'Divê kurd xaka xwe biparêzin' 2022-05-24 11:02:58     ŞIRNEX - Gundiyên li nêzî sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ku bertek nîşanî êrîşên Dewleta Tirk  ên li ser hêrîmên kurdan dan gotin, "Divê kurd li xaka xwe xwedî derên."     Bi hevkariya AKP-PDK'ê êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Ferdere ya Kurdistanê didomin. Kurd ku hevkariya PDK'ê wekî "bêbextiyê" bi nav dikin, ji bo cerdevanên tevli êrişan dibin jî bang dikin ku nebin şirîkê vî sûcî. Şêniyên navçeya  Bêşebab a Şirnexê li dijî êrişan banga yekitî û xwedîderketina li xaka xwe kirin.    Ji gundê Germavê Kazin Boran diyar kir ku zextên dewletê ji salên 1990'î ve didomin û got: "Ez 80 sal in li vî gundî me. 80 sal in zext û zordestî heye. Di salên 90'î de gundê me hat bombekirin. Wan salan cerdevantî hat ferzkirin. Kesên qebûl nekirin bi êrişên dijwar re rû bi rû man. Bi roketan êriş anîn ser mala me. Her wiha eşîran jî zor dida me. Hewl didan ku me ji bo cerdevantiyê qanih bikin. Lê me qebûl nekir."    Ji ber zextan gundê xwe terikandiye   Ji gundê Karçînê Meryem Kaya (50) anî ziman ku dewlet bi hemû rê û rêbazan bi ser kurdan de tê û wiha axivî: "Ji ber zextên salên 90'î 3 salan nikaribûm biçim gundê xwe. Lê axirê em cardin vegeriyan hatin. Ev zilm hê jî didome. Ji bo bidawîbûna vê tahde û zilmê kurd divê bibin yek. Êdî bila tu kes neyê kuştin. Bila dayik negirîn êdî. Lê yê neheqiya mezin li kurdan dikin kurd in. Divê ev jî bi dawî bibe."    ‘Bila kurd xwedî li axa xwe dernekevin'   Bahar Ûlaş (42) jî bertek nîşanî cerdevanan da ku tevli êrişên li Herêma Kurdistana Federe bûne û got: "Berê mirov bi darê zorê dibûn cerdevan. Niha cerdevan bêbextiyê li axa xwe dikin. Kurd divê bêbextiyê nekin û axa xwe biparêzin."