Jinên Amedî: Kes nikare rê li ber pênûsa heqîqetê bigire 2022-06-13 10:45:48   Safiye Alagaş - Gulşen Koçuk AMED – Têkildarê binçavkirina rojnamevanan  me mîkrafona xwe dirêjî jinên Amedê kir. Jinên Amedê bertek nîşa binçavkirinê dan û gotin: “Îqtidar li gorî daxwaza xwe şekil dide civakê. Çapemeniya ku riya gel ronî dike tê astenkirin. Em dixwazin rojnamevan werin berdan. Kes nikare rê li ber pênûsa heqîqtê bigire.”   Midûra ajansa me JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî di nav de 20 jê rojnamevan 21 kes di encama serdegitinên li malan ku di 8'ê Hezîranê de hatin kirin  binçav kirin û  ji 8’ê hezîranê ve di bin çavan de ne. Îqtîdarê bi vê helwesta xwe wekî her carê xwest ku rê li ber çapemeniya azad bigire. Bi ser navê li tirkiyê ‘azadî’ û girtina rojnamevanan me mîkrafona xwe dirêjî jinên Amedî kir.    ‘Gel azadiya çapemeniyê dixwaze’   Fatmanûr Karakûrt: “Dewlet erka xwe pêk nayne. Rewşa me dixeterê de ye û zoar e. Di vî warî de tiştekî ku em bikin jî tûne ye. Em weke ciwan hemû ji xeyalên çûyîna Ewrûpayê dikin. Em dixwazin li wir perwerde bibinin û li wir bixebitin. Jiyana me jinan tê astengkirin. Em jin ne azad in. Em weke jin îro nikarin fikir û ramanên xwe ji bi awayek azad bînin ziman. Bi taybetî li vî welatî ji bo çapemenî xwe bigihîne nûçeyekê gelek zoriyan dijî. Em di nav şert û mercên zor û zehmet de dixebitin. Ji ber wê yekê karê çapemeniyê gelek zor e. Divê çapemenî azd be. Gel ji vê dixwaze. Pêwîstiya gel bi çapemeniyê heye û ji wan agahiyên rast dixwazin. Ji ber wê yekê em dibêjin divê çapemenî neyê astengkirin. Em li gel çapemeniya azad in.”   ‘Erdogan her teş kiriye bin desthilatdariya xwe’   Gulçîn Ozaydin: “Ez li vir xwe azad nabînim. Mînaka herî hêsan ez kûrdim, zimanê min Kûrdî ye, lê belê ez nikarim bi zimanê xwe bi axivim. Li cihên fermî em nikarin xebatên xwe pêk bînin. Gelek kes ji bo ku bi Tirkî nizanin kar ji xwe re nabînin. Ez bi xwe jiyanek bi kurdî dixwazim. Li aliyê din jî çapemeniya kurd gelek di bin gefan de ye. Pêwîst e çapemenî azad be. Tişta ku dixwaze divê binvîse. Lê bele ev li Tirkiyê ne pêkan e. Ji ber ku dixwazin çapemeniyek yekt tîp biafrînin. Bi taybetî Erdogan hemû çapemenî û hemû qadên din xistine bin desthilatdariya xwe. Binçavkirina rojnamevanan nêzîkatiyek bê hiqûqî ye. Rojnamevan divê azad bikaribin binivîsin. Li aliyekî wateya xebata wan ew e. Çapemeniya azd nayê bêdengkirin. Divê ew azad be.”   ‘Ronakbîr dîlgirtî ne’   Gulçîn Gultekîn: “Li tirkiyê em ne azad in. Hun qala kîjan azadiyê dikin. Ya herî hêsan îro em  nikarin du gotinan bikin. Em li Tirkiyê xwe weke mehkûmek hîs dikin. Nivîskar, rojnamevan û kesên ronakbîr hemû di girtîgehan de ne. Kes nikare bi awayek azad hest û ramanên xwe bîne ziman. Ango ev ji bûye sedema tirsekÊ di navbera me de. Kesên tecawiz dikin li derve ne.  Çima ronakbîrên civakê girtî ne. Bi taybet jî rojnamevan çima di hundir de ne. Karê rojnamevanan ragihandina ji bo civakê ye. Lewra dema rojnamevanek bûyerek tecawûzê îfşa dike tê girtin. Çima gelo? Lê rojnamevan bêdeng namînin. Lê mixabin li vî welatî yan hunê bêdeng bin yan ji hûnê di nav dîwaran de bin. Bêyî ku em ferqê bixin navbera neteweyan pêwîste em bi awayek azad bijîn. Ger ku kesek bi dengê min bibe serokkomar mafê min ê wan rexnekirine jî heye. Kes bi wezîfeya xwe zirxa destnedayînê nagire. Karê çapemeniyê ji ev e. Tiştên ku nayên zanîn divê ragihînin. Gel agahdar bikin. Em di pêvajoyek xirab de dijîn. Em bi hêvî ne kû wê dawî li van rojan ji were. Mixabin îqtidar naxwaze em bibin xwedî agahî. Dixwazin hertişt nixûmandî bimîne. Divê hemû kedkarên çapemeniyê werin berdan.”   ‘Yên rastiyan dibêjin tên girtin’   Aysel Erkîn: “Em xwe azad nabînin. Ger ku ev dewlet li ser serê me be jî wê rewşa me ev be. Ji çapemeniyê bigire hetanî hemû qadan em ne azad in. Em hemû di rewşek xerab de dijîn. Sedema binçavkirina rojnamevanan ji diyar e. Kesên ku rast diaxivin mixabin tên binçavkirin. Dixwazin hayê kesî ji rastiyan nebe. Dawiya me jî şerê navxweyî ye. Pêwîste demlidest rojnaevan werin berdan. Wisa derbas nabe. Nikarin kesên rastiyan dinivîsin bigirin. Ger ku îqtidara heyî dewam bike wê tu çareserî jî pêk neyê. Divê em deng derbixin. Em ji hev re ne rastin. Li dijî van bûyeran divê em tev rabin ser lingan. Em ê bibînin ka wê çi bibe. Herkes dibêje hema dest nedin min hûn çi dikin bikin.”   ‘Em li gel rojnamevanan e’   Em azadiyê dixwazin. Gelê me li her deverê tê çewisandin. Em nikarin bi zimanê xwe jî biaxivin. Ango di demek wisa de kedkarên çapemeniyê jî tên girtin. Em azadiya çapemeniyê dixwazin. Yên ku rastiyê diaxivin timî tên mexdûrkirin. Rojnamevanên hatine girtin ji ber ku civakê ji hertiştî agahdar dikin di hedefê de ne. Naxwazin çavên me vebin. Ji bo vê jî rojnamegeran digirin û bi ser saziyên wan de digirin. Lê bele em li gel wan rojnamevanan e.”   ‘Li vir azadî ne pêkan e’   Emîne Aslan: “Em ne azad in. Ji ber ku em timî bi tiştek ve girêdayî dijîn. Di aliye fikir û raman de jî. Ne tenê kedkarên çapemeniyê hemû qadên civakê ji azadiyê mehrûm in. Ji ber wê yeke jî ne tene beşek pêwîst e hemû civak azad be. Divê herkes bi awayek azad bikaribe karê xwe bike. Lê mixabin ev tişt ne pêkane li vir.”   ‘Em alîgirê rojnamevanan e’   Ayşe Keskîn: “Li Tirkiyê û herêmê mixabin em nikarin fikir û ramanên xwe bi awayek azad bînin ziman. Dema ez niha li gel we diaxivim jî dikevim gumanan. Gelo kîjan peyvan bi kar bînim. Sedema vê jî diyare ji xwe. Yên ku li ser dewletê disekinin. Rojnamevan nûçeyan çêdikin û ji ber xebatên dikin jî gelek caran jî gef li wan tên xwearin. . Her ku ev hêrsa îqtîdarê berdewam bike jî wê çapemenî ne azad be. Em bi awayek eşkere li gel rojnamevanan e. Em dibêjin divê demlidest ew werin berdan.”   ‘Ji ber ku kurd in digirin’   Dayika ku nexwest navê xwe bîne ziman jî wiha got: “Ger em ji hev re baş bin wê rewşa me ne ev bûna. Hinek ji me ked didin hinek ji weke tiştek nebûye jiyana xwe berdewam dikin. Em dixwazin bi yekitiyê re azadî pêk bê. Dijmin tê me digire. Ji xwe re li sedeman nagerin. Hertişt ji ber ku em kurd in. Bi taybetî êrîşî çapemeniya kurd dikin. Çima yên ne kurd in nagirin. Em dixwazin rojnamegeran berdin.”   ‘Pêwîstiya me pê heye’   Sila: “Tu kedkar ne azad in. Ango karê xwe bi awayek azad nakin. Herî zede jî rojnamevan. Ji bo ku nûçeyên rast ji civakê re werin ragihandin pêwîste çapemenî azad be. Em dizanin azadiyek wisa tüne ye. Lê belê pêwîstiya me hemûyan ji pê heye.”   ‘Ma ev jiyan e’   Herî dawî jî geel jinên ku navê xwe dan an jî nexwestin bidin jî piştigirya xwe bi van gotinan anîn ziman: “Gotina azadî tûne ye û sedema wê jî yên ku dewletê birêve dibin e. Ez nikarim zede şîrove bikim. Em li Tirkiyê ji her alî ve xwe azad hês nakin. Em li gel çapemeniya azad in. Pêwîste çapemenî azad binvîse.  Azadî nemaye. Pêwîste çapemenî azad be. Ji bo ew rastiyê binvîsin û em jî bibin xwedî fikir. divê çapemenî azad be.”   JI JINNEWSÊ NIŞE: HETA KU MUDURA ME YA KARÊ NIVÎSÊ SAFIYE  ALAGAŞ Û EDÎTORA ME GULŞEN KOÇÛK YÊN DI 8'Ê HEZÎRANÊ DE HATIN BINÇAVKIRIN BÊN BERDAN HEMÛ NÛÇEYÊN KU EM ÇÊBIKIN EM Ê LI SER NAVÊ WAN BIWEŞÎNIN.