‘Ne tenê kurd divê tirk jî li dijî şer rabin ser piyan’ 2022-06-03 09:09:56   Şîrîn Çinar   ÊLIH - Bi hevkariya AKP-MHP û PDK’ê êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Aktîvista TJA’yê Gulîstan Sonuk diyar kir ku divê gelê herêmê bêdengiya xwe xera bikin û divê gelê Başûr helwesta PDK’ê qebûl neke.    Êrîşên bi hevkariya AKP-MHP û PDK’ê  di 17’ê Nîsanê de li hember Herêma Federal a Kurdistanê li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê hatin destpêkirin ev meheke didome û li dijî şer ji her alî bertek tê nîşandan. Bertekên gelê kurd li dijî hevkariya PDK’ê ya bi AKP’ê re didome û banga mezinkirina berxwedanê kirin.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulîstan Sonuk der barê êrîşên Herêma Federal a Kurdistanê de ji ajansa me re axivî.   ‘Di êrîşan de gelek texrîbat çêbûn’   Gulîstanê da zanîn ku AKP ji roja bûye desthilatdar li hember kurdan êrîşan pêk tîne û bi vê re jî bi biryara plana têkbirinê ya di 2014’an de di Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de hatiye girtin li hember qadên kurdan şer hatiye destpêkirin û wiha daxuyand: “AKP ji bo di şer de bi ser keve bi PDK’ê re hevkariyê dike. Ev ne cara ewil e. Di salên 90’î de AKP û PDK’ê dîsa ev hevkarî kir û li hember herêmê operasyona leşkerî da destpêkirin. Herî dawî di 17’ê Nîsanê de bi sedan balafirên şer êrîş da destpêkirin. Li cihên êrîş pêk hatin ji jiyana mirovan bigire heta xwezayê gelek texrîbat hatin jiyîn.”   ‘Kurd winda bikin wê gelên Rojhilata Navîn winda bikin’   Gulîstanê di berdewamiyê de bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên di êrîşan de li hember Herêma Federal a Kurdistanê hatine bikaranîn û wiha pê de çû: “Li hember Zap, Metîna û Avaşîn êrîşên dijwar pêk tên. AKP li van herêman ji ber encamê nagire çekên kîmyewî bi kar tîne. Lê di salên 90’î de di serî de jinan li dijî vê îxanet û êrîşê têkoşînek mezin dan. Wê demê jî gel siyaseta PDK’ê teşhîr kir. Îro jî li dijî êrîşan di serî de Kurdistanî li gelek bajarên Tirkiye û Ewropayê ev polîtîkayên hevkar tên protestokirin. Em vê baş dizanin, ger ku AKP di êrîşan de bi ser keve wê di şer de tenê kurd winda nekin. Wê hemû gelên Rojhilata Navîn winda bikin.”   ‘Hedefa AKP’ê wê dîsa PDK be’    Gulîstanê her wiha anî ziman ku AKP-MHP ji bo desthilatdariya xwe êrîşan wek ‘şerê mirin û mayînê’ dibîne û di rewşa bi ser keve de wê polîtîkayên zextê bidomîne. Gulîstanê wiha got: “Ne tenê AKP, PDK jî wê di şer de tiştekî bi dest nexe. Divê PDK vê baş bizanibe, ger AKP-MHP di vî şerî de bi ser keve wê hedefa wan a ewil PDK be. Ji ber ew jî vê her tim tînin ziman. Divê PDK gotinên ‘li ku derê cîhanê dibe bila bibe em li dijî statu û serkeftina kurdan e’ ji bîr neke. Ji ber wisa biçe wê AKP bi ser keve. Ger bi ser keve jî wê hemû aliyên Tirkiyeyê zirarê bibînin. Ji bo vê divê gel li dijî van operasyonan derkeve.”   ‘Sedema kaosê tecrîd e’   Gulîstanê di berdewamiyê de  destnîşan kir ku di Nîsana 2015’an de bi têkçûna pêvajoya çareseriyê re û qedexekirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêvajo giran bûye û ev nirxandin kir: “Pêvajoya muzakereyê ya Birêz Ocalan pêşengiya wê kiribû hat destpêkirin. Desthilatdariya fêm kir ev pêvajo ji bo fêdeya gel e li ser Birêz Ocalan tecrîd giran kir. Bi vê tecrîdê re gelek pirsgirêk derketin holê. Yek ji vê pirsgirêkê ya herî girîng a hiqûqê ye. Îro li dijî Başurê Kurdistanê êrîşan didomîne û kaosa li Tirkiyeyê tê meşandin jî ji tecrîdê serbixwe nîne. Rêya derketina ji vê kaosê rakirina tecrîdê ye. Divê gelê Başûr helwesta PDK’ê qebûl neke û demildest di serî de jin û hem gel li dijî van êrîşan serî hildin.”