Jiyaneke bi têkoşînê tijî: Înê Akgun 2022-05-30 12:43:26     Melike Aydın    ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Înce Akgun ku di 77 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, bi sekna xwe û bi têkoşîna ku da li dû xwe mîraseke berxwedanê û jinên ku xwedî li têkoşîna wê derdikevin hişt.    Di şerê li Tirkiyeyê de ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd, di encama polîtîkayên zext, êrîş û înkarê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Dayikên Aştiyê ji bo ku ev şer bi dawî bibe di eniya herî pêş de ne ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têdikoşin. Gelek dayikên ku bi salan ji bo dîtina zarok û xizmên xwe yên hatin qetilkirin, windakirin û aqûbeta wan ne diyar e, jiyana xwe ji dest dan û têkoşîna xwe radestî yên din kirin. Yek ji dayikên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest da Dayika Bariş Îne Akgun e.   Dayika Bariş Îne Akgun a ku jiyana xwe ji bo têkoşînê da û timî li ber xwe da, meha borî ji ber nexweşiya gurçikê jiyana xwe ji dest da. Têkoşîna bi helwesta wê ya di tevahiya jiyana xwe de hêz da hevalên wê û hemû jinan. Înê ji bo aştiyeke bi rûmet a ji bo girtiyan, jin û gelê Kurd têdikoşe, jinên ku têkoşîna xwe dimeşînin li pey xwe hişt.   Koçberê Îzmîrê bûn   Îne 77 sal berê li gundê Fafe yê Navçeya Omerlî ya Mêrdînê ji dayik bû. Di 7 saliya xwe de tevî malbata xwe koçî Îzmîrê dike û li wir bi kurê mamê xwe Necîp re dizewice. Xwişka Înê Sevîm Okmen, anî ziman ku Îne 70 sal in li Karabaglarê jiya û got: "Înê serê ewîlî koçî Kadifekaleyê kir û piştre ji xwe re xaniyek çêkirin. Her wiha zarokên wan tune bûn. Ez bi piranî li cem wan mam. Her wiha Înê zarokên min jî mezin kirin. Min ji dê û bavê xwe bêtir ji wan hez dikir.   Pêvajaya girtîgehê...   Hevjinê Înê Necîp di sala 1991'an de tê girtin, Sevîm wiha behsa wan rojan kir: “Di wê serdemê de xwişka min gelek zehmetî kişand. Em tim di nava çalakiyan de bûn, malbata min bi tevahî di nava berxwedanê de bûn. Lê belê çend malbata hevjînê Înê jî li Îzmîrê bû lê di hêla aborî de piştewaniya malbatê nedikirin. Di nava xizaniyê de jiyana xwe didomand, bi makîneya dirûnê û bi keda destê xwe debara xwe dikir. Necîp, 13 rojan di binçavan de ma û bi hinceta 'Entamtiya rêxistinê' 12 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Serê ewilî li Girtîgeha Bucayê ma û piştre jî ew şandin Girtîgeha Çankiriyê. Piştî ku Necip şandin bajarek din ji bo Înê jiyan bêtir zehmet bû. Hem perê rê bihabû û hem jî diviya bi kesekî/ê re biçe hevdîtine. Li Girtîgeha Çankiriyê 15 rojan an jî mehê carekî hevdîtin hebû. Ewîlî Înê û kurê min bi hev re çûn lê piştre kesî ku bi vê re biçi tunebû. Me zarokeke 6 salî perê datinî ku bila rê nîşan bide. Tirkî nedizanî. Piştî demekî Necîp şandin Girtîgeha Aydinê."   'Gundî bi lêz û bez me ji gund derxist'   Sevîm, destnîşan kir ku piştî Necîp şandin Aydinê li vir bi penceşêrê ket û got: "Necîp ji ber nexweşiya xwe di sala 1999’an de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Gelek caran ji ber ku Înê bi kurdî diaxivî bi heqereta cendermeyan re rûbirû ma. Her wiha dewletê mudaxaleyê definkirina cenazeyê kir. Ji ber ku Necîp dixwest li gundê xwe bê definkirin. Me Necîp li gund defin kir, lê gundî me bi lêz û bez ji gund derxistin. Me cenazeyê xwe definkir û em ji gund derketin. Me şîna xwe li Îzmîrê danî."    'Bi têkoşîna xwe bû mînak'   Sevîn, da zanîn ku piştre Înê tevlî xebatên Dayikên Aştiyê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi salan li ber xwe da. Tevlî çalakiyên Dayikên Aştiyê dibû. Diçû Amed, Enqere û Stenbolê. Lê 4 salên dawiyê ji ber nexweşiya gurçikan diçû diyalîzê. Ligel nexweşiya xwe jî tevlî çalakiyên li Îzmîrê dibû. Me gelek caran nedihişt ku tevlî çalakiyan bile lê Înê dev ji ked û berxwedana xwe berneda. Hêza xwe ya têkoşînê her tim ji hevjîn û birayê xwe digirt. Birayek wê gerîla bû. Rihê wê her tim bi têkoşînê re bû. 30 salan hem têkoşîna jiyanê û hem jî têkoşîna siyasî da. Bi têkoşîna xwe bû mînak."   'Em ê têkoşîna wê bidomînin'    Çalakvana "Nobeta Edaletê" û endama Dayikên Aştiyê Hanîfe Gumuş jî wiha behsa berxwedana Înê kir: "Heke rewşa wê ya tenduristiyê di cih de ba dê tevlî çalakiya me ya 'Nobeta Edaletê' bibûya. Em 20 sal in hevalên hev in. Em hevalên hev yên berxwedanê ne. Em bi hev re çûn Amed û Enqerê. Em hevalên heman rêyê ne. Îne tu carî tev jî têkoşîna xwe berneda. Ji ber gurcikên xwe her tim diçû diyalizê, bi vê rewşa xwe tevlî Newrozê bû. Lê belê divê bê zanîn ku em ê têkoşîna Înê bidomînin."    ‘Jineke wêrek bû'    Keçmeta Înê ya 65 salî Faile Akgun jî 45 salan cirantiya Înê kiriye û wiha behsa wê kir: "Jinek berxwedêr bû. Hevjînê Înê bi eziyetê kuştin. Li hemberî nexweşiya wî sersar nêzbû dewletê. Ji ber ku hevjinê wê piştî îşkeceyeke giran hat girtin. Înê piştî ku hevjinê xwe winda kir bêtir di nav têkoşînê de cih girt. Jinek wêrek bû û her tim li ber xwe dida.    'Hem wêrek bû û hem jî hêz dida derdora xwe'   Hîlal Akgun (27), hem cîrana wê ye û hem jî eqrebeyê wê ye wiha axivî: "Têkiliya wê bi her kesî re hebû û hevaltî bi her temenî re dikir. Jinek têkoşer bû. Hem jinek koçber bû û hem jî nexweş bû lê tu carî di hêla aborî de alîkariyek nedigirt. Bi tena serê xwe li ser piyan ma. Bi têkoşîna xwe ya jiyanê ji derdora xwe re dibû hêzek. Hem wêrek bû û hem jî hêz dida derdora xwe. Dema em bi wê re diçûn çalakiyan me ji sekna wê hêz digirt. Rêya Dayikên Aştiyê û dayika Înê rêya me ye. Înê tucarî nayê jibîrkirin."