Girtî û bi wan re malbat jî tên tecrîtkirin 2022-05-27 09:03:04       Medya Uren   MÊRDÎN - Hevjîna girtiyê nexweş ê giran Aynûr Aşan ku bi xwe jî li dijî nexweşiya pençeşêrê têdikoşe wiha got: "Bi girtina wî re karekî me rast neçû. Zarokên me di aliyê derûnî û aboriyê de jî pirsgirêkên girîng dibînin. Bavê wan nexweşekî giran e û ruxmê cezayê bê heq danê  qedîyaye jî bernadin. Raste rast wan ji bo mirinê dihêlin. "   Li gorî daneyên Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) li Tirkîye û herêmê nêzî 604 girtiyên siyasî yên bi nexweşiyên giran hene û bi giştî 1605 girtiyên nexweş tên girtin. Gelek girtî ruxmê rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) dibêje nikare di girtîgehê de bimîne jî nayên berdan. Ango bi sedan girtî jî ji ber hincetên pûç û vala înfaza wan tên şewitandin. Bi vê jî sînordar namîne îşkence, tecrîd, tundî li wan tên kirin. Yek ji van girtiyan jî girtiyê siyasî Hasan Aşan ê di Girtîgeha Erzurumê de tê girtinê ye.    Hasan Aşan (54) ê 13 sal 6 meh bi hinceta "Endamtiya Rêxistinê", "Propagandeya Rêxistinê" ceza girtiye ji sala 2013'an vê di girtîgehê de tê hiştin. Hasan ê bavê 5 zarokan e yek ji girtiyên nexweş ê giran e û di heman demê de jî înfaza wî hatiye şewitandin. Hasan ruxmê cezayê lê hatiye bîrîn qedandiye jî bi hinceta "Rewşa baş" tune ye nehate berdan. Di derbarê tundî û sirgûna hatiye kirin ji aliyê parêzerê Hasan Aşan ve doz hatiye vekirin. Hîna şert û mercên tê de ne nehatiye sererastkirin. Bi hezaran girtiyên nexweş bi awayekî fîzîkî yan jî derûnî  tundî û îşkence li wan tê kirin.    'Neheqî li Hesen û malbata me hate kirin'    Hevjîna Hasan, Aynûr Aşan têkildarî pêvajoya jê derbas bûne û pirsgirêkên dijîn bi me re axivî. Aynûra got neheqî li wan hemûyan hatiye kirin wiha dest bi axaftinê kir:" 5 zarokên min hene. Hasan bi xwe karê firotina fêkiyan carna jî karê lastîkan dikir. Me bi wî rengî debara xwe dikir. Piştî demek kurt ew bi nexweşiyê ket. Hertim li nexweşxaneyan bû. Herî dawî çû nexweşxaneyê û operasyonek derbas kir. Hate malê, di nav nivînan de bû, polîsan hatin wî birin. Ji me re gotin wê tenê îfadeyê bide. Ew îfade bu salek ceza. Piştî wê jixwe 13 sal û 6 meh ceza danê. Hindî diçe jî ev cezayên wan zêde dibin, naqedin. "   'Bi girtinê re pirsgirêkên me mezin bûn'    Aynûrê da zanîn bi girtina Hasan re pirsgirêkên wan qat bi qat mezin bûn û wiha pê de çû:" Min bi serê xwe hewl da ev zarokan mezin kir. Min wan da xwendin. Lê ez piştî wî demeke kurt bi nexweşiya pençeşêrê ketime. Min bi caran operasyon derbas kirin. Ez nikarim bixebitim. Em bi dewla serê cîran û xêrxwazan dijîn. Nanek bidin me em dixwin, nebe jî em wisa dimînin. Zarokên min di aliyê  derûnî, hestiyarî û jiyanî de pirsgirêkên mezin dijîn."   'Rapora ATK' ê ya bi xwe amade dikin jî qebûl nakin'   Aynûrê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda di girtîgehê de û got:"Ev 15 sal in ew tedawiya diyalizê dibîne. Bi sedan caran ew rakirine nexweşxaneyan. Li gorî rapora ATK'ê dayê ji sedî 91 lebatê laşê wî erka xwe pêk nînin û naxebitin. Ruxmê astengdariya wî ew nehate berdan. Bi caran e ev rapor tê derxistin lê nayê qebûlkirin. Hemû diz û tecawuzkar li van kolanan in, hatine berdan. Yên me li ber mirinê ne nayên berdan. Ev  cudahî û ev çi zilm e li me dikin."   Lêxistin, sirgûnkirin û tecrîddikin!    Aynûrê têkildarî şewitandina înfaza Hasan jî wiha got:"Nexweşiya pê re ye pêwîst e berçav hatiba girtin. Divê rewşa me û ya zarokan berçav hatiba girtin. Cezayê dane jî qediya lê nehat berdan. Bi hincetan jî înfaza wî şewitandin. Bi caran îşkence û tundîyê lê hat kirin. Di cejna borî de destên wî şikandibûn lê xistibûn. Em çûn serdanê ji me re gotin hatiye sirgûnkirin. Niha di Girtîgeha Erzurumê de ye. Ji bo em tundiya lê hatiye kirin nebînin wî revandin. Li girtîgeha berê jî û li Erziromê jî di hucreya yekkesî de tê hiştin. Vê yekê bi rêya telefonê ji me re radigihîne. Kesek ku nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêşwazî bike çawa ev nêzîkatî lê tê kirin."   'Ji bo hemû girtiyên nexweş em azadiyê û edaletê dixwazin'   Hasan û malbata wî yek ji mînakên tecrîda girankirî ya li ser girtiyên siyasî yên kurd tên meşandinê ye. Aynûrê jî wiha dawî li gotina xwe tîne:" Girtîyan terkî mirinê dikin. Şert û mercên tê de tên hiştin û pirsgirêkên dijîn jiyana wan dixe xetereyê. Kesek ji sedî 91 lebatên wî neşixule wê bikaribe çi zererê bide kesên din. Em dixwazin demildest çareseriyek ji bo vê were dîtin. Ne tenê Hasan û malbata wî bi sedan, hezaran rêhevalên wî heman pirsgirêkê dijîn. Ji bo hemû girtiyên nexweş em azadiyê û edaletê dixwazin. "