Dayika Mehmet Halîl Dogal ê HPG’yî: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin 2022-06-03 09:05:51   ŞIRNEX - Dayika Mehmet Halîl Dogal ê HPG’yî ku li Bestayê jiyana xwe ji dest da Asiye Dogal, anî ziman ku bi salan e kurd tên qetilkirin û got: “Em ne şer, azadiyê dixwazin. Em jiyanek adîlane û aştiyane dixwazin. Em naxwazin dilê tu dayikek dinê bişewite. Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin.”   Piştî ku di pevçûna 30’ê Nîsanê ya li Çiyayê Cûdî de 8 leşker hatin kuştin, planên Tirkiyeyê têk çûn û operasyoneke nû da destpêkirin. Bi destpêkirina vê operasyonê re li Cûdî, Gabar û Bestayê pêvçûn destpê kirin. Di encama van pêvçûnan de dîsa gelek leşker hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.   Di 23’ê Gulanê de li herêma Bestayê di navbera HPG û leşkeran de careke din pêvçûn derket û Narîn Algun a YJA-Star û Mehmet Halîl Dogal ê HPG’yî jiyana xwe ji dest dan. Cinazeyên herdu şervanan jî di heman rojê de ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û definkirin.   Dayika Mehmet Halîl Dogal, Asiye Doğal a 50 salî ku dayika 7 zarokan e, ji zarokatiya xwe heta niha tim zilma dewletê re rûbirû maye. Ji ajansa me re bahsa têkoşîna xwe ya jiyanê kir.   Koçber dibin   Asiye, anî ziman ku ji ber kujerên bavê wê alîgirên dewletê bûne ji wan tu kes nehatiye cezakirin û wiha berdewam kir: “Piştî ku bavê min hat kuştin malbata min ji Dêrgulê bar kir û em hatin Şirnexê bi cih bûn. Beriya ku bavê min bê kuştin jiyanek me gelek xweş bû. Lê axayên gund piştî bavê min kuştin jiyan li me herimandin. Dema bavê min hat kuştin ez 11 salî bûm û ji ber ku kujerên bavê min alîgirên dewletê bûn nehatin cezakirin. Em 7 xwîşk bûn. Em û dayika xwe dema hatin Şirnexê bi cih bûn jiyan ji bo me geleh zehmet bû. Dewletê hertim zilm li me dikir.”   Kurekê wê jî hatiye sirgûnkirin   Asiye ya ku dema 19 saliye dizewice, destnîşan kir ku piştî dizewice jî zilma dewletê li ser wê û malbata wê dîsa berdewam kiriye. Asiye, wiha domand: “Hevjînê min du caran ket girtîgehê û bi giştî 4 sal û 7 meh di girtîgehê de ma. Kurekî min jî 2 salan di girtîgehê de ma û ji ber ceza jê re hat xwestin ew jî derket derveyê welat. Kurekî min jiyana xwe ji dest da, kurekê min jî sirgûn bû.”   ‘Xelîl şehîdê Kurdistanê ye’   Asiye, da zanîn ku ji ber zilma dewletê kurê wê Mehmet Halîl tevlî  nava tevgera azadiyê dibe û wiha axivî: “Kurê min beriya 8 sal an  tevlî PKK’ê bû. Kurê min Zarokek gelek baş û zîrek bû. Min tu carî min aciz nekir. Dema zarok bû herdem dixwest li gel min be. Ez biçûma ku ew jî bi min re dihat. Hertim rûyê wî bi ken bû. Her tim alîkariya min dikir.  Hevaltiya wî bi hevalên wî re jî gelek baş bû. Hevalên kurê min tên dibêjin em ê tu carî Xelîl ji bîr nekin. Tu carî zirara wî tunebû. Tu carî dilê min neşkînandiye. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Kurê min li dijî zilmê tevli tevgerê bû. Kurê min piştî ku ji min re bêrîkirin hişt. Min digot xwezî rojekê min kurê xwe bidîta. Lê ew xem di dilê min de ma. Tu carî neheqî qebûl nedikir. Xelîl şehîdê Kurdistanê ye.”   ‘Rêhevalê min bû’   Asiye diyar kir ku Mehmet Halîl ji 7 zarokên wê yê 4’emîn e û ev tişt got: “Tu carî heval û hogirên xwe nedişkand. Kurê min tu carî neheqî û zilm qebûl nedikir. Tevî temenê xwe yê biçûk jî zarokekî hestiyar bû. Tehamula wî ji xerabî û neheqiyê re tune bû. Ew zarokek pir dilgeş û bi ken bû. Ji gerandina govendê gelek hez dikir. Ji biçûkatiya xwe heta çûyînê her tim alîkariya min dikir. Di temenekî biçûk de neheqî û bê edaletiya li dijî kurdan nas kir. Piştî ku bav û birayê wî ketin girtîgehê, wî tevlîbûn kir. Her ku ez ji bo hevdîtinê diçûm girtîgehê, kurê min jî bi min re dihat. Li dijî zilmê serî rakir û çû. Halîl ji zarokek min zêdetir wek rêhevalê min bû. Dema çû ez xemgîn bûm, lê li dijî neheqiyê wî şer dikir. Ew zarokek pir xebatkar û bi hêz bû. Em ê li ser şopa Halîl bin.”   ‘Bila êdî şer bisekine’   Asiye, bi lêv kir ku kurd bi salan e bi zilm û zextan re rûbirû dibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em zarok bûn ev zilm dihat kirin û em mezin bûn jî ev zilm hîn berdewam dike. Gelê Kurd çi kiriye ku ev zilm lê tê kirin. Zarokên me jî ji ber vê zilmê li ber xwe didin.  Em dixwazin ev şer bisekine. Em naxwazin dilê dayikan bişewite. Em dayik jiyanek azad, aştiyane û xweş dixwazin. Em şer naxwazin. Em edalet û azadiyê dixwazin. Bila êrîşên Dewleta Tikr ên li ser Başûr jî bisekinin. Dema şer diqewima dilê min dişewite. Em naxwazin êdî xwîn birije. Em naxwazin li tu bajarî şer hebe. Em naxwazin çiyayên me bên gulebarankirin û zarokên me bên kuştin. Ji ber şer em nikarin biçin çiyayên xwe bi rehetî bigerin. Li hember vê zilmê divê hemû dayik û Gelê Kurd rabin ser piyan. Bila tu kes li hember zilmê bêdeng nemîne.”