'Qutkirina avê kiryara herî mezin a li dijî mirovahiyê ye' 2022-05-19 12:14:16   Yara Kendeş   KOBANÊ - Têkildarî qutkirina avê ya çemê Firatê ya ji aliyê dewleta tirk ve û bandora wê ya li ser jin û civakê, Hevseroka TEV-DEM'ê Hedlê Hesen wiha got:"Qutkirina avê kiryara herî mezin a li dijî mirovahiyê ye."   Dewleta tirk bi rêya avê şer û êrişa li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Çemê Firatê ji jêderên avê yên sereke ye û bi zanebûn ev av li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê qutkirin. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hedlê Hesen ji ajansa me re nirxandin kir.   'Kurdek li ku derê be dixwaze qir bike'   Hedlêyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mijara qutkirina ava Firatê û bi çi rengî gel vê mijarê digire dest û wiha pê de çû: "Qutkirina avê ya li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mirov dikare bi nirxandineke berfireh bîne ziman. Jixwe xuyaye ku armanca dewleta tirk tim û daîm ji destpêkê û heya vê kêliyê, qirkirina Gelê Kurd e. Yanî ne tenê kurdên Rojavayê Kurdistanê, eger kurdek li kîjan deverê hebe divê ew li gor dewleta tirk were qirkirin. Ji destpêka hevpeymana Lozanê bigire dest, ji dema Osmaniyan hewldana wan tenê qirkirina Gelê Kurd e. Bi êrişan, bi komkujiyan, bi girtinê bi her hawî êriş li dijî me hatiye kirin. Dewleta tirk bi her awayî xwesteka xwe ya qirkirinê tîne holê."   'Para me ya fermî di çemê firatê tê windakirin'   Hedleyê di nava axaftina xwe de daxuyand ku di vê dema niha de êrîşên dewleta tirk hîn zêdetir bûne û wiha lê zêde kir: "Em dibînin ku di demên dawî de êrîşên dewleta tirk bi awayekî hedefgirtina sivîlan pêk tê. An jî komkujiyê dike. Bi taybet di aliyê jinê de hîn zêdetir êrîş tê kirin. Ji aliyê aboriyê de jî şerekî dide meşandin. Dixwaze hêza me ya aboriyê bi bin bixe û me dorpêç bike da ku vîna gel bişkîne. Dixwaze  bi rêya van rêbazên şer me bifetisîne me biçewisîne. Para me ya di çemê firatê de 500 metre ye lê heya niha yê ku ew dide me 200 metre jî tune ye. Ev yek jî qîma me nake”.   'Qutkirina avê kiryara herî mezin a li dijî mirovahiyê ye'   Hedlêyê di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku qutkirina avê û bandora wê ya li ser gel mezin e û wiha pê de çû: "Qutkirina avê bandoreke pir mezin li ser çandiniyê û erdan dike, her wiha bandorê li ser ava vexwarinê, ava xwarinê dike. Kobanê û hemû herêmên dîtir, jiyana wan li ser ava çemê Firatê ye, her wiha ev av ji Kobanê derbas dibe ber bi Tebqa, Reqa, Cizîrê ve diçe. Yanî li seranserên van deveran av qut bûye. Me daxuyand ku bi giştî bikaranîna zîratê li ser avê ye. Ev bandoreke pir mezin li ser çandinî û pêdiviyên jiyanê dike, bandora xwe li ser genim dike. Em bêjin sebzeyên me hemû li ser avê ne. Ji ber vê yekê qutkirina avê tenê bandorekê li ser gel nake. Gelek bandoran dike. Wekî mînak ceyran jî kêm dibe. Her wiha pêdiviyên jiyanê zehmetir dibe. Gel di vê dema dawiyê de gelekî zehmetiyan dikişîne. Bi rastî, êdî mirov nema dizane çi ji vî dagirkerî re bibêje. Piranî jin a niha di sazî û dezgehan de kar dikin. Dema ku vedigerin mala xwe jî nikarin ne karekî bikin ne deverekê bişon. Ma bi vî rengî jiyan derbas dibe?"   'Em dev ji ax û berxwedana xwe bernadin'   Hedlêyê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku tevî êrîş, şerê taybet, hewldana têkbirinê û qirkirinê ew tu carî serî natewînin û wiha got:"Em jî weke Tevgera Civaka Demokratîk a Herêma Firatê, rewşa gelê xwe pir zehmet dibînin. Lê dewleta tirk nikare me bi van rê û pêkanînana qir bike, destên xwe biavêje axa me û gelê herêmê penaber bike. Bila tevahî cîhan li vê yekê baş binêre. Em dibînin rewş gihaştiye kîja astê lê em li ber van êrîşan ranawestin û serî natewînin. Bangewaziya me ji tevahî Rêxistinên Mafên Mirovan re ye, ji Rêxistinên Cîhanî yên ku berpirsiyartiya jiyana mirovahiyê red dikin, ku êdî bersiva vî dagirkerî bidin û li ser vê rewşê bisekinin. Em heya dawiyê şopdarê rêya têkoşerên xwe ne. Em yek kêliyê dev ji ax û berxwedana xwe bernadin. Jin, zarok û her kesekî kurd dê dawî li dagirkeriyê bînin."