Polîsan bi ser HDK’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin 2022-06-03 10:53:30   STENBOL - Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin, di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de gelek siyasetmedar û endamên komeleyê hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de girtin. Polîsan piştî demekê li avahiya deriyê wê şikandin lêgerîn kirin ji wir derketin. Hate hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê daye destpêkirin de di serdegirtinê de dest danîne ser hin materyalan. Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de li 10 bajaran bi ser gelek malan de hatiye girtin û derbarê 42 kesan de biryara binçavkirinê heye.    Bi ser GOÇÎZDER’ê de girtin    Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin de jî bi ser avahiya Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER) li Taxa Şîrînevler a Stenbolê de girtin. Polîsan bi awayekî hem wext bi ser malên endam û rêveberên komeleyê de jî girtin. Hate hînbûn ku di serdegirtinên 5 bajaran de ku navenda wan Stenbol e, derbarê 28 kesan de biryara binçavkirinê heye û 22 kes hatine binçavkirin.     Navên hin kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: “Rêveberê Navenda Giştî yê HDP’ê Abdûrrahman Ozturk, endamê Meclîsa HDP’ê Kenan Yildiz, Hevserokê HDP'ê yê Kirikkaleyê Yakûp Aslan, rêveberê Rêxistina HDP’a Bagcilarê Ramazan Kirkpinar, Hevserokê HDP’a Beylîkduzuyê İrfan Hulaku, Hevseroka HDP’a Edîrneyê Melahat Çelîk, Hevseroka HDP’a Tekîrdagê ya Berê Alev Ateş, rêveberên HDP’ê Omer Guven, Huseyîn Gozen, Emîn Şen û Ercan Ogeday, rêveberê MATUHAYDER’ê Cîhan Kartal, Rêveberên GOÇÎZDER’ê Şeref Kaya, Halît Karahan, Prz. Pinar Konak, Makbûle Altintaş, Veysî Yildiz, Bîlal Yildiz, Îlyas Erdem, Zelal Coşkûn û Kerem Tosûn, Hîlal Civil, Fusûn Îşcan, Arîf Îsmet Yilmaz.”