‘Divê kurd li dijî êrişan bibin yek’ 2022-06-05 09:06:03     ŞIRNEX - Dayikên ku zarokên xwe di şer de windakirine banga yekitiyê li kurdan dikin. Yek jî wan dayikan Helîma Okten e û wiha dibêje: "Niha helwesta Barzanî ji Tirkiyeyê xirabtir e. Divê kurd li dijî her cureyên êrişan bibin yek."    Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê ya Arteşa Tirk a ku bi hevkariya Partiya Demorat a Kurdistanê (PDK) pêk tê didomin. Dayikên ku di salên borî de zarokên xwe windakirin bertek nîşanî êrişên ku pêk tê didin û banga yektiyê li kurdan dikin. Yek jî wan dayikan Helîma Okten e.    Kurê Helîma (60) Abdullazîz Okten, di encama êrişa 24’ê sibata 2016’an de li gundê Hestpista Hezexa Şirnexê pêk hatî de jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha di vê êrişê de 12 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Abdulazîz, Helîmayê, hest û ramanên xwe ji ajansa me re anî ziman.    Helîma, bi eslê xwe ji gundê Babekê ya girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê ye. Di salên 90’î de gelek kurd li dijî cerdevaniyê ji neçariyê gundê xwe terikandin. Malbata Helîm jî ji gund derket û berê xwe da Hezexê û li vir  bi cîh bûn. Helîmaya ku dayika 10 zarokan e, 2 zarokên wê di temenên biçûk de jiyana xwe ji dest didin.    'Li hemberî me her zilm heye'    Helîma ku dibêje zilma dewletê tu carî li ser kurdan kêm nebûye, di sala 2016’an de kurê wê Abdulazîz Okten di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dide û wiha behsa wan rojan dike: "Kurê min ligel 12 hevalên xwe piştî îhbara cerdevanan di êrişa hewayî de şehîd ket. Bi taybetî piştî qedexeya derketina derveyî zilma dewletê xwe li ser me zêde bû. Her carî bi ser mala me de digirtin û pirsa Abdulazîz dikirin. Lê ew jî dizanîbûn ku Abdulazîz şehîd ketiye. Her wiha kurekê min jî li dijî vê zilmê tevlî Tevgera Azadiyê bibû, lê ji ber nexweşiyê piştre çû Elmanyayê. Di sergirtinê de her carî heman pirsan dikin û diçin.  Dewlet bi zanebûn û bi hincetên cuda zilmê li me dikin."    ‘Barzanî ji Tirkiyeyê xirabtir dike'    Helîma, diyar kir ku Dewleta Tirk kurdan ji xwe re xistiye neyar û dixwaze wan tune bike û wiha berdewam kir: “Bazara hemû dewletan li ser kurdan e loma êrişê li kurdan dikin. Îran, Iraq, Suriye û Tirkiyê bûne yek û hedef dikin ku kurdan bi tevahî tune bikin. Lê kurd jî her tim li dijî dagirkirin û zilmê li ber xwe daye. Niha jî êriş hene û ligel ewqas dijminan, Barzanî pişta xwe daye neyaran. Niha Barzanî wekî Tirkiyeyê nêzî kurdan dibe û ji wî xirabtir dike.”    ‘Divê kurd li dijî êrişan bibin yek’   Helîma, destnîşan kir ku divê li hemberê sûcên ku li dijî kurdan tên kirin raya giştî bêdeng nebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk her ku dixwaze êrişên xwe zêde bike û loma niha jî li dijî kurdan çekên kimyewî bikar tîne. Li hemberê wê sûcê jî hemû kes bêdeng in. Divê bêdeng neyê mayîn bila hemû dewlet û sazî û rêxistinên ku mafên mirovan diparêzin li dijî vê yekê derkevin. Divê kurd jî li dijî van êrişan bibin yek û rabin ser piyan."