Gundiyên ku nikarin biçin gundê xwe: Em dixwazin biçin gundê xwe 2022-05-22 09:18:53     ŞIRNEX - Piştî ku li Çiyayê Cûdî di encama pevçûnê de 8 leşker mirin, 3 gundên ku li qûntara çiyayê Cûdî ne 12 roj in ketin û derketina şo wam qedexe ue. Şêniyên gund, anîn ziman ku ew destûrê digirin diçin gundê xwe û bi lêv kirin ku pêvçûnên mezin diqewimin. Gundiyan daxwaz kirin ku operasyon bi dawî bibin û ew jî vegerin gundên xwe.      Di 30'yê Nîsanê de di encama operasyona li Çiyayê Cûdiyê de hatibû kirin 8 leşker hatibûn kuştin. Operasyona ku hatibû destpêkirin, bênavber didome. Piştî operasyonên hatin destpêkirin di 11’ê Gulanê de li gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilerît yên Şirnexê ku li quntarê Çiyayê Cûdî ne 12 roj in ketin û derketina wan qedexe ye.   Welatiyên ku ketin û derketina ji gundê wan qedexeye, gdaxwaz kirin ku operasyon bi dawîbin û vegerin gundê xwe.   Di salên 90’î de vala kirin, niha jî qedexe dikin’   Rahîme Akil (42) a ku ji gundê Şilerîtê ye, anî ziman ku ji ber operasyonan berdewam dikin destûr nayê dayîn ku biçin gundê xwe û wiha got: “12 roj in gundê me qedexe ye. Ji ber qedexe ye baxceyên me li wir hemû zûha bûn. Em nikarin biçin bi baxce û sewalên xwe eleqedar bibin. Dema em bixwazin biçin jî divê em destûrê bixwazin ger ku derstûr bê dayîn em dikarin biçin. Lê dema ku em diçin gund di têketina gund de me didin sekinandin, lêgerînê dikin û gelek pirsan ji me dikin. Niha çûyîn û hatina gund tune ye. Dema destûrê bidin em diçin. Niha jî wek salên berê gundên me tên qedexekirin. Di salên 90’î de gundên me hatin xirapkirin, şewitandin, wêrankirin û zarokên me hatin kuştin. Niha jî ji ber operasyonan destûrê nadin em biçin. Êrîşên gundê me bi dawî nabin. Du rêyên ku diçin gund ji aliyê leşkeran ve hatine girtin. Niha di têketina gund de leşker sekinîne. Bila van operasyonan bi dawî bikin ku bikaribin biçin gundê xwe. Gundê me hertim ketin û derketina jê tê qedexekirin. Ev ne cara yekem e. Axa me qedexe kirine. Daristanên ku em diçûn wan niha hemû qedexe ne.”   'Hersal gund li me qedexe dikin’   Ayşe Taşar (40) jî ku bi eslê xwe ji gundê Avgamasya ye û di sala 94’an de ji ber gundê wan hatiye hilweşandin li Şirnexê bi cih bûye. Ayşe di sala 2016’an de careke din,  vegeriya gundê xwe yê Avgamasya. Ayşe, destnîşan kir ku gundê wan ev 12 roj in qedexe ye û wiha domand: “Em nikarin biçin gundê xwe. Niha sewal û baxçeyên me li gund hene. Lê em nikarin biçin bi wan eleqedar bibin. Baxçeyên me hemû zûha bûn. Gund û çiyayên me li me hatine qedexekirin. Ji ber operasyonan em nikarin biçin çiya ji xwe re pincar jî kom bikin. Ev çend roj in em nikarin biçin gundê xwe. Ger ku li gund karê çandinî û sewalkariyê nekim em nikarin debara xwe bikin. Ji xeynî karê gund tu kar tune ye ku em pê debara xwe bikin. Ji bo ku em biçin gundê xwe divê em ji cendirmeyan destûrê bixwazin. Dema ku em diçin gund li wesayitên me lêgerînê dikin û dema ku em ji gund derdikevin jî me dijmêrin  Dema em biçin çiyaên gund pincarê kom bikin nasnameyên me ji me digirin.  Li çiyayên gundê me operasyon hîn berdewam dike. Ji xwe destûrê nadin em biçin çiya. Em jî dixwazin serbest biçin gundê xwe û bên. Gundê me hersal li me qedexe dikin. Hem darên me tên birîn û şewitandin, hem jî tê qedexekirin. Bila operasyon bisekinin û em vegerin gundê xwe. Em xweşiyê dixwazin.”   ‘Li Cûdî operasyon hîn berdewam dike’   Ayastan Akil (39) jî ji gundê Şelerîtê ye û daxwaz kir ku operasyon bi dawî bin û wiha axivî: “Gundê me hatiye qedexekirin û em nikarin biçin gundê xwe. Em dixwazin ev operasyon di demek nêz de bi dawîbin û em biçin gundê xwe. Me fêkî û zebze çandiye. Lê hemû zûha bûn. Em bi zorê destûrê digirin diçin gundê xwe. Gundiyên ku sewalên wan hene nikarin biçin li wan binêrin. Dema em diçin destûrê dixwazin ji hinekan re destûrê didin, hinekan re jî destûrê nadin. Li çiyayê Cûdî operasyon hîn berdewam dike. Ji ber vê yekê qedexeya gundê me jî berdewam dike. Bila ev operayon bi dawî bin û em biçin gundê xwe. Em debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Em dixwazin vegerin gundê xwe. Di salên 90’î de ji xwe gundê me hilweşandin, niha jî qedexe kirin.”   ‘Em destûrê dixwazin û diçin gund’   Zeynep Akil (65) jî ku ji gundê Avgamasya ye û bertek nîşanê operasyonan d ev tişt anî ziman: “Em debara xwe bi hetiniya ji gund dikin.  Ji xwe di warê aborî de em di pêvajoyek gelek zor û zehmet de em derbas dibin.  Em jî debara xwe bi karê çandinî û sewalkariyê dikin. Lê gund li me hatiye qedexekirin. Dema ku destûrê bidin em dikarin biçin.  Li çiya operasyon heye. Em li gund karê xwe dikin û piştre dîsa vedigerin. Em duh çûn, heta çend rojên dinê nikarin biçin. Bax û baxceyên me hemû zûha bûn. Berê jî dihat qedexekirin, hilweşandin û şewitandin. Niha jî tê qedexekirin. Em dixwazin ev operasyon bi dawî bin û em vegerin gundê xwe.”