'Dewleta tirk êrîşî cihên tendirustiyê dike' 2022-06-02 09:06:01   Sîdra Mamo ŞEHBA - Jinên Efrînî yên bi zorê hatin koçkirin û niha li bajaroka Til Rifatê êrîşên dewleta tirk li ser wan dewam dikin wiha gotin: " Dewleta tirk navenda tendirustiyê ya ku nêzî qada bazarê hedef girt. Dixwaze bi van êrîşan, her tim sivîlan bitirsîne lê em tu car natirsin. Em dixwazin ku dewletên navneteweyî dev ji bêdengiya xwe berdin û zextê li ser Tirkiyeyê bikin ku êrîş bên rawestandin û dewleta tirk ji axa me derkeve."   Piştî ku di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk Efrîn kir bin kontrola xwe, gel ji bo parastina xwe neçar ma berê xwe bide Kantona Şehbayê. Ev derbasî sala 5'emîn dibe ku gelê Efrînê li Şehbayê koçber e, lê tevî vê yekê artêşa tirk û komên girêdayî wê rojane herêma Şehba û Navçeya Şêrewa ya Efrînê dide ber topan. Do serê sibehê derdora seat 8.00'an dironekê navendek tendirustiyê ya li Bajaroka Til Rifatê ya Kantona Şehbayê hedef girt. Di encama vê êrîşê de gelek zirarên madî çêbûne. Têkildarî mijarê jinên Efrînî yên koçber ên li bajaroka Til Rifatê ya Kantona Şehbayê dimînin ji ajansa me re axivîn.   'Em nahêlin ku xwesteka dijmin pêk were'   Efiyet Mihemed Hemo ya ji Efrînê û niha li Til Rifatê dimîne derbarê topbarana dewleta tirk û hedefgirtina erdên çandinî lê tên kirin wiha got: "Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser me renawestînin. Di saetên sibehê de dîsa dewleta tirk a dagirker navenda tendirustiyê ya nêzî qada bazarê ya bajaroka Til Rifatê bi topan hedef girt. Em li vê derê koçber in, dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze ku dîsa me ji vê derê koçber bike û Bajaroka Til Rifatê dagir bike. Her wiha dewleta tirk erdê me hedef digire, bi taybet erdên ku genim û berhemên çandî lê hene hedef digire. Lê çiqas dewleta tirk êrîşî me bike em ji vê derê dernakevin. Ji bo vegera ser axa xwe em ê her tim li ber xwe bidin."   'Ev 5 sal in êrîş ranewestiyane'   Leyele Şêx Muse ya ji koçberên Efrînê û niha li Bajaroka Til Rifatê dijî diyar kir ku li hêviya vegera Efrînê ne, wê li berxwe bidin û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker her tim êrîşî herêmê dike û bi taybet êrîşî bajaroka Til Rifatê dike. Ji ber ku dixwaze bi vê yekê me ji vê derê koçber bike û gel bitirsîne. Serê sibehê dewleta tirk navendek tendirustiyê ya jinan hedef girt. Li vê derê navendên tendirustiyê û derman gelek kêm e, her wiha hejmara bijîşkan pir kêm e. Dewleta tirk navenda ku gel xwe lê derman dike hedef girt, ev yek li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê ev derbasî sala 5'an dibe ku em ji Efrînê koçber bûne, ji wê demê û heta niha êrîşên dewleta tirk li ser me dewam dikin."   'Dewleta tirk êrîşî cihên tendirustiyê dike'   Fatîme Şêxo ya ji Efrînê da zanîn ku dewleta tirk cihê ku sivîl lê kom dibin hedef digire û wiha bi lêv kir: "Di saetên sibehê de dewleta tirk navenda tendirustiyê ya ku nêzî qada bazarê hedef girt. Dixwaze her tim bi van êrîşan, sivîlan bitirsîne lê em tu carî natisin. Bijîşk karên mirovî dikin ji bo dermankirin û xizmeta civakê lê dewleta tirk dîsa êrîşî bijîşkan jî dike. Her tim êrîşî mal û milkên sivîlan dikin û gelek zirar çêdibin. Ma çi ji me dixwazin? Em dixwazin ku dewletên navneteweyî ji bêdengiya xwe derkevin û zextê li ser Tirkiyeyê bike ku êrîşan rawestîne û ji axa me derkeve."