Rêvebirên MEBYA-Der’ê: Em banga diyalogê dikin 2022-05-20 10:11:12   ŞIRNEX - Rêvebirên MEBYA DER’ê, têkildarî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê axivîn û gotin: "Divê Li dijî vî şerî gelê me bêdeng nemîne û serî rake."    Êrişên Tirkiyê bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de li hember Herêma Federe ya Kurdistanê hatin destpêkirin, didomin û her ku diçe şer kur dibe. Li hember Zap, Metîna û Avaşîn bombebaran bênavber didome. Ligel van êrîşan jî Tirkiye hîna tu gav pêşve neavêtiye. Ji aliyê dinê ve jî bêdengiya dewletên navneteweyî jî balê dikişîne. Li dijî van êrîşan li çar aliyê cihanê gel, sazî û dezgeh bertek nîşan didin.   Rêvebirên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamya Winda Kirine (MEBYA-DER) a Şirnexê têkildarî şerê Başûr, hevkariya Tirkiye û PDK’ê de axivîn.   ‘Ji şer re êdî bes e’   Hevseroka MEBYA-Der’ê Mevlude Gungen, destnîşan kir ku bi salan e li dijî Gelê Kurd êrîş û komkûjî tên kirin û ji xwîna kurdan têr nebûne û wiha got: “Bi van êrîş û kuştinê dixwazin kurdan tune bikin. Lê belê ew çi dikin bila bikin em heta dawiyê xwedî li doza xwe derdikevin. Li hember êrîşan em ê zêdetir xwedî li nasname, çand û zimanê xwe derbikevin. Dê tu kes nikaribe me bi êrîşan tune bike. Ji ber vê yekê jî divê îro Gelê Kurd zêdetir rabe ser piyan û pêşiya vî şerî bigire. Îro gelê me yê li wir tê kuştin, sibê jî dê dor bê me. Ji ber vê jî divê tu kes bêdeng nebîne. Zarokên me ne bê xwedî ne. Em hene û em ê hertim li cem wan bin. Em hemû xwedî li vê dozê û têkoşînê derbikevin. Em xwedî li  Başûr derbikevin. Bils gelê Tirkiyê li dijî van êrîşan rabe ser piyan. Ew der ne axa Tirkiyê ye. Ji ber çi diçe êrîşê xaka Kurdistanê dike? Bila ew destên xwe yên qirêj ji axa me vekişînin. Kesên ku ji vî şerê re deng dernexin hevkarê vî şerî û komkûjiyê ne. Em azadiyê dixwazin. Ji şer re êdî bes e. Ev serê 40 salan e Gelê Kurd tê kuştin. Lê tu carî li hember zilma dewletê serî netewand.  Em naxwazin zarokên herdu aliya jî bên kuştin. Dilê min jî şewitiye, ez naxwazim dilê tu dayikên dinê bişewite.”   ‘Ew bûye hevkarê komkûjiyê’   Mevlude, hevkariya PDK’ê û Tirkiyê şermezar kir û pirs kir ku çawa destên xwe dirêjî vê şerî kirine û wiha domand: “Barzanî bila destên xwe ji vê komkûjiyê vekişîne. Bila bibe hevalê gelê xwe. Ew bûye hevkarê komkûjiyê. Ger ku Barzanî piştgiriya Tirkiyê nekara ew ê çawa bikaribûna biçin Başûr. Îro dora me ye, sibê dora Barzanî ye. Ji neyaran tu carî dost nabe. Tirkiye bi van êrîşan dixwaze xaka Kurdistanê desteser bike. Lewra êrîşî Rojava, Şengal û Zapê dike. Lê ew bi hemû hêza xwe êrîş dike jî bi ser nakeve. Erdogan ew qas dixwaze bila kurê xwe bişîne şer. Tirkiye bira bira dide kuştin. Şer ne çareseriye. Ev şer sedsalî berdewam bike jî dê azadî bi ser keve. Çareseriya şer, azadiye. Em dayik dibêjin jiyanek aştiyane. Bila cerdevan jî dev ji çekên xwe berdin û xiyanetê li gelê xwe nekin. Bila neyên lîstika Tirkiyê.”   ‘Em ê Kurdistanek azad ava bikin’   Rêvebira MEBYA-Der’ê Kumri Babat jî destîşan kir ku ji ber vî şerê hovîtiyê dilê dayikan dişewite û wiha axivî: “Em dayik aştî û wekheviyê dixwazin.  Ji bo ev şer bisekine em dixwazin bi Tirkiyê re bikevin dîyalogê. Lê ew bi me re nakevin diyalogê. Em dibêjin azadî ew dibêjin şer. Ev şer ne ehlaqî ye. Em naxwazin xwîn birije. Daxwaziya me bi tenê sekinandina şer e. Bila hemû dayik ji bo zarokên xwe rabin ser piyan. Li dijî vî şerî em banga çareseriyê dikin. Tu tişt bi şer çareser nabe. Ev şerê xiyanetê û li dijî mirovahiyê ye. Banga me ji kurdan ew e ku neyên lîstikan û nebin neyarên gelê xwe. Bila Gelê Kurd bibe yek û yekitiya xwe ava biKE.  Barzanî hevkarê Tirkiyê ye. Divê Barzanî xwedî li nasnameya xwe derbikeve.  Ger ku xwedî wîcdan be di dev ji vê hevkariyê berde. Bi vî şerî armanc ew e ku kurdan tunebikin. Lê Gelê Kurd serî natewîne û bi têkoşîna xwe pêş dikevE. Kurd tu carî tune nabin. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Ger ku kurd ji berê ve bibûna yek niha yekitiya kurdan jî hatibû avakirin. Em kurd dawiya dawî bi ser kevin. Em ê Kurdistanek azad ava bikin.”   ‘Li dijî vî şerî em rabin serhildanê’   Rêvebir Leyla Aykal jî bi lêv kir ku ew ê tu carî vî şerê xiyanetê ji bîr nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Barzanî jî kurd e, lê îro rabûye dijminatiya gelê xwe dike. Ger ku piştgiriya dewleta Tirk nekira  dê nikaribûya biçûna êrîşê Başûr bikira. Barzanî dema xiyanetê gelê xwe dike kêyfa dewleta tirk tîne. Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrîşî Zapê dike. Em şer û kuştinê naxwazin. Divê tu kes bêdeng nebîne. Ji vê şerî re êdî gotin nemaye. Li dijî vî şerî divê em rabin serhildanê. Dema şerê Ukraynayê destpêkir cihanê dengê xwe bilind kir û bertek nîşan da. Lê cihan li dijî şerê Başûr bêdeng dimîne. Hemû kesan çav û guhên xwe girtine. Heta ku em kurd nebin yek em ê tu tiştekî nikarin bi dest bixin. Em bawerin Barzanî paşeroja xwe ji bîr kiriye. Ew çiqas xiyanetê bike jî tu carî tiştekî bi dest nexe. Mirovek çawa dijminatiya qewmê xwe dike? Wekî ku mezinê me gotine ger ku em nebin yek em ê herin yek bi yek. Ger ku kurd bibûna yek niha ji zû ve Kurdistanek azad ava bûbû. Lê ji ber me yekitiya xwe ava nekir Kurdistan bûye çar parçe. Li dijî vî şerî rol û mîsyonek mezin dikeve ser milê me jinan û Gelê Kurd. Li dijî vî şerî bêdeng nebînin. Em azadî û demokrasiyê dixwazin. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Li dijî şer em dengê xwe bilind bikin.”