Parêzera doza Garê Îlke Işik: Jinên bombeyên zindî bûn, tên tahliyekirin 2022-05-21 09:03:47   Oznur Deger    ENQERE - Yek ji parêzerên Doza Garê Îlke Işik bal kişand ser jinên DAIŞ’ê yên bi lez û bez hatine tahliyekirin û beratkirin û got: “Ji dema destpêkirina darizandinê heta niha ji bo gumanbar neyên girtin berpirsên şênber hene. DAIŞ veguheriye rexistinek xizman a wek malbatî. Jinên diyarin bombeyên zindî ne tên beratkirin. Ev jin li derve digerin û ji bo her kesî xetereyek mezin in.”   DAIŞ’ê di 10’ê cotmeha 2015’an de li Gara Enqereyê komkujî pêk anî û di ser vê komkujyê re 6 sal derbas bûn. Lê hîna gumanbarên esas nehatine darizandin. 15’emîn runiştina gumanbarên komkujiyê û Erman Ekîcî yê ji sûcê li dijî mirovahiyê dihat darizandin di 12’ê Gulanê de li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin.   Di runiştinê de agahiyên nû derketin holê û îhmala dewletê ya di komkujiyê de carek din derket holê. Gelek gumanbarên dosyayê  niha fîrararin û jinên DAIŞ’ê yên ji Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê jî tenê wek ‘hevjînên DAIŞ’iyan’ tên pênasekirin û ji aliyê dadgehan ve demek kurt de hatin beratkirin.   Yek ji parêzera dozê Îlke Işik der barê dozê û rola jinên DAIŞ’ê de nirxandin kir.   Rojek beriya komkujiyê biryara lêgerînê hatiye girtin   Îlkeyê da zanîn ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, tevî vê di runiştina 12’ê Gulanê de agahiyên ku mirovan matmayî dihêle derketine holê û got: “Dosya hîna di asta berhevkirina delîlan de ye. Lê doza ku girtî jê dihatin darizandin bi lez girtin. Niha ji bo fîrariyan darizandin didome û her tim tiştên nû dertên. Em jî neçar dimînin daxwazên nû bînin ziman. Ev doz dozeke ku divê hîna pir pêş bikeve ye. Di runiştina 12’ê Gulanê de dosyayên nû hatin. Der barê gumanbarê fîrarî Hasan Huseyîn Ugur de agahiyên nû hatin.  Me der barê wî de kêm agahî dizanibûn. Ev gumanbarekî girîng e. Dosyaya hatiye pir balkêş e. Îxbar heye ku Hasan Huseyîn Ugur di Tebaxa 2015’an de wê bibe bombeyê zindî. Îxbar digihêje Emniyeta Dîlokê. Emniyet tenê li mala wî dinêre. Dozgerî biryara girtinê nade. Biryara girtinê rojek beriya komkujiya Garê di 9’ê cotmeha 2015’an de derdixin.”    Gumanbar Îlhan Bali li Konyayê hatiye dermankirin   Îlkeyê destnîşan kir ku heman tişt ji bo gumanbar Îlhamî Bali jî derbasdare, gumanbar di gelek dosyayên DAIŞ’ê de wek ‘DAIŞ’iyê esas’ hatiye nivîsin. Îlkeyê da zanîn ku Îlhamî wek ‘Emîrê Tirkiyeyê’, ‘DAIŞ’iyê sereke’ hatiye îlankirin û di encama hewldanên wan de pozîsyona wî ya rast derketiye holê û got dema ku biryara wî ya girtinê bûye ew li Konyayê dihat dermankirin.   ‘Berpirsên şênber hene’   Îlkeyê ev tişt anî ziman: “Ji roja darizandin hatiye destpêkirin heta niha ji bo gumanbar neyên girtin berpirsên şênber hene. Ev hemû jî tiştên ku ji bo gumanbar neyên darizandinê ne. Gelo evqas fîrarî çawa dibe? Cihên ku ev kes lê digerin diyarin. Dîlok, Semsur. Çawa dibe hîna negirtine. Em dizanin ku hinek li kampan e û lêkolînek nayê kirin.”   Ji bo jinên DAIŞ’ê biryara beratê   Îlkeyê balkişand ser pozîsyona jinên DAIŞ’ê û  got jinên DAIŞ’ê bi sifata şahid li dadgehê hatine guhdarkirin û wiha bertek nîşanda: “Di runiştina 12’ê Gulanê de jina DAIŞ’î Ulker Mamedova ku demek dirêj lêgerîna wê hebû hat guhdarkirin. DAIŞ rêxistinek malbatî ye. Rêxistinek xizm a ketiye nav hev e. Her ku dosya tên em fêr dibin. Xezur, xesu, dê, bav, xal, ap hemû xizm bi ekîbek mezin dixebitin û derbasî Sûriyeyê bûne. Li wir vî karî didomînin. Hevjîna gumanbar Omer Denîz Dundar, Valentîna an jî Merve Dundar, Demet Taşar, Ayşenur Încî ji ber bombeyên zindî ne bi koda sor lêgerîna wan heye. Ev hatin tahliyekirin. Îfadeyên wan yên dema hatin Tirkiyeyê ketin dosya me. Di axaftinan de kêlî bi kêlî vedibêjin. Mirov dikevin xofê.  Ulker Mamedova di îfadeya xwe de dibêje ‘ji xîlaetê derketiye, taybetiya dewletbûnê winda kiriye û ji ber vê em derketin. Bi rehetî tên Tirkiyeyê. Dizanin ku bikevin Tirkiyeyê tiştek nayê serê wan.Vegotinên hemûyan dişibin hev. Pere didin kaçaxvanan û bi awayekî tên. Mehek du mehan di girtîgehê de dimîninû piştre tên berdan.”   Li derve digerin   Îlkeyê destnîşan kir Ulker Mamedova du caran ji Sûriyeyê dikeve Tirkiyeyê cara ewil demek kurt dimîne cara duyem jî dirêj dimîne û ew jî çîroka jiyana xwe vedibêje û ev tişt anî ziman: “Dibêje ew ji bo alîkariyê çûye wir û piştre vegeriyaye. Carek din diçe û heta ku DAIŞ bi giştî winda dike li wir dimîne.  Ulker Mamedova û jinên din di ekîba Semsurê yanî di ekîba  Mustafa Dokumaci yê kesê girîng ê DAIŞ’ê de ne.Yên bombeyên zindî digihînin ev in. Jinên ku aşkera ye ku faliyetên DAIŞ’ê meşandine û bombeyên zindî ne hatin tahliyekirin û beratkirin. Ji ber vê jî ev xetereyek mezine. Hebûna wan a li derve ji bo her kesî ji bo Tirkiyeyê xetereyek mezine.”