'Ev şerekî qirêj ê bazara hêzên navneteweyî ye' 2022-05-26 09:04:39   Oznur Deger   ENQERE - Siyasetmedara Kurd Cîhan Sîncar bertek nîşanê şerê ku bi hevkariya AKP-MHP û PDK’ê li hember herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin da û got: “Bi sedsalane polîtîkayên şer tên meşandin lê em hîna hene û li vir in. Bi şer Gelê Kurd nikare bê tunekirin. Em ê heta dawî jî li dijî kesên şer dimeşînin berxwe bidin. Divê em li dijî şer dengekî hevpar derxînin.”   Êrişên bi hevkariya AKP-MHP û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hember Zap, Avaşîn û Metîna ya li Herêma Federal a Kurdistanê hatin destpêkirin ev meheke didome û li dijî şer ji her alî bertek tê nîşandan. Jinên siyasetmedar bertek nîşanê êrîşê dan û bang kirin ku divê li dijî şer bibin yek û deng bê derxistin.   ‘AKP sûcê mirovahiyê dike’   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr balkişand ser êrişa SÎHA  ya li hember Mexmûrê pêk hatiye û got kurdên ji ber zextên Tirkiyeyê li Mexmûrê bicih bûne di bin zext û êrîşan de  ne û wiha pê de çû: “Di rojên borî de bi SÎHA’yan êrîşê Mexmûrê kirin û 5 kesî jiyana xwe ji dest dan. AKP sûcê mirovahiyê dike. Kampa Mexmûrê di bin çavdêriya NY’ê de ye. Gelê Mexmûrê bi salane zor û zehmetiyan dkşînin. Di vir de tişta herî me diêşîne rola PDK’ê ye. PDK nahêle gelê Mexmûrê biçe Hewlêrê, nahêle bixebitin û bi karekî re mijûl bibin. Ambargoyê ranakin. Kampa Mexmûrê di bin hedefê de ye. Di bin xetereyek mezin de ye. Tevî li ber çavê cîhanê ev êrîş pêk tên tu kes deng nake. NY deng nake. NY bêdengiya xwe diparêze. Ev bêdengî êrişan hîn bêtir zêde dikin.”   ‘Polîtîkayên xwe yên qirêj vedişêrin’   Dîlanê  destnîşan kir ku erişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriye û her wiha êrişên li hember Herêma Federal a Kurdistê ne tesadufin û wiha pê de çû: “Li hember Gelê Kurd êrişên tûnd tên meşandin. AKP di hundir de windahiyek mezin jiyaye û ji ber vê berê xwe dide êrîşan. Polîtîkayên wan yên qirêj teşhîr bûne. Tu gotineke wan ya ji gelê Tirkiye û kurd re bêje nemaye. Yekane tişta ku bike jî çavsoriye. Vê jî pêk tîne. Dixwazin nîjadperestiyê ya bi dijminahiya li hember kurdan derxin pêş. Polîtîkayên xwe yên qirêj bi dijminahiya li hember kurdan vedişêrin.”   ‘Divê seknek zelal bê nîşandan’   Dîlanê, da zanîn ku di êrişan de rola PDK’ê mezine û axaftina xwe wiha bidawî kir: "PDK wek alavekê xwe dide bikaranîn. Di encama rola PDK’ê de Gelê Kurd tê qetilkirin. Divê li dijî van êrîşan sekneke zelal bê nîşandan. Divê êdî em xwe bi hincetan neparêzin. Divê em sekneke xurt nîşan bidin û êrîşan vala derxînin.”   ‘Hêzên global bi destê deshilatdariyê şer pêk tîn’   Endama Lijneya Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Belgîn Koç jî destnîşan kir ku ew li dijî şerê ku tê meşandinê ne û van êrîşan şermezar dikin û wiha balkişand ser êrişan: “Ev êrîş bi desthilatdariya AKP-MHP’ê ne sînore. Ev êrîşeke navneteweyî ye. Bi destê NATO, AKP-MHP’ê li hember kurdan rêbazeke êrişa dijmirovahî pêk tê. Hem li hember mirovan hem li hember xwezayê talaneke mezin pêk tê. Em li dijî vê êrîşê ne. Di encamê de em dizanin ku ev şerekî qirêj yê bazara hêzên navneteweyî ye. Hêzên muxalîf yên ji vê rewşê agahdarin şer naynin ziman. Hevkariyek mijara gotinê ye û welatên endamên NATO’yê jî ji ber li gorî berjewendiya wan e dengê xwe nadin. Em baş dizanin ku ew çekan ji Tirkiyeyê re temîn dikin. NY jî bêdeng e.”   ‘Ax, jiyan û xweza me tê parçekirin’    Siyasetmedara kurd Cîhan Sîncar jî der barê mijarê de axivî û anî ziman ku şer bandor li ser her kesî dike û wiha dirêjî dayê: “60 sal emrê min derbas bû û ji vir şûnde jî ez şahidiya berxwedan û têkoşîna Gelê Kurd dikim. Ez di têkoşînê de hatim dinê û mezin bû. Ez li Sûriyê hatim dinê ji wir malbata min koçî Iraqê kir. Em her tim mexdurên şer bûn. Em her şerî de ji warê xwe bûn. Ji ber vê şer bandorek mezin li ser gelan dike. Di şer de ne tenê em, ax, xweza û jiyana me jî parçe bû.”   ‘Em ê heta dawî berxwe bidin’   Cîhanê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê demildest şer raweste û got yên herî zêde ji şer zirarê dibînin gel in û wiha dawî lê anî: “Li gundan gelê ku bi zor jiyana xwe didomîne tên bombebarankirin. Em kesên ku vî şerî dimeşînin şermezar dikin. Dîrok wê şerxwazan jibîr neke. Divê her kes li dijî vî şerî serî rake û bêdeng nemîne. Şer canê me dişewitîne, lê wê bi şer me neqedînin. Bi sedsalane şer didome. Lê em hene li vir in. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Dvê her kes fêm bike ku Kurd bi şer tune nabin. Em ji diyalogê re vekirîne. Em ê heta dawî li dijî kesên ku di şer de israr dikin, berxwe bidin.”