'Berzanî bûye memûrê Erdogan' 2022-05-22 09:01:38     Derya Ren - Medya Uren   AMED - Ji Dîlokê heta Şirnex û Mêrdînê dayikan li dijî şerê îxanetê yê li Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin bertek nîşan dan û wiha gotin: "Me destê biratiyê dirêjî Berzanî kir. Lê wan dev ji îxanetê berneda. Berzanî wek memûrê Erdogan lê hatiye."   Dewleta tirk bi piştgiriya PDK'ê kete Başûrê Kurdistanê û li gelek bajaran hêza xwe kom kir. Di encama hevdîtinên PDK û îqtidara AKP'ê demek dirêj bû amedekariyê êrişan dihatin kirin. Di 17'ê Nîsanê de jî li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişên hewayî û bejahî dan destpêkirin. Di vî şerê bi awayekî qirêj tê meşandin de gelek rêbazên ku sûcên mirovahiyê ne hatin bikaranîn. Lê belê ruxmê delîlan jî deng ji Neteweyên Yekbûyî (NY) derneket.   Têkildarî êrişên TSK û têkiliya PDK'ê ya bi êrişan re me mîkrafona xwe dirêjî dayikan kir;   'Rola PDK'ê mezin e'   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê Hîkmet Acar dema qala êrişa li başûr hatiye destpêkirin kir di serî de mala Berzanî şermezar kir. Hîkmet wiha berdewam kir: “Di êrişên pêk tên de rola PDK'ê mezin e. Ger ku Berzanî rê nedaba wê dewleta tirk nekarîba bikeve nav wê xakê. Nedikaribûn êrişek wisa bernamekirî û dijwar pêk bînin. Şerê li wir tê kirin, şerê hebûn û nebûna kurdan e. Ew kesên ku li wir şer dikin, ji bo hemû parçeyên Kurdistanê berdêl didin. Hebûna gerîla hebûna min e. Divê hemû kurd di vê hişmendiyê de bin. Ji bo wan banga min e, divê em bi hev re rabin û bibin yek. Divê hemû kurd li hemberî van êrişan bibin mertalên zindî. Ji ber ku gerîla wenda bike wê hemû kurd wenda bikin. Divê di serî de Berzanî vê yekê bizanibe."   'Divê em ji hev re rast bin'   Yildiz Basûtçû jî da zanîn şer rê li ber pirsgirêkên mezin vedike û wiha pê de çû: "Dixwazin bi van rêbazên qirker kurdan tune bikin, lê belê em kurd tune nabin. Bi sedsalan e armanca wan ev e. Lê ew ê nikaribin vê armanca xwe bi ser bixin. Her roja ku diçe em bêhtir belav dibin û mezin dibin. Yên ku me tune dihesibînin bila li dîmenên Newroza Amedê temaşe bikin. Bi taybetî jî êrişa li Başûrê Kurdistanê hatiye meşandinê bi piştgiriya PDK'ê pêk tê. Pêwîst e di serî de ew şerm bike. Lewra li dijî îxanetê pêwîst bû ku xwişk û birayên xwe parastiba. Divê em ji hev re rast bin. Yan jî em ê tune bibin."   'Bijî Kurdistan'   Rêvebira HDP'ê ya bajarê Dîlokê Zekiye Karabulut ji bi van gotinan êrişa heyî şermezar kir: "Êrişên heyî bandorê li ser her beşê dike. Divê rêxistinên Parastina Mafê Mirovan ji bo van êrişan çareseriyê bibînin. Divê şer were rawestandin. Li dijî şer em ê weke dayik her tim aştiyê biparêzin. Bi hêviya ku şer were rawestandin û mirin bi dawî bibin. Em ê ji bo vê yekê ji bibin pêşeng. Çima Berzanî xwe dike şirîkê van êrişan û qirkirinên kurdan. Divê em kurd bibin yek û li dijî van êrişan dakevin qadan. Em hebûn, em hene û em ê hebin. Em ê tucarî paşde gav neavêjin. Bijî Kurdistan."   'Dev ji îxanetê bernedan'   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Helîme Kaya êrişa li Başûrê Kurdistanê weke êrişa îxanetê şîrove kir û got: "Divê hemû gel li dijî van êrişan yek dil be. Me gelek bang li Berzanî kirin. Lê Berzanî dev ji îxanetê berneda. Berzanî weke memûrê Erdogan tev geriya. Wê ji îro şûnde çawa bêje ez 'Serokê Kurda me'. Me her tim destê xwe dirêjî wan kir. Lê ew bi dijminên me re li ser masê rûniştin."