Tulay Hatîmogullari: Dixwazin kurdan parçe bikin û kemera ereban avabikin 2022-05-27 09:12:19   Oznur Deger   ENQERE - Cigira Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku Tirkiyeya ku li hember endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê derketiye, hewl dide tavîzan ji DYA û NATO’yê bigire û di rewşa pêk hatî de wê guherîneke demografîk a dîrokî pêk bê û got: "Ev pêngaveke ku 100-200 salên pêş diyar dike û ev jî berhema polîtîka Neo-osmanî û dijminahiya kurd e.”   Tifaqa AKP û MHP’ê êrişên xwe yên li hember kurdan didomîne û li cîhanê jî têgehên kurd û PKK wek arguman bikar tîne û konsepta şer giran dike.  Swêd û Fînlandiya ku welatên Ewropa ne, Tirkiye endamtiya wan ya NATO’yê jî bi îdiaya ‘piştgiriyê didin PKK’ê li dijî vê disekine. Tirkiye di zemîna navneteweyî de bi bazara kurdan re destkeftiyên kurdan hedef digirin.   Cigira Hevserokatiya Giştî ya Komîyona Bawerî û Gelan a HDP’ê Tulay Hatîmogullari, endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê û sekna Tirkiyeya ya li dijî vê nirxand.   Tulayê zanîn ku gelek sedemên gotinên Tirkiyeyê yên wekê ‘Em ê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê veto bikin’ hene û divê sedemên bin alîkariya PKK-YPG-PYD’ê yek bi yek bên nirxandin. Tulayê ev tişt bi lêv kir: “Yek ji van ya herî girîng ev e ku Tirkiye dixwaze ji DYA û NATO’yê tavîzan bigire. Erdogan bi DYA’yê re bazarê dike. Dema Tirkiyeyê S-400 ji Rûsyayê girt, tiştekî ku divê welatê NATO neke kir. Ji ber welatekî NATO dema ji welatekê derveyê NATO vê bigire tê wateya ‘pirsgirêka min bi NATO’yê re heye’. DYA’yê li dijî vê pêkanîn kirin meriyetê. Di serî de jî pêkanînên CAATSA ne. Tirkiye dixwaze CAATSA bê rakirin.”   ‘Doza Halkbank doza herî mezin e’   Tulayê di berdewamiyê de balkişand ser doza Halkbank ya li DYA’yê didome û wiha vegot: “Ev doza herî mezin a cîhanê ya nelêrêtiyê ye. Yek ji koza herî mezin a Tirkiyeyê ya li DYA’yê doza Halkbankê ye. Erdogan di vê lîstikê dixwaze Doza Halkbankê veşêre, bazara vê dike. Ligel vê mijara F-35 heye.  Dema Tirkiyeyê ji Rûsyayê S-400 girtin ji bernama F-35 hat derxistin. Tirkiye dibêje we em ji vê bernamê derxistin lê me bikin bernama F-16.”   ‘Dixwazin kemera Ereb biafirînin’   Tulayê destnîşan kir ku yek ji sedema din jî mijara kurd e û wiha bi lêv kir: “Tirkiye bi polîtîkayên li ser kurdan, Rojhilata Navîn û heta Afrîkayê polîtîka Neo-Osmanî dimeşîne û sedema li hember endamtiya NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê jî biarmanca pêşî li polîtîkayên Ne-Osmanî bê vekirinê ye. Erdogan li ser axa Sûriyeyê lê dixwaze herêma ewlehiyê ava bike. Carnan gotin herêma ji firînê re qedexe carnan gotin herêma bi ewle carnan jî gotin herêma tampon. Niha bi herêma tampon re dixwaze navbera Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê de Kemera Ereb biafirîne. Li Îdlîbê  proja xaniyê brîket destpêkirin û li Efrînê jî dane destpêkirin. Seranserê xeta sînorê 911 kîlometreyî bi kurahiya 30 km cihek nû tê avakirin. Hewl dide penaberên Sûriyeyê yên Tirkiyeyê li van deran bicih bikin. Belkî penaberên Afgan û yên welatên dican jî li wir bicih bikin lê bi giranî wê erebên Sûriyeyê li wir bicih bike. Xwaze li wir herêmek hegemonîk ava bike. Di rewşa pêk hatî de wê guherîneke demografîk a dîrokî pêk bê."   Tulayê da zanîn ev pêngaveke ku 100-200 salên pêş diyar dike û ev jî berhema polîtîka Neo-osmanî û dijminahiya kurd e û got: "Naxwazin kurd li Sûriyeyê bibin xwedî statu. Li Rojava, Başûr zextan pêk tîne. Dixwaze polîtîkayek îmhayê ya topyekun pêk bînin. Erdogan bi DYA’yê re di endamtiya Swêd û Fînlandiyayê de bazarekê dike. Swêd û Fînlandiya bêje ‘PKK rêxistina terorê ye’ jî ev bazar naqede ji ber derdê wan ne tenê ev e.”   ‘NATO dixwaze sînor berfireh bike’   Tulayê got NATO li Ewropa di 1949’an de hatiye ava kirin û  niha daxwaze sînoran befireh bike. Dixwaze xwe ber bi welatên Rojhilat û Îskandînavyayê berfireh bike. Heta yek ji sedemên dagirkirina Rûsyayê ya Ukrayanê jî ev e. Li seranserê cîhanê hemû hevsengî guherîne.  Divê NATO beralî bibe. Ev li cîhanê şer û pevçûnan gûr dikin. Mixabin cîhan li ber tunebûnê ye.”