Dayika girtiyê nexweş: Wê hesab bidin me dayikan 2022-06-01 09:06:52   STENBOL - Dayika girtiyê nexweş Ekîm Can Polat ku li girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê girtiye, nexweşê dil, KOAH û helîna hestiyan e, Songul Îlker da zanîn ku divê girtiyên nexweş demildest bên tehliyekirirn û wiha got: “Wê hesab bidin dayikên zarokên xwe winda kirine, wê hesab bidin dayikên zarokên wan girtiye. Em efû nakin.”   Li gorî daneyên ÎHD’ê li Tirkiyeyê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş li girtîgehên Tirkiye û herêmê ne. Li gorî rapora TÎHV’ê jî di meha çile ya 2022’yan de 3, di meha sibatê de 4, di meha adarê de 5, di meha nîsanê de 3, meha gulanê 2 bi giştî 17 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Li girtîgehan tecrîd, zext û îşkence her diçin zêde dibin û girtiyên bi nexweşiyên giran nayên tehliyekirin û li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin.   Tiştên ku kurê wê jiyaye vegot   Li aliyê din jî raporên ATK’ê yên ji bo girtiyên nexweş tên dayîn û dibêjin ‘dikare girtî bimîne’ jî girtiyan terkî mirinê dikin. Ekîm Can Polat di 2016’an de li Îkîtellî ya Stenbolê hat binçavkirin, piştre girtin û niha li Girtîgha Tîpa T ya Denîzliyê girtiye. Dayika wî Songul Îlker da zanîn ku Ekîm nexweşê dil, KOAH, helîna hestiyan e û niha ew jî di Nobeda Edeletê ya ji bo girtiyan de cih digire. Songul hefteya borî cara yekem tevî nobedê bû, ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê hat binçavkirin û piştre hat berdan.   Songula ku bi biryar e tevlîbûna nobedê bidomîne tiştên jiya ji ajansa me re vegot.   Destdirêjî, îşkence û lêgerîna tazî   Songulê wiha daxuyand: “Kurê min di 2013’an de dema 16 salî bû di bûyerên Gezîyê de bi bombeya gazê birîndar bû. Çend roj şûnde hat binçavkirin û girtin. Lêgerîna tazî kirin. Bi Geziyê re li hember Ekîm destdirêjiya sîstematîk dest pê kir.  Sê salan îşkence, sîxurî û pere pêşniyarî wî kirin. Gotin ‘bigre dayika xwe, xwişka xwe, tu dixwazî biçî ku derê biçe lê tevlî çalakiyan nebe’. Ekîm ev qebûl nekir. Ji ber vê pir zext lê kirin. Sê salan şûnde hat girtin. Li Îkîtellî ya Stenbolê bi hinceta ‘bombevanê PKK’ê ye’ hat girtin. Li ser tu tiştek nehat dîtin. Tevî vê gelek tişt kirin delîl. Dema di bin çavan de bû bi bombeya li Kuçukçekmeceyê teqiya, sûc xistin stûyê Ekîm.”   ‘Ji ber Kurdbûnê 12 sal ceza danê’   Songulê destnîşan kir ku Ekîm ji vê dosyayê berat kiriye û wiha dirêjî dayê: "Tu eleqeya kurê min bi bûyera li Îkîtellî tune yet. Şahidan kesekî bejna wî 1.60 û 1.70 teşhîs kirine. Kurê min du metre ye. 24 sal ceza dan Ekîm. Bi istînafê berat kir lê ji ber kurd bû bi îdiaya endamtiya rêxistinê 12 sal û 9 meh ceza dan. Ekîm bi îşkenceya dît tenduristiya xwe winda kir. Li derve tu pirsgirêka wî tunebû. Ji ber pirsgirêka tenduristiyê rîska felc û pençeşêrê zêde ye. Nikare bimeşe. Li derve nexweşiya mezinbûna hormanan dijiya. Vê zirar da hemû organan. Di hundir de ji ber îşkenceyê krîza dil derbas kir. 21 salî ye. Nexweşê KOAH’ê ye. Kurê min li erdê raza, birçî hiştin. Av nedanê.”   ‘Surgun kirin’   Songulê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Bi daxwaza wezîrê dadê yê demî Abdullah Gul, Ekîm ji girtîgeha Tîpa T ya Akhisarê surgunî gelek girtîgehên din kirin. Ji Sîlîvrî surgunê Bandirma, ji wir jî surgunê Akhîsar, ji wir jî surgunê Tîpa T ya Denîzliyê kirin. Di surguna dawî de bi hinceta bibin nexweşxaneyê surgunî Akhîsarê dikin. Du mehan qedexeya hevdîtinê danê. Hefteya borî di greva birçîbûnê de bû, daxwazên girtiyan qebûl dikin lê ji cihekî din pirsgirêkan derdixin.”   ‘Yên ceza dan wê bên darizandin’   Songulê wiha bal kişand ser zexta psîkolojîk a li ser kurê wê: “Di hevdîtinê de pêlava wî jî lêgerîn dikin. Gotinên nefret û newekheviyê  li nexweşxaneyê jî ji aliyê bijîşkan ve tê meşandin. Bijîşk dibêjin ‘sûcê te çiye, ez terorîst derman nakim’. Çavsor bûne. Sûc dikin. Lê yên ceza dan kurê min wê bên darizandin.”   ‘Wê hesab bidin me dayikan’   Songulê da zanîn ku divê mafê jiyanê yê tu girtiyê neyê astengkirin û wiha domand: “Ev mafê wan e. Wê yên zilmê dikin hesab bidin me dayikan. Wê hesab bidin dayikên ku zarokên xwe winda kirine û dayikên girtiyan. Em wan efû nakin. Parêzerê me serî li ATK’ê da. ATK jî sûc dike. Ji girtiyên nexweş re dibêjin jixwe nexweş bû û ji ber vê miriye. Bernadin, ATK sûc dike. Divê ATK peywira xwe bike. Divê wezareta dadê û tenduristiyê demildest der barê girtiyên nexweş de biryara tehliyeyê bide. Divê kurê min demildest bê berdan. Ez dixwazim kurê xwe bidim jiyîn. Divê her kes destê xwe bide ser wijdanê xwe. Divê em dengê xwe bilind bikin. Divê her kes rewşa girtiyan bibîne, dengê wan bibihîze.”