rojnamevanên hatine binçavkirin hebû û nîvîsa "Hûn Nikarin Bêdeng bikin" li ser hatibû nivîsandin rakirin. Li gel kedkarên çapemeniyê TUHA-DER, MEBYA-DER, rêxistina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA)  û malbatên di Nobeda Edaletê de cîh digirin beşdarî daxuyaniyê bûn.    Metna daxuyaniyê ya bi kurdî berdevka MKGP'ê Roza Metîna û metna bi tirkî jî edîtora Jinnewsê Bêrîtan Canozer xwend.    'Dixwazin me bêdeng bikin'    Roza di destpêka axaftina xwe de got: "Îktidara AKP-MHP'ê ya bi polîtîkayên şer ên li hundur û derve welat ber bi kortalekê ve dibe ev demeke dirêj e her aliyên civakê bi çoyê darazê hewl dide bêdeng bihêle, biçewisîne û bitirsîne. Aliyên ku li dijî şer, tundî û zextan li berxwe didin dike hedef. Rojnamegerên dibin dengê kesên li dijî şer, zext, tundiyê aştiyê û azadiyê diparêzin û polîtîkayên îktidarê teşhîr dikin jî bi van zextan rû bi rû dimînin. Hevalên me yên rojnameger ev 7 roj in li muduriyeta emniyetê tên girtin û hîn em nizanin tam bi çi tên sûcdarkirin. Lê belê li gor agahiyên emniyetê servîs kiriye, hempîşeyên me tenê ji ber faliyetên xwe yên rojnamegeriyê niha di bin çavan de tên girtin. Li gel vêya produksiyonên hevalên me lê dixebitin bi hinceta 'Lêgerîn didome' hîn di bin dorpêça polîsan de ne. Li cîhanê mînaka vê yekê tune ye. Em ji vê yekê fam dikin ku esil armanca îktidarê ew e ku Çapemeniya Azad bêdeng bikin û dixwazin rojnameger nexebitin."   'Rojnamevanên jin dibin hedef'    Roza di berdewamîya axaftina xwe de wiha diyar kir:"Wekî tê zanîn di 8'ê Hezîranê de bi ser buroya JINNEWS'ê de jî hat girtin. JINNEWS a li dijî zimanê baviksalarî, zayendperest, mîlîtarîst û nîjadperest bi diruşma 'Em bêyî ku mêrê bibêje çi dinivîsin' derket ser rê û bi vê kevneşopiyê têkoşîna xwe didomîne tevî hemû zehmetiyan bû dengê jina azad û wê vê yekê bidomîne. Ji bo îktidara AKP-MHP'ê 'cinayetên polîtîk' ji gel veşêre û jinên azad bê deng bike her roj êrişeke nû li dijî têkoşîna jinê dike û alavên zextê ava dike. Rojnamegerên jin ên kurd ji aliyê îktidarê ve dibe hedef. Di operasyona 8'ê Hezîranê de jî me dît ku îktidar ditirse rastî derkeve holê. Ditirse heqîqet bigihêje civakê. Tehemul nake kes li dijî wan deng derxe."   'Hevalên me berdin'    Roza herî dawî got erê em dizanin faşîzm herî zêde ji dengê azad ditirse û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Di demeke ku kesên ji ber' bi kurdî pîspîskê xistin' hatin cezakirin de mirovan xwe bi rêxistin kirin û xwe îfade kirin. Dema çapemeniya azad ev bêhiqûqî teşhîr kir bû hedef. Navê rêxistinekê li pêş operasyonê bi cih kirin û rastî berovajî kirin. Ev rewş hîn didome. Lê gumana me jê tune ye ku hedefa esil hedefgirtina faliyeta rojnamegeriyê ye. Hîn gelek hempîşeyên me tên darizandin, gelek jê di girtîgehan de ne. Di hemû darizandinan de rojnamegerî wekî sûc tê dîtin. Em baş dizanin armanca vê operasyona 8'ê Hezîranê çi ye. Loma hûn çiqasî krîmînalîze bikin jî hûn çi qasî zextê bikin jî em ê bidomîne ku bibin dengê heqîqetê. Em bang dikin ku hemû hevalên me demildest bigihêjin azadiya xwe."   Daxuyanî bi dirûşmên" Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin" re bi dawî bû.