Nivîskar Mukaddes: Çareserî rêya sêyemîn e 2022-05-21 09:01:01   STENBOL - Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk da zanîn ku şerê li hember kurdan tu fêdeya wê ji bo gelên Tirkiyeyê tune û ev êrişê girêdayê tecrîda li ser  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Mukaddesê her wiha da zanîn ku têkoşîna aştî û demokrasiyê bi siyaseta Riya 3’yemîn dikare bê hûnandin.   Erişên AKP-MHP’ê yên bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li hember Herêma Federal a Kurdistanê hatin destpêkirin didomin. Li hember Zap, Metîna û Avaşîn bombebaran didome. Ji aliyê gelek aliyan ve tê diyar kirin ku êrişên tên meşandin girêdayê Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane.   Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk der barê êrişan û tecrîda li Îmraliyê de ji ajansa me re nirxandin kir.   ‘Pirsgirêk ji neçareseriyê pêk tê’   Mukaddesê bi lêv kir ku dewlet bi salan e li dijî kurdan şer dimeşîne û gelek pirsgirêk giran bûne, sedema vê jî şerê ku dewlet li hember kurdan dide meşandinê ye. Mukaddesê wiha vegot: “Dewleta Tirk bi destê desthilatdariyê bû alîkarê çeteyê çavsor DAIŞ’ê. Hewl dan axa kurd, Rojava, Kobanê Efrîn bê tunekirin. Hêzên Tirkiyeyê ew herêm dagir kirin. Ji bo şer neyê fêmkirin jî Tirkiye di siyaseta hundir de bi mijarê cuda re eleqeder bû û hewl da serê rewşa şer bigire.”   ‘Li hember kurdan tevgera îmhayê didome’   Mukaddesê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Li hember kurdan tevgera îmhayê 50 sale gelek caran hat ceribandin. Hedefa wan niha HDP ye.  Bi kîn û nefretek wisa dimeşînin jî, hêzên leşkerî dişînin Herêma Federal a Kurdistanê, darazê dişînin dadgehan, polîsan dişînin avahiyên HDP’ê.  Qaşo malbatên zarokên wan çûne çiyan, didin pêş û bi sîmulasyonê bi ser avahiya navendê de digirin. Êriş li hember destkeftiyên kurdan e. Li dijî têkşîna wekheviyê ya Gelê Kurd tê meşandin. Li dijî têkoşîna demokratîk tê meşandin.”   Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest didin vedişêrin   Mukaddesê di dirêjiya axaftina xwe de balkişand ser leşkerên jiyana xwe ji dest didin û wiha bi lêv kir: “Hejmara rast a leşkerên jiyana xwe ji dest didin tê veşartin. Ez bala xwe didimê ku leşkerên navê wan tên cenaza wan tên êdî wek ‘leşkerên bi pere’ tên nivîsîn. Ji bo malbat bertek nîşanê dewletê nedin gelek tedbîr tên girtin. Di şerên salên 90’î de malbatan digotin zarokên me di şer de tên kuştin. Di salên 2000’î de dem bi dem malbatan serî hildan. Lê ev zû bêdeng kirin.”   Piştî 2015’an konsepta şerê nû   Mukaddesê axaftina xwe wiha domand: “Bi kurdan re şer li dijî gelan didin windakirin. Gelê kurd bedelê bi canê xwe dide. gundan vala dikin. Wek me li Cizîr û Sûrê dît, şewitandin hilweşandin. Li Rojavayê Tirkiyeyê jî azadiya gelan tê tunekirin û ew jî vê rewşê wisa dijîn. Xweza û çandinî tê tunekirin. Ne tenê li axa kurd. Li her derê bi usula şer xweza tune kirin. Dem bi dem agirbest pêk hatin. Momenda herî bililnd di 7’ê hezîrana 2015’an de pêk hat. Piştî pêvajoya çareseriyê ya di 2013’yan de hatibû destpêkirin û bidawî bû, konsepteke şer a nû hat destpêkirin. Bidawîbûna pêvajoya çareseriyê re tecrîd û şe hat destpêkirin.”   Çareserî rêya sêyemîn e   Mukaddesê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku çareseriya rewşa şer û tecrîdê, bi siyasta rêya sêyemîn ya Abdullan Ocalan pêşniyar kiriye û HDP’ê xistiye jiyanê pêkane û wiha dawî lê anî: “Ewil divê hûn kurda, elewiyan qebûl bikin. Şerê li hember kurdan tu fêdeya wê ji bo gelên Tirkiyeyê tune û ev êriş girêdayê tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Têkoşîna aştî û demokrasiyê bi siyaseta Rêya 3’yemîn dikare bê hûnandin.”