'Civîna Şêwra Jinên Kurd bû gavek ku em kongreya jinên kurd li dar bixin' 2022-05-26 09:02:02     Hêlîn Asmîn   QAMIŞLO - Ji beşa Dîplomasiya Kongreya Starê Pencewîn Elî li ser encamên Civîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava ku di 15'ê Gulana 2022'yan de li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin nirxandin kir. Pencewînê wiha got:"Ji bo em bikaribin kongreya jinên kurd a neteweyî li dar bixin Civîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava bû gaveke girîng. Di encama vê civînê de hest û helwesta jinên her çar parçeyên Kurdistanê bûn yek."   Di 15'ê Gulana 2022'yan de bi pêşengiya Kongreya Star jinên kurd ên ji nûnerên rêxistinên jin, partiyên siyasî hunermend û ronakbîr bi dirûşma "Ji bo yekbûna helwesta jinên kurd li dijî dagirkeriyê" li bajarê Qamişloyê kom bûn. Ji beşên din ên Kurdistanê û derveyî welêt jî gelek nûnerên rêxistinên jinê û partiyên siyasî bi rêya onlineyê tevlî şêwrê bûn. Hunermendên jin ji parçeyên din ên Kurdistanê jî peyamên xwe ji bo yekîtiya neteweyî gihandin Civîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava ku di Roja Zimanê Kurdî de hat birêxistinkirin. Ji beşa Dîplomasiya Kongreya Starê Pencewîn Elî li ser mijarê ji ajansa me re axivî.   'Hest û helwesta jinên her çar parçeyên Kurdistanê bûn yek'   Pencewînê di despêka axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Şêwra me di qonaxeke gelek hestiyar û krîtîk de hat lidarxistin. Şerê cîhanê yê sêyemîn ê ku di roja me ya îro de êdî ji aliyê herkesî tê qebûlkirin, wek şerekî dijwar li ser Rojhilata Navîn hîn kûrtir û aloztir dibe. Armanca me ya vê şêwrê ew bû ku em bikaribin xwe bigihînîn hemû jinên cîhanê û hemû jin li hemberî van êrîşên ku niha tên kirin bibin xwedî helwest. Me du mijarên sereke di şêwrê de girtin dest. Yek jê pêvajoya niha ya heyî ya din jî helwesta jinên ku niha li Rojava dijîn. Derbarê her du mijaran de jî gelek nêrînên dewlemend pêş ketin. Ev demek dirêj e li ser heremên parastina medyayê êrîşên pir dijwar hene. Me jî weke jinên Rojava xwest em li dijî êrîşan helwesta xwe diyar bikin. Di encama vê civînê de hest û helwesta jinên her çar parçeyên Kurdistanê bûn yek."   'Civîna Şêwra Jinên Kurd bû gavek ku em kongreya jinên kurd li dar bixin'   Pencewînê bal kişand ser encamên ku di şewrê de derketine pêş û wiha pê de çû: "Di şewrê de me însiyatîfek ji jinan ava kir ji bo em bikaribin vê pêvajoyê binirxînin û di heman demê de bibe bingeha kongreya jinên kurd a neteweyî. Wekî tê zanîn kongreya jinên kur a neteweyî ya destpêkê li Amedê û duyem jî li Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Armanca kongreyê ew bû ku ya seyem jî li Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin. Lê ji ber hinek sedemên siyasî me nikaribû li dar bixistaya. Şêwir bû gavek ku em bikaribin  Kongreya Jinên Kurd a Neteweyî li dar bixin. Her wiha, di civînê de jinan bêdengiya hêzên herêmî û navneteweyî ya li hemberî êrîşên dagirker a dewleta tirk şermezar kirin û jinan hêzên li hemberî êrişan wek şirîk girtin dest. Dîsa jin hêzên ku bi rêya şîrketên xwe hevkariya dagirkeriya dewleta tirk dikin, bi taybet jî Qatar û Kuweyt, wek aliyekî sûcên li dijî mirovahiyê dibînin. Jinan banga mezinkirina têkoşîna li dijî siyaseta guhertina demografîk jî kirin."