Meral Daniş Beştaş: Hikûmet xebatên xwe yên hilbijartinê li salonên dadgehê dimeşîne 2022-05-23 13:38:46 ENQERE - Cîgira Hevserokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku AKP'ê dest bi xebatên hilbijartinê kiriye û got, "Niha hikûmeta AKP-MHP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê li salonên dadgehê dimeşîne."   Cîgira Hevserokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de li ser mijarên di rojevê de nirxandin kir.   'Di Qirkirina Çerkesan de 500 hezar kesî jiyana xwe ji dest da'   Meral di destpêka axaftina xwe de Qirkirina Çerkesan bi bîr xist û diyar kir ku ev komkujî yek ji trajediyên dîrokî ye. Meral diyar kir ku Çerkezan gotiye ku divê ev yek bi hemû encamên xwe weke qirkirin bê qebûlkirin û got, “Em jî vê yekê dizanin û qebûl dikin. Xelkên Çerkez ê ku 158 sal berê di sala 1864’an de ketine bin şûrê Rûsan, bi keştiyan li çar aliyê cîhanê belav bûne. Her çiqas weke sirgûn tê pênasekirin jî ji ber encamên wê em bi rastiya qirkirinê re rû bi rû ne. Ev gelê ku 500 hezar kes winda kir, sirgûnî axa Osmaniyan hatin kirin. Ez bi bîr tînim ku 500 hezar kes ji birçîna û ji ber nexweşiyan mirin. Ev demeke dirêj dewam kiribû. Çerkezên ku li Misir, Urdun, Sûriye û Balkanan belav bûne yek ji wan gelên ku di dîrokê de herî zêde êş kişandine."   'Daxwazên Çerkesan jî daxwazên me ne'   Meral, da zanîn ku ew dizanin zimanê Ubuh nayê axaftin û di nav zimanên mirî de ye û wiha got: “Em encamên vê yekê dijîn. Gelek daxwazên Çerkesan hebûn ku îsal li Tirkiyeyê jî diyar bûn. Daxwazên wan jî daxwazên me ne. Me weke HDP’ê her tim parastiye ku daxwazên hemû gelan, di serî de mafên ziman û çandê bên naskirin û azad bijîn. Rûbirûbûn û edaleta vegerandinê ji bo Çerkesan jî daxwazeke pêwîst û di cih de ye. Dixwazim yek-du daxwazên Çerkezan parve bikim û piştgiriya xwe jî bînim ziman. Pêwîste Qirkirina Çerkesan bê naskirin, mafê mal û tazmînatê yê mexdûran bê misogerkirin, kesên ku dixwazin bê şert û merc astengiyên li hemberî wan bên rakirin.  Tehdîdên li ser ziman û çanda Çerkezan divê ji holê bên rakirin. Berpirsiyariya me ya mirovî ye ku em bi vî awayî bi edaleta vegerandinê nêzîkê vê trajediya dîrokî bibin.”   ‘Hikûmeta AKP-MHP’ê li salonên dadgehê dest bi xebatên hilbijartinê kir’   Meral, anî ziman ku yek ji mijarên din ên di rojevê de "Niqaşa NATO'yê yê" ye û bal kişand ser pirsgirêk û dozên navxweyî. Meral, anî ziman ku yek ji van bûyeran jî "Doza Komployê ya Kobanê" ye û got, "Tişta herî dawî ez ê di destpêkê de bêjim; Niha jî hikûmeta AKP-MHP’ê xebatên xwe yên hilbijartinê li salonên dadgehê dimeşînin, ji niha ve dest pê kirine. Li salonên dadgehê xebatên hilbijartinê tên kirin, bi biryara Doza Geziyê raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê, mûxalefet û gel tirsandin. Ev yek ji beşeke girîng a kampanyaya hilbijartinê bû. Peyama xwe dan ku êdî  rêxistinên sivîl, muxalefet û gel bi awayekî azad daxwazên xwe bînin ziman. Bi biryareke ecêb cezayê muebetê hat dayîn û li hin kesan jî heta 18 salan ceza  hat birîn. Ev aktîvîst niha li girtîgehan tên ragirtin. Ez hefteya borî çûm girtîgehên Sîlîvrî û Bakirkoyê. Min girtiyên ji ber doza Gezî ziyaret kirin û silavên wan bi raya giştî re parve dikim. Di hevdîtinên ku me bi wan re kirin de, wan bi me re parve kirin ku rast dibêjin û ev doz bêbingeh û siyasî ye û em jî vê yekê baş dizanin.”   Berdewama axaftina Meral wiha ye:   “Pêwendiyek rasterast di navbera Gezî û Doza Kobanî de heye. Bi Geziyê û bi Doza Kobaniyê re peyamek ji raya giştî ya Tirkiyeyê re, ji muxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê re, ji raya giştî re, ji Gelê Kurd re tê dayîn. Navê Doza Komployê ya Kobanî çi ye? Kurd nikarin maf û azadiyên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Dibêjin hûn nikarin li dijî komkujiyên DAIŞ'ê dengê xwe bilind bikin. Piştî 8 salan têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê şopandin. Hevalên me di her dadgehkirina Kobaniyê de polîtîkayên hikûmeta AKP'ê bi MHP'ê re didomînin. Pêşniyarek min ji çapemeniyê re heye, ji kerema xwe li dadgeha komploya Kobanî temaşe bikin, li parastinên li wir guhdarî bikin, ger hûn guh nedin, teqez hewl bidin bixwînin. Ji ber ku di dozê de dîrokek nebawer a nêz heye, parastin hene, darizandin hene, hûn ê ji nêz ve bibin şahid ku îqtîdar gav bi gav têk diçe.   Dadgehê mafê parastinê bi rojekê bi sînor kir   Yanî Selahattin Demirtaş, Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Ayla Akat û gelek hevalên me li wir dîl tên girtin û em rastî darizandineke bêhiqûqî tên. Eşkere ye ku li vir dîmenek xelet heye. Tiştek nû derketiye, di dest min de girteka nû ya daneşînê  heye. Wek hûn jî dizanin, mafê parastinê li gorî Qanûna Bingehîn 36 û DMME 6/2 nayê sînordar kirin.  Ger kesek bixwaze 3 roj, 5 roj û 10 rojan parastinê bike, ev maf tê dayîn ji ber ku bingeha darizandina adil bikaranîna mafê parastinê ye. Dadgeh bê parastin nabe. Dadgeh dibêje ez we bi cezayê muebbetê yê giran dadrizînim, mafê siyaseta demokratîk ji partiya we digirim, dosyaya girtinê vedikim. Ev belge wê weke yek ji wêneyên hiqûq li Tirkiyeyê qediyaye di dîrokê de cih bigire.     Dixwazin dosyaya Kobaniyê ji bo xebatên hilbijartinê bi kar bînin bi dawî bikin   Ew qas bi lez in. Yanî hûn ê bibêjin li Tirkiyeyê daraza ewqas lez dimeşe ku hûn difikirin ku darizandinek adil û demokratîk heye, lê hêviyên we yên wiha nemînin. Li vî welatî her roj kujer tên berdan, kujerên jinan, çete tên berdan.    Ev yek nîşan dide ku nêzîkatiyeke siyasî ya çawa heye.  Bi lez û bez diçin hilbijartinê. Ji ber ku pêwîstiya wan bi dane û dozan heye ku di kampanyayên xwe yên hilbijartinê de bi kar bînin. Yek ji wan jî Doza Komployê ya Kobanê ye.   AKP hewl dide her kesê mafên Kurdan diparêze weke terorîst bi nav bike   Mijara din jî mijara NATO ye. Weke ku hûn jî dizanin ji bo Swêd û Fînlandiyayê bibin endamên NATO'yê mafê veto yê Tirkiyeyê heye û ji bo vê yekê jî dixwazin ku e welat piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk qut bikin. Dewlet bi rojan e vî karî dike, li vir namîne. Ji bilî van daxwazan jinek ji Kurdên Rojhilat û parlementerek swêdî jî heye, ez navê wê nabêjim. Dibêjin 'Îxracî Tirkiyeyê bikin'. Ev jin ne ji Tirkiyeyê ye, ne li Tirkiyeyê jiyaye, ne têkiliya wê bi Tirkiyeyê re heye, parlementereke swêdî tenê ji ber ku kurd e û AKP-ê rexne dike wek 'terorîst' tê dîtin. AKP'ê me hemûyan, hemû mûxalefetê di hundir de weke "terorîst" îlan kir. Ev têr nake, hewl dide her kesê ku maf û azadiyên bingehîn ên Kurdan diparêze, li cîhanê weke “terorîst” bide nasîn û di vî warî de bi lez dixebite."   Hewl didin dijminantiya l hemberî kurdan li cîhanê belav bikin   Em wek HDP nêzîkatiyên DYA, Swêd, Fînlandiya û dewletên din ji nêz ve dişopînin. Hewl dide destkeftiyên Gelê Kurd ji Efrînê heta Hesekê, ji Amedê heta Şengalê bi dayîna berdêlên mezin muzakere bike. Em dizanin ku nêzîkatiya li Swêd û Fînlandiyayê ew e ku dixwazin beriya ku pirsgirêka kurd di hundir de çareser bibe rastî pirsgirêkeke cîhanî bê. Di hundir de hewldaneke mezin heye ku dijminatiya Kurd û Kurdayetiyê li cîhanê belav bikin. Pirsgirêka kurd li Sûriyê û Tirkiyê bi hev ve girêdayî ye û Tirkiyeyek heye ku bi şantajê hewl dide NATO û saziyên din ên navneteweyî di vê mijarê de bikişîne gel xwe.  Em di wê baweriyê de ne ku Swêd û Fînlandiya dê keda xwe ya bi salan binpê nekin. Hewldanên dijberiya kurdan vala wê derkevin.   Qeyûm dixwazin çandê biqedînin, ziman tune bikin   Di van demên dawî de me dîmenek bi vî rengî di çerçoveya pirsgirêka kurd de dît. Topal Osman bi otobusên wênesaz li kuçe û kolanên Amedê geriya. Tu ê bibêjî, eleqeya wê çi ye, ez ê wê eleqedariyê bibêjim. Me gelek caran diyar kir ku qeyûm ne tenê bi şaredariyê ve girêdayî ne, di heman demê de li ser guhertina jîngeha civakî û çandî jî hatine tayînkirin. Dixwazin çanda kurdan û zimanê wan tune bikin, rasterast mudxeleyî jiyana kesan bikin. Qeyûmên Qoserê mîhrîcana masiyên hamsî li dar xist û li Sêrtê jî ku ez wekîla wê me û bi buryana xwe navdar e jî mîhrîcana aşûtê hat lidarxistin. Çima Walî ji Herêma Behra Reş in? Ew bi tonan masiyan tînin û mîhrîcan tên kirin. Ji ber ku dijminatiya çanda wê derê dikin û naxwazên ku mîhrîcana buryanê ku çanda Sêrtê ye li dar bixin.    Topal Osman bi otobusan ditirsîne   Walîtiya Gîresûnê li Licê beşdarî mîhrîcan Off Road bû. Di otobusa Walîtiya Gîresûnê de wêneyê Topal Osman ê di destê wî de çek heye û dirûşma 'Giresun ji te re bes e' hatiye vekirin. Dadgeh têrê nekir, salonên dadgehê têr nekir, Topal Osman dikin malzemeya xebatên hilbijartinê.  Topal Osmanê ku di qetlîamên Kurd, Pontûs, Yewnan û Ermeniyan de cih girtibû, wêneyên wî ê bi çek û peyam li Licê belav dikin û tehdît dikin.  Yên ku dibêjin me Torosa spî qedand, niha bi otobusên Topal Osman ditirsînin. Cihê xwe zanibin bi erêkirina kesekî ji aliyê waltiyê ve şandina Amedê  dijminantiya li hemberî kurdan her ku diçe pêş dikeve.   Ji ber ku tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye em li dijî tecrîdê ne.   Helbet di pirsgirêka kurd de mijareke pir girîng tecrîd e. Dema em vê dibêjin, A Haber û medyaya alîgir dibêjin, 'Ax HDP'yî dîsa li Ocalan xwedî derketin, li dijî tecrîdê derdikevin'. Em dibêjin tecrîd rêbaza îşkenceyê ye, sûcê mirovahiyê ye.  Em dixwazin gelên Tirkiyeyê li ser vê yekê bifikirin? Li Tirkiyeyê polîtîkaya şer heye. Dixwazin her tişt xizmeta vê polîtîkaya şer bike. Niha li her derê bazirganiya çekan didome. Abdullah Ocalan û 3 kesên li girava Îmraliyê girtî ne, destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ne dikarin nameyan bişînin û ne jî bi telefonê biaxivin, lê ya ku tê kirin her tim cezayên dîsîplînê ye. Îro ji parêzeran hîn bûm ku ev ceza ji parêzeran re nayê ragihandin, nikarin mafê xwe yê îtîrazê bikar bînin. Mafê girtî û hukumxwaran heye ku ji derketina rojê heta roj biçe ava li derve rûnin. Li vir dibêje ku hûn bi hev re qala birêz Öcalan û girtiyên din dikin, hûn mafê hev ê werzişê asteng dikin. Loma jî dibêje ez cezaya ramanê didim te. Di dîroka cîhanê de biryareke wiha nîne. Ev biryar bi tevahî nîşan dide ku ew çiqas di zorê de ne.   Tecrîdê rakin, dengê aştî û çareseriyê bilind bikin   Sîstema tecrîdê sedema polîtîkayên dijminatiya Kurdan û şer e. Ji ber ku Ocalan ê ku ji bo aştiyê diaxive û daxwaza aştiyê dike û dibêje “Ez di nava hefteyekê de aştiyê bînim” di bin tecrîdê de tê hiştin. Hikûmet naxwaze behsa aştiyê were kirin. Projeya Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û Gelê Kurd projeyeke demokratîk e. Hûn li benda çi ne? Di pêvajoya çareseriyê de hûn 3 salan li ser heman maseyê rûniştin. Sibe dema ku sîyaseta şer qediya, hûn ê di dawiyê de ji wir werin. Ez bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikim, tecrîd ne tenê pirsgirêka Gelê Kurd E, bandorê li jiyana aram, azadiya aborî û jiyana mirovane ya 84 mîlyon mirovan dike. Ji kerema xwe, em bi hev re li dijî vê derkevin, aştiyê bînin van axan, eger em bixwazin em dikarin. Eger em hemû karibin li hemberî vê hikûmetê muxalefeteke demokratîk derbixin pêş, em dikarin vê pêk bînin. Tecrîdê rakin, dengê aştî û çareseriyê bilind bikin, hêviya gelan bilind bikin. Bila dayik bi bawerî li pêşerojê binêrin û li benda cenazeyên zarokên xwe neyên hiştin.