Ji bo Meşa Gemlikê asteng bikin êriş dikin: Divê gel bi hev re bimeşin 2022-06-04 09:01:29   STENBOL - Siyasetmedarên ku diyar kirin bi êrişên li ser HDK û GOÇÎZDER'ê tê xwestin rê li ber meşa Gemlikê ya di 12'ê Hezîranê de bê girtin wiha gotin:"Divê raya giştî ya demokratîk di meşê de bibin yek û têkoşîna hevpar bê meşandin."   Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekirdagê ve hat meşandin do polîsan bi ser Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Beyogluya Stenbolê de girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de biryar hatiye dayin ku li 11 bajaran 42 kes werin binçavkirin. Her wiha polîsan dest xistin ser hinek alavên li avahiya HDK'ê. Dîsa ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve lêpirsîn derbarê Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) de hat destpêkirin û polîsan bi ser avahiya GOÇÎZDER'ê de girtin. Her wiha li 5 bajaran derbarê 28 kesî de biryara binçavkirinê hatiye dayin. Derbarê biserdegirtinên di heman demê de heta niha parêzeran tu agahî bi dest nexistine.    'Ev êriş ji berê de hatiye plankirin'   Berdevka HDK'ê Esengul Demir da zanîn ev êriş ji berê de hatiye plankirin û wiha pê de çû:"Ji bo tecrîda li Îmraliyê bişkê û raya giştî bê avakirin ew ê di 12'ê Hezîranê de meşek ber bi Gemlîkê ve pêk were. Loma em dikarin bêjin ev êriş ji berê de hatiye plankirin. Her wiha li Batmanê 15 jin hatin binçavkirin. Bi vî hawî têkoşîna jinê dikin hedef. Li Tirkiyeyê li dijî siyaseta şer raya giştî ya xurt nehat avakirin. HDP û HDK dixwaze raya giştî ava bike. Bi vê yekê re jî dizanin ku ew ê berteka gel jî derkeve pêş. Loma xwestin pêşiya vê yekê bigirin. Ev êrişana bi me gavê paş nade avêtin. Ew ê têkoşîna me mezin bibe û dewam bike. Em bi biryar in em ê ber bi Gemlikê ve bimeşin. "   'Ji bo aştî, hiqûq, edalet, çareseriyê divê her kes li meşa Gemlîkê be'   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dilşat Canbaz jî bi lêv kir ku bi êrişan tê xwestin pêşî li meşa Gemlikê bê girtin û wiha got:"Operasyonên tên kirin em dizanin bi çi armancê ne. Dixwazin pêşî li hinek tiştan bigirin. Ji niha şûnde em ê derbasî pêvajoyeke hîn dijwar bibin. Êrişên li Batmanê yên li TJA'yê jî ne tesaduf in. Îktidar naxwaze aştî were vî welatî. Em bi îktidareke bi şer, qirkirin, tolhildan, nefret, nîjadperestiyê xwe xwedî dike rû bi rû ne. Loma şerê li Kurdistanê ji van êrişana ne qut e. Ev hemû bi hev girêdayî ne. Êrişên li ser dayikên Nobedê Edaletê, Kobanê, Gezî bi hev girêdayî ne. Li Kurdistanê tevî hemû êrişan têkoşîn didome û bi operasyonan wê nikaribin me asteng bikin. Ji bo aştî, hiqûq, edalet, çareseriyê divê her kes li meşa Gemlîkê be."   'Dê 12'ê Hezîranê destpêkek be'   Endama Koordînasyona Jinê ya Navenda HDK'ê Arife Çinar da zanîn zexta tê kirin ji bo astengkirina meşa li Gemlîkê ye û wiha lê zêde kir:"Heta li Tirkiyeyê meseleya kurd neyê çareserkirin, hevdîtin bi bi Birêz Abdullah Ocalan re pêk neyê wê êriş bidomin. Ji bo li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk bi awayekî azad bê kirin em ê wekî gelê kurd û muxalîf têkoşîna xwe bidomînin. Em ê meşê bikin. Ev tenê bi 12'ê Hezîranê nayê çareserkirin. Wê 12'ê Hezîranê destpêkek be."