'Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan em di 12'yê Hezîranê de dimeşin Gemlikê' 2022-06-02 11:37:24   Marta Somek   STENBOL - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz banga beşdariya meşa 12'yê Hezîranê ya wê li Gemlika Bursayê bi dirûşma "Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo em azadiyê biparêzin em ber bi Gemlikê ve dimeşin" pêk were, kir û got: "Mijara esil a meşê bibîrxistina polîtîkayê tecrîdê yên bi Tirkiyeyê didin windakirin e. Her wiha em dixwazin azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were."   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ev 23 sal in tê girtin her diçe kûrtir dibe. Ev dora salekê ye ku ji ber tecrîdê xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Li dijî vê yekê li her aliyê cîhanê banga ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bilind dibe. Li dijî tecrîdê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MED-TUHAD FED ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga beşdariya meşa dê li Gemlîka Bursayê di 12'yê Hezîranê de bê lidarxistin, kirin.    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz têkildarî meşa di 12'ê Hezîranê de ji ajansa me re nirxandin kir.    'Tecrîd ji 1999'an vir ve didome'   Salihayê da zanîn ku tecrîd ji 1999'an vir ve didome û wiha pê de çû:"Em rabin tecrîda li ser Birêz Ocalan tenê bi 7 salên dawî binirxînin ev ne rast e. Tecrîda 23 salan a bê navber mijara gotinê ye. Ji 1999'an vir ve sîstema Îmraliyê li Tirkiyeyê bi zagon û nêzîkatiyên taybet tê meşandin. Ev tecrîd tenê bi Îmraliyê ne sînordar e. Li her qadê li her saziyê tecrîd pêk tê û rewşa girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê li holê ye. Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Îşkence û muameleyên ne baş li girtîgehan rû didin. Vê tecrîdê ji Îmraliyê dest pê kir û niha veguheriya teşeyekî rêveberiyê."   ‘Divê gelên Rojhilata Navîn bi hev re têbikoşin'    Salîha, wiha bal kişand ser polîtîkayên şer û tecrîdê: "Cihê ku bi hezaran kes ji ber tweetekê tên darizandin, cihê ku her der bi çeteyan tije ye, cihê ku zext, çewsandin, qetlîamên jin, xweza û ziman heyî, meşandina polîtîkayên dijminahiya kurdan, şerê her çar parçeyên Kurdistanê giredayî polîtîkayên tecrîdê ye. Ji ber polîtîkayên şer niha qeyrana aborî di rêza yekem de cih digire. Sedema hemû qeyranan ji ber rêjima yekzilamekî pêk tê. Ne tenê Gelê Kurd divê gelên Rojhilata Navîn bi hev re li dijî faşîzm û qeyrana heyî têbikoşîn.    'Em behsa azadiya fîzîkî dikin'    Salîha, di axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: “Birêz Abdullah Ocalan li dijî polîtîkayên şer her tim firsendên ku derdiket holê dinirxand, ji bo pêşketina demokrasiyê her tim seknek wî hebû. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk her tim rê û rêbazên dianî ziman. Perspektîfên Birêz Abdullah Ocalan, îro dibe alternatîfa hemû qeyranên ku li cîhanê tên jiyîn. Em behsa hevdîtina malbat û parêzeran nakin, em behsa azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan dikin."   'Îqtîdar rejîma xwe ferz dike'    Salîha, diyar kir ku ne tenê Gelê Kurd, jin divê muxalefet yek car li hemberî tecrîdê helwestê nîşan bidin û wiha bi lêv kir: "Me bi hev re pêvajoya 2013-2015'an dît, îqtîdara ku ji bo berjewendiyên xwe çawa pêşeroja gelan têk bir me dît. Di demek wisa kurt de me dît ku Birêz Abdullah Ocalan çawa derfetên aştiyê ava kir. Lê îro îqtîdar rejîma xwe ferz dike. Divê em îro li dijî tecrîdê hewcedariya azadiya fîzîkî derxin pêş. Divê li dijî hewaya tirsê divê em tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî li pêş bixin. Têkane rêya çareseriya hemû qeyranan ev e. Ji bo çaraseriya pirsgirêka kurd û pêşketina demokrasiyê divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Ji bo vê jî divê em hemû bi hev re têbikoşîn."   'Dê ber bi Gemlîkê ve bimeşin'   Di 12'ê hezîranê de meşa Gemlîkê pêk bê, derbarê mijarê de Salîha wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li dijî hewaya tirsê û ji bo nîşandan rol û mîsyona Birêz Abdullah Ocalan em ê ji bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê biherikin Gemlîkê. Armanca wê meşê nîşandana bandora tecrîdê ya li ser gel, rojevîkirina tecrîdê ye. Em hewl bidin ku hemû gelên Tirkiyeyê, jin û ciwan tevlî meşa me bibin. Li dijî tecrîdê divê têkoşîneke yekgirtî bê dayîn."