Li dijî tecrîdê bi sedan kes li Xelfêtiyê kom bûn 2022-05-20 13:28:59   AMED - KCD, DBP, TJA û HDP li dijî tecrîda 23 sal in li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin li Xelfetîyê bi beşdarbûna girseyek mezin daxuyanî dan.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin li gundê Amarayê yê girêdayî navçeya Xelfetiyê yê Rihayê ye daxuyaniyê bidin. Jendermeyên ku di saetên serê sibehê de derdora gund û navçeyê dorpêç kir girse asteng kirin. Girseya tevî malbata Abdullah Ocalan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, parlementerên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêxistina van pêkhateyan di nav de cih digirin li ber deriyê avahiya HDP'ê ya navçeya Xelfêtiyê daxuyanî dan.    'Ev dîmenê ketina wan e'    Li ser navê HDP'ê  Omer Ocalan di destpêka daxuyaniyê de axivî û ev gotin kir:"Ev der Xelfêtî ye. Amara 10 km ji vir dûr e. Serdanên Amarayê û malbata me tên astengkirin. Ketina Amarayê ewqas ji wan re dibe tirs û xof. Vê li gorî zagonên xwe rast dibînin. Lewra ev dîmenê ketina wan e. Em vê zilmê qebûl nakim. Em neletê li vê nêzîkatiyê wan tînin. Bila baş bizanin wê bi van rêbazan bi ser nekevin. Ew ê ev zilm bibe sedema ketina wan."   'Ketina gund ji wan re çiqas bi tirs e'    Salîha Aydenîz li ser navê DBP'ê axivî. Salihayê got:"Em îro jî ji bo serdana Amarayê ji her cihî hatin li vir kom bûn. Lewra rêyên me asteng kirin. Ji bo Amarayê qanûnek nû ava kirine. Ev nîşaneya xirabûna dewletê ye. Ketina gundekî ewqas ji wan re tirsek e. Em hatin ji bo carek din bêjin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêwîstî bi azadiya bîrêz Abdullah Ocalan heye. Pirsgirêkên heyî bingeha xwe ji tecrîdê digire. Lewra naxwazin çareserî pêk were. Li dijî wê ji bo avakirina kaosan bi hemû hêza xwe hewl didin. Ev rêbaz berdewam bike wê her cih vegere girtîgehên servekirî. Heta tecrîd biqede em ê li berxwe bidin û li kolanan bin."   Di daxuyaniyê de ji aliyê polîsan ve cemirên ku xeta telefonê û weşana zindî radiwestînin hatibûn danîn. Weşana zindî ya çapemeniyê hate rawestandin.