Tevî mudaxaleyê jî li Şirnexê daxuyanî hat dayin 2022-05-31 14:55:36   ŞIRNEX - Li Şirnexê tevî ku hat xwestin daxuyaniya têkildarî Doza Kobanê bê astengkirin jî HDP'yiyan daxuyanî dan û gotin:"Hûn nikarin me ji kuçeyan bigirin, em ê li her derê bin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest derbarê doza Kobanê de daxuyaniyê bide. Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr, Rêveberên HDP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan daxuyaniya HDP'ê bi hinceta "Biryara qedexeyê ya walîtiyê" asteng kir û 4 kes kirin bin çavan.   Li dijî astengkirinê HDP'yiyan dirûşma "Zext nikare serî bi me bide tewandin" berz kirin. Polîsan bi derbên plastîk, gaza îsotê êrişî HDP'yiyan kirin. Bi êrişan Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Kamuran Demir, Hevseroka HDP'ê ya Qilebanê Zîlan Yaman, Hevseroka HDP'ê ya Bajaroka Kumçatiyê Zozan Deniz û ji welatiyan Dursun Çakir hatin binçavkirin.    Her wiha di dema êrişa polîsan de Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen û Hevserokê HDP'ê yê Silopiyê Asuman Kulter ji ser hişê xwe ve çûn.    Tevî hemû astengiyan HDP'yiyan daxuyanî dan. Li dijî astengiyan Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr diyar kir ku wê têkoşîna xwe bidomînin û got:"Em kîneke mezin rû bi rû man. Me xwest em di derbarê doza kûmpasê daxuyaniyê bidin. Ev mafê me dîsa ji aliyê walîtiyê ve hat xespkirin. Kûmpasên li dijî partiya me didomin. Dijminatiya hiqûqê li dijî me didin meşandin. Hevserokên me yên îradeya milyonan temsîl dikin niha di girtîgehan de tên girtin."   Piştre metna çapemeniyê ji aliyê Hevseroka HDP'ê Sabuha Akdag ve hat xwendin. Sabuhayê diyar kir ku li Êlihê  15 jinên pêşengiya têkoşîna jinê dikin hatin binçavkirin û got ev rêbaz ne çareserî ye, ev tenê welêt ber bi kaosê ve dibe, ev biryara siyaseteke têk çûye, ev êrişan encamên polîtîkayên hatine rizandin e.    Daxuyanî bi dirûşma "Zext nikarin serî bi me bidin tewandin" bi dawî bû.