Ayşe Acar Başaran: Rêya sêyem wê pêşerojê ava bike 2022-05-28 09:03:55   Oznur Deger   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran 4’emîn Konferansa Jinan a HDP’ê nirxand û wiha got: “Em ê hewl bidin ku Meclîseke Jinan a HDP’ê ku hemû kes xwe tê de hîs dikin ava bikin. Li hember me desthilatdariyek faşîst, zayendperest û olperest hebe jî em dikarin bi hev re ji holê rabikin û ya nû ava bikin. RÊya sêyem, bindest û jin dikarin pêşerojê ava bikin. Divê jin di HDP’ê de cih bigirin.”   Meclîsa Jinan a HDP’ê bi dirûşma ‘Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in’ di 21-22’ê Gulanê de bi tevlibûna 300 delegeyî 4’emîn Konferansa Asayî ya Jinan li Enqereyê pêk anî. Jinan di konferansê de bal kişandin ser rêya sêyem û diyar kirin ku wê di têkoşînê de israr bikin.   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran der barê konferansê de nirxandin kir.   ‘Pêvajoyeke ku perspektîfa siyasî derdixe holê’   Ayşeyê da zanîn di pêvajoyek girîng de konferans pêk anîne û niha amadekariya kongreyê dikin û wiha got: “Beriya konferansê me li heft herêman konferans û civîn pêk anîn. Me di konferansan de bi hevalên xwe yên jin re nîqaş meşandin. Di du sal û nîvan de me çi kiriye, kêmasî çi ne, divê em perspektîfa xwe bidin ku, hatin nîqaşkirin. Em ê di dema nû de perspektîfa xwe daynin holê û pêvajoya pêş wek pêvajoya ku nexşerêya xwe bihonin bigirin dest.”   ‘Me  aliyên şer nîqaş kir’   Ayşeyê da zanîn ku konferanseke berfireh a du rojan berdewam kiriye pêk anîne di roja ewil de pêvajoya siyasî nirxandine, got: “Li Rojhilata Navîn şerekî li ser kurdan hatiye destpêkirin heye. Dagirkirina Rûsyayê ya Ukraynayê, dagirkirinê li Başûr pêk tên. Me tespîtên aliyên şer kirin. Me bandora şer a li ser jinan nîqaş kir. Me pêvajoya polîtîk a giştî nîqaş kir. Me analîza Rojhilata Navîn, Kurdistan, cîhan û Tirkiyeyê kir. Me sekna xurt a li dijî pergala serdest a mêr a li dijî jinan carek din tespît kir.”   Girankirina tecrîdê   Ayşeyê balkişand ser zextên ji sala 2015’an heta niha giran bûne û wiha bi lêv kir: “Ji 2015’an şûnde hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatin birîn û tecrîd giran bû. Pirsgirêka kurd carek din xistin nav lepê neçareseriyê. Me der barê atmosfera li Tirkiyeyê, êrîşên li hember destkeftiyên jinan nîqaş kir. Li cihê şer giran dibe û mîlîtarîzm rêxistin dibe bêguman zayendperestîya serdestiya mêr jî rêxistin dibe. Me der barê ku em ê pêşerojê çawa ava bikin de nîqaş meşandin.”   ‘HDP partiyeke jina ye’   Ayşeyê balkişand ser doza girtina HDP’ê û anî ziman ku HDP partiyeke jina ye û bi rêgeza hevserokatiyê partiyeke ku bi hebûna jinan a di siyasetê de ava bûye. Ayşeyê daxuyakirin ku doza girtina HDP’ê êrîşa li hember destkeftiyane û wiha nirxand: “ Me tespîtên qadên berxwedana jinê jî kirin.Yên keda wan tên binpêkirin dîsa herî zêde jin in. Me xizaniya jinan û berxwedana jinan a li dijî binpêkirina kesê nîqaş kir.”   Êrîşên li hember herêma Federal a Kurdistanê hatin nîqaşkirin   Ayşeyê di berdewamiyê de wiha got: “Êrîşên li hember herêma Federal a Kurdistanê jî hatin nîqaşkirin. Ev yek ji rojeva herî esas bû. Me li dijî vê nirxand ku em çawa li berxwe bidin û destkeftiyeke çawa bi dest bixin. Yek ji biryarên din ên din di koferansê de hat girtin avakirina akademiyên siyasetê yên jinan bûn. Me nîqaş kir ku jin di siyasetê de zêdetir bin û bi perspektîfên xwe di siyasetê de xwedî gotin bin. Yek ji rojevên din a herî girîng polîtîkayên şerê taybet yê li hember jinan pêk tên bû. Li hember HDP’ê û jinan polîtîkayek şerê taybet tê meşandin.”   Divê her kes di HDP’ê de cih bigire   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku HDP partiyek tifaqê ye û hîmê esas ê rêya sêyemîn ku ji bawerî û nasnameyên cuda kes tê de cih digire ye. Ayşeyê wiha dawî lê anî: “Me nîqaş kir ku em HDP’ê çawa xurt bikin. Em ê hewl bidin ku Meclîseke Jinan a HDP’ê ku hemû kes xwe tê de hîs dikin ava bikin. Li hember me desthilatdariyek faşîst, zayendperest û olperest hebe jî em dikarin bi hev re ji holê rabikin û ya nû ava bikin. Rêya sêyem, bindest û jin dikarin pêşerojê ava bikin. Divê jin di HDP’ê de cih bigirin.”