‘Polîtîkaya şer bandorê li ser jinan dike’ 2022-05-31 09:04:48   ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku li herêmê leşker û polîs jinan hedef digirin û ev stratejiyek taybet e. Jinan her wiha bi lêv kirin ku li dijî vê şîdeta mijara gotinê ye, divê polîtîkayên pêwist bên pêşxistin.   Şîdet û tecawiza li hember jinan her ku diçe zêde dibe û li herêmê jî bi polîtîkayên şerê taybet bedena jinê hedef te girtin. Di pêvajoya dawî de sûcên leşker û polîsan yên li hember jinan zêde dibin û mînaka herî dawî jî li Sîlopiya Şirnexê pêk hat. Di 14’ê Gulanê de jina bi navê Sakîne Kultur ji aliyê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ya Şirnexê Îbrahîm Barkin, hat îşkencekirin û qetilkirin. Jinan bertek nîşanê polîtîkayên bêcezahiştinê dan û diyar kirin ku ev encama polîtîka şerê taybete.   ‘Em ji Musa Orhan dizanin’   Aktîvîsta Jinan a Yenî Demokratîk Zîlan Tayboga destnîşan kir ku şîdeta li ser jinan pêk tê parçeyeke şerê li herêmê ye û wiha daxuyand: “Em vê polîtîkayê ji Musa Orhan dizanin. Dema leşker û polîs bin bêcezahiştin du kat zêde dibe. Bi taybet dixwazin jinên Kurd di vê mijarê de tenê bihêlin. Jinên li dijî vê polîtîkayên deng derdixin jî tên cezakirin.  Yek ji van jinan jî Ezgî Mola bû. Em dixwazin ku her kes ligel Ezgî Mola û jinên Kurd cih bigirin.”                                             ‘Dixwazin qadê li jinan teng bikin’   Berdevka Piştevaniya Mor a Îzmîrê Cansu Ekmen jî diyar kir ku desthilatdariyê faşîzm mayînde kiriye û di vê pêvajoyê de hem li herêm hem jî li Tirkiyeyê jin bi şîdetê hatine dorpêçkirin û wiha dirêjî dayê: “Hejmara notirvanan zêde dikin û kêfiyeta leşker û polîsan jî di vê çarçoveyê de dikare bê nirxandin. Bi van pêkanînan dixwazin qadê li jinan teng bikin. Li herêmê hîn bêtir zext hene. Dixwazin herêmê bi zextan bikin bin kontrolê.Bêguman yên herî zêde bi bandor dibin jî jinin. Mixabin jinên li bajarên Rojava jî ji vê şîdeta tê jiyîn para xwe digirin û hemû jinan tehdî dike. Em di krîzek mezin dene. Krîz her diçe giran dibe. Ev cureyên şîdetê jî wê nava demê xwe nîşan bide. Divê em di vê mijarê de dengê xwe bilind bikin.”   ‘Divê polîtîka bên afirandin’   Rêvebera HDP’a Foçayê Suna Kiliç jî balkişand ser şîdeta dewletê ya li hember jinan û ev nirxandin kir: “Hem şerê li herêmê hem şerê li Herêma Federal a Kurdistanê li ser jin û zarokan tê meşandin. Divê muxalefeta Tirkiyeyê der barê rewşa herêmê de projeyêkê pêk bîne. Divê siyasetek nû bê rêxistinkirin. Divê hemû HDP, pêkhateyên wê û welatiyên bihestiyar li dijî vê derkevin.”   Seroka Baskên Jinan a Şaxa Komeleya Çanda Elewî ya Yamanlar a Îzmîrê Elîf Tepe jî wiha bertek nîşan da: “Hemû şerên li cîhanê ji bêdadiyê pêk tê û yên cîhanê bi rêve dibin hegemonyayê zêde dikin, berjewendiya xwe difikirin. Di her şerî de jin hedef tên girtin. Em şer naxwazin. Bi mîlyonan kes hatin qetilkirin.  Di her şerî de ewil jin hedef tên girtin. Em şer naxwazin  Em kesên şer derdixin şermezar dikin. Divê diyalog hebe. Em ji rêveberiya mêr xilas bin wê şer jî tunebin.”